‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’

  • rojane
  • 16:47 10 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Colemêrg û Erziromê ji bo Narîn Guran daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Em ji bo Narîna 8 salî edaletê dixwazin. Em ê ji bo zarokan jiyanek azad û nû ava bikin.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgerên Jinên Azad (TJA) ji bo Narîn Guran a hat qetilkirin li navçeya Qereçobana Erziromê, navçeya Gevera Colemêrgê û li navenda Comêrgê daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
ERZIROM
 
Di daxuyaniya Qereçobanê de gelek kes, rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê yên bajar û navçeyan, aktîvîstên TJA'yê amade bûn. Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Erziromê Ramazan Karakaş metna daxuyaniyê xwend.
 
Karakaş anî ziman nedîtina Narînê lewaziya dewlet û desthilatdariyê nîşan dide û got: “Mirina Narîna 8 salî ne bûyera yekem e, li gundê ku her kes hev nas dike, qetilkirineke organîzekirî ye.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê û Rêxistina Navçeya Geverê ji bo NarînÊ daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek welatî û endamên partiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li navenda sûkê ya Colemêrgê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Destên xwe yên qirêj, ji ser jiyana zarokan rakin" hat vekirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut daxuyanî xwend.  
 
Armût da zanîn ku nedîtina cenazeyê Narînê îspata lewazî û bêberpirsiyariya hikûmet û rayedaran a di vê mijarê de ye û destnîşan kir ku mirina Narîna 8 salî ne bi vî rengî ye.  Armût diyar kir ku qetilkirina Narînê bi awayekî zelal nîşan dide ku bi çi awayî bi hêsanî sûcên li dijî zarokan tên kirin û wiha got: “Polîtîkayên bêcezakirinê yên rejîma AKP-MHP’ê ku dijminatiya jin û zarokan dike û sûcdaran diparêze, tundiyê asayî dike. Ji ber vê yekê jî Narîn di encama polîtîkayên bêcezakirinê yên bloka desthilatdar a ku sûcdaran û zîhniyeta serdest a mêr diparêze de hat qetilkirin."  
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên "Destên dirêjî Narînê bûn bila bişkên" û "Jin, Jiyan Azadî" bi dawî bû.
 
GEVER
 
Li Geverê jî li ber Navenda Navenda Danûstandinê ya Zagrosê daxuyanî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê endamên partiyê bi berzkirina dirûşma "Ji Narînê re edalet, ji her kesî re edalet" ji avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Navçeyê heta qada ku wê daxuyanî bê dayîn meşiyan. Gelek welatiyên derdorê bi çepikan piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em bang li dewletê dikin, em ê hesab bipirsin" hat vekirin. Hevşaredarên Geverê, endamên Meclisa Şaredariyê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li vir ji aliyê endama Meclisa Şaredariya Geverê ya DEM Partiyê Ayşe Polat ve hat xwendin. 
 
Polat diyar kir ku heta ji bo Narîn û hemû zarokan  jiyaneke wekhev û azad ava bikin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên belavkirin heta dawiyê têbikoşin. Em ji bo li aqûbeta gelek zarokên weke Narîn, Ûgûr, Ceylan û Leylayê bipirsin li vir in. Ji bo dîtin û cezakirina failên Narîn Guran divê demildest lêpirsînek bi bandor û zelal bê kirin. Pêwîste hemû pirs û guman bên ronîkirin." 
 
Daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtinê û berzkirina dirûşmeya “Ji Narînê re edalet, ji her kesî re edalet” bi dawî bû.
 
 
 

Sernavên din

11/09/2024
11:15 Ceza dan girtiyên govend gerandin
10:49 Li Konseya Ewropayê dê ‘mafê hêviyê’ bê nîqaşkirin
10:42 Endamên MYK’a DEM Partiyê civiyan
10:38 Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye
10:35 Li Vîetnamê lehî rabû: Herî kêm 143 kes mirin
10:08 Çavekî xwe di berxwedanê de winda kir: Çavê min ê din jî kor bibe ez ê li kolanan bim
10:06 Lêpirsîneke ku 4 sal in tê 'veşartin'
09:41 Şanoger û nivîskarê rojhilatî: Ez dixwazim gelên din ji êşên civaka me haydar bikim
09:38 Ji dirûşma ‘AKP ya kujer û diz’ re lêpirsîn
09:24 SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin
09:16 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet: Ocalan, nasnameyeke ku sînor derbas kirine ye
09:09 Tundî zêde dibe: Divê xeleka xweparastinê hêj bêhtir bê mezinkirin
09:07 19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide
09:06 31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî
09:04 Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir
09:02 Gundê Qurçikê li benda xizmetê ye: Nexweş bi hespan diçin û tên
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
10/09/2024
22:36 Qetilkirina Narîn Guranê hat şermezarkirin
22:34 Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin
21:38 Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin
18:20 Meclisa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt
17:04 Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê
16:47 ‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’
16:39 Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:28 Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin
15:55 Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da
15:49 Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin
15:27 Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
15:19 Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
15:05 Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome
14:59 Doza keçika êzidî hat taloqkirin
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê
15:32 Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj, diyar bûn
15:08 Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
14:59 Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
14:41 Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:01 Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
13:51 Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
13:21 Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt
13:06 Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin
12:30 AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin
11:53 Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
11:53 Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
11:51 Narîn Guran hate definkirin
11:03 Li Garê pevçûn derket: Serpelek hate kuştin
10:43 Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin
10:42 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa 2 roj man
10:24 Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin
10:19 Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e
10:05 Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!
09:43 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê
09:01 ‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
08:50 7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket
00:42 Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin
08/09/2024
23:59 Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye
23:45 Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin
23:31 Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte
21:49 Li Pulurê wesayîta leşkerî qeza kir: 4 leşker mirin
21:40 Ji bo Narîn Guranê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?
21:25 Serokê Baroya Amedê Eren: Dibe ku faîlên Narînê li derve bin
20:13 Li Amedê meşa ji bo Narînê: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP
19:55 Panela ‘şer û çareseriyê’: Ocalan muzakeravanê sereke ye