Berxwedana Cizîrê vegot: Têkoşîn didome

img

ŞIRNEX - Ji şahidên demê Faysal Sariyildiz pêvajoya qedexeya derketina derve ya li Cizîrê vegot ku bi ser re 9 sal derbas bûne û wiha got: “Di nava 50 salên dawî de êşên giran hatin jiyîn. Bedelên giran hatin dayin. Lê dîsa jî têkoşîna gel didome.” 

Di 4’ê Îlona 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve hate ragihandin û heta 12’ê îlonê berdewam kir. Bi ser qedexeyê re 9 sal derbas bûn. Piştî qedexeyê, navçe ji hêla leşker û polîsan ve hate dorpêçkirin û di êrişên 9 rojan de pitikê 35 rojî Muhammed Tahir Yaramuş û Îbrahîm Çîçek ê 80 salî jî di nav de 21 kes hatin qetilkirin. Bi qedexeyan re li navçeyê ceyran, telefon û înternet hatin birîn. Heta depoyên avê yên li ser banên malan jî hedef hatin girtin. Piştî qedexeyan, rêxistinên civaka sivîl rapor amade kirin û gotin ku piraniya mirinan ji ber astengkirina ambulansan çêbûne. 
 
21 KES HATIN QETILKIRIN
 
Navên kesên hatin qetilkirin wiha ne: “Mehmet Emîn Levent (21), Haci Ata Borçîn (70), Hetban Bulbul (65), Saît Çagdavul (19), Muhammed Tahir Yaramiş (35 rojî), Cemîle Çagirga (10), Osman Çagli (18), Îbrahîm Çîçek (80), Meryem Sune (53), Ozgur Taşkin (20), Seyît Eşref Erdîn (60), Zeynep Taşkin (18), Maşallah Edîn (35), Sayît Nayîcî (17), Selman Agar (10), Bunyamîn Îrcî (15), Mehmet Dîkmen (70), Bahattîn Sevînîk (50), Suphî Saral (50), Mehmet Erdogan (75) û Mehmet Emîn Açik (70).”
 
NECEZAKIRINA FAÎLAN
 
Tevî mirin û binpêkirinên giran ên li navçeyê jî piraniya lêpirsînan bi neşopandinê biencam bûn. Di dozên têkildarî mirinan de jî delîl hatin paşguhkirin û biryarên neşopandinê hatin dayin. Hat îdiakirin ku faîlên derheqê wan de biryara lêgerîna daîmî hatiye dayin nehatine dîtin. 
 
Faysal Sariyildiz ku di dema qedexeyan de parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê bû, şahidiya xwe ya wê demê vegot. 
 
‘KONSENSUSEK HATE AVAKIRIN’
 
Sariyildiz, bal kişand ser pêvajoya ber bi qedexeyê ve û wiha got: “Di navbera 2013-2015’an de pêvajoya çareseriyê hebû lewma agirbest hatibû ragihandin. Di pêvajoya çareseriyê de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan rola xwe lîst. Pêvajoyeke biqîmet bû û xwin nediherikî. Di vê pêvajoyê de Şoreşa Rojava pêk hat. Gelê kurd ev şoreş diyarî gelên cîhanê kir. Her wiha hilbijartinên 7’ê hezîranê hebûn ku kurdan ji sedî 13’ê dengan standin. Di şexsê AKP’ê de dewlet têk çû. Piştre jî dewlet û Erdogan konsensusek ava kirin û pêvajoya çareseriyê bi dawî kirin. 
 
‘JI BILÎ BERXWEDANÊ TU RÊ NEBÛN’
 
Piştre jî konsepta êrişê dan destpêkirin. Piştî wê jî DAIŞ’ê di 20’ê tîrmehê de êrişa xwekuj kir û 33 welatî qetil kir. Di heman pêvajoyê de ciwanê bi navê Umît Kurt ê 14 salî li Cizîrê hate qetilkirin. Her wiha Nîhat Kazanhan ê 12 salî bi zanebûn hate qetilkirin. Dewletê, bi wehşetê bersiv dida banga gelê kurd a ‘Bila pêvajoya çareseriyê bidome.’ Her roj bi dehan kurd dihatin girtin, dihatin îşkencekirin. Ji bilî berxwedanê tu rêyên kurdan nebûn.” 
 
‘HEDEF DIGIRTIN Û WISA ÊRIŞ DIKIRIN’
 
Bi domdarî Sariyildiz got ku dema di 4’ê îlonê de li navçeyê qedexe hatî ragihandin, temamiya ceyranan hatine birîn û wiha pê de çû: “Şebekeyên avê girtin. Depoyên avê yên li ser banan jî bi guleyan teqandin û ava wan vala kirin. Dermanxane girtin û nexweşxane li sivîlan girtin. Xwestin bajar vala bikikn. Ji ber ku kîneke wan a mezin li dijî Cizîrê hebû. Cizîr xwedî mîrateyeke mezin a berxwedanê bû. Ji bo kesek li vir nemîne her tişt dikirin. Di nava 9 rojên qedexeyê de 21 mirovên me bi hovane hatin qetilkirin. Hemû kesên derdiketin kolanê yekser hedef digirtin.” 
 
‘DESTÛR NEDAN AMBULANS DERBAS BIBIN’
 
Di berdewamê de Sariyildiz daxuyand ku ew pêvajo bi Cemîle Çagirga re ji hêla raya giştî ve hate zanîn û wiha got: “Hemû kes Cemîleyê nas dike. Hêj zarok bû, hate qetilkirin. Dayika wê ya nekarî wê defin bike bi şev ew di hembêza xwe de veşart û piştre ji bo cenazeyê wê xerab nebe xist sarincê. Çîroka 21 kesên hatine qetilkirin ji çîroka Cemîleyê cudatir nebûn. Weke mînak; Zeynep Taşkin a 18 salî dema bi zarokê xwe yê di dergûşê de rûdinişt, li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin. Pitikê wê jî birîndar bû. Dema xesûya wê hewl dida wan bîne hundir ew jî hedef hate girtin. Her wiha Mehmet Erdogan ê 75 salî, dema ji bo nan diçû cem cîranê xwe, li naverasta kolanê hate qetilkirin. Heta pitikeke 35 rojî jî hate qetilkirin. Nehiştin ambulans biçin van kesên birîndar bînin ku wan bi xwe birîndar kiribûn. Her wiha gelek nexweşên şekir, diyalîz û kronîk jî jiyana xwe ji dest dan. Pêvajoyeke gelek hovane bû.” 
 
‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HATE KIRIN’
 
Sariyildiz, got “Dewletê di pêşengtiya Erdogan de li dijî gelê kurd gelek sûcên li dijî mirovahiyê kirine” û wiha pê de çû: “Ev hikûmet bi temamî bi rêya neteweperestî û faşîzmê xwe li ser pêyan digire. Tevahiya rê û rêbazên wê faşîstane ne. Bi wan komkujiyên wê demê re hevrû nabin. Hevrûbûn, qebûlkirin e û dê cezayê wê hebe. Lewma hevrû nabin. Sepanên wan ên faşîst, dawiya wan jî anî. Dewlet niha di destê mafyayê de ye. Divê ev hikûmet bi têkoşîneke mezin were dehfkirin. Belkî wê demê pêvajoyeke nû dest pê bike. Dê kesên piştî wan jî fêm bikin ku bi sepanên faşîst encamekê bi dest naxin. 
 
‘TÊKOŞÎN DIDOME’
 
Di nava 50 salên dawî li ser xaka Kurdistanê êşên gelek mezin hatin jiyîn û bedelên giran hatin dayin. Lê dîsa jî têkoşîna gel didome. Tevahiya cîhanê dizane ku gelê kurd bi rêgezên gerdunî têdikoşe. Piştî Şoreşa Rojava, hemû kesî têkoşîna gelê kurd nas kir û jê hez kir. Siyasetmedar, akademîsyen, fîlozof û raya giştî ya cîhanê têkoşîna kurdan nas kirin.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

08/09/2024
18:28 MED-DER: Bila kurdî bibe zimanê fermî
17:53 Lêpirsîna Narîn Guranê: 21 kes hatin binçavkirin
16:32 Parêzer Ozdemîr: Divê têkildarî windakirina cenazeyê lêpirsîn bê destpêkirin
16:19 Rojnamegera girtî Serunaz Ehmed dest bi grevê kir
15:43 ARÎ-DER’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:36 Sutpak û Kolanç bi girseyî hatin ziyaretkirin û pêşwazîkirin
15:26 Li Tekîrdagê hevdîtina ‘Nan û Edaletê’
15:02 ‘Divê îktîdar ji ber mirina Narînê hesabê bide’
14:11 Dê qetilkirina Narîn Guran bê protestokirin
13:43 Li Kobanê wesayîtek bi SÎHA’yan hedef hat girtin
13:42 Walîtiya Amedê: Guran piştî hatiye kuştin avêtine rûbarê gund
13:41 Di sempozyuma çandinî û xurekan de bal kişandin ser kooperatîfan
13:01 Tevî destûra walîtiyê jî leşkeran nehiştin biçin gundê xwe
13:01 'Tekane rêya aştiyê Îmrali ye’
12:27 Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir
12:27 Cenazeyê Narîn Guran birin ATK’ê
11:46 Ketina gundê Narîn Guran lê hatibû qetilkirin hate qedexekirin
11:46 DEM Partî: Divê kesên Narîn qetil kirin hesabê bidin
11:37 Di doza Safîturk de serlêdana nû: Rapora pisporan tune hesibandin
10:32 Cenazeyê zarok Narîn Guran hate dîtin
10:22 Li girtiyê felcî cezayê 'te govend gerandiye' hat birîn
10:16 Uçar: Jehrkuja êrişan xwebirêxistinkirin e
Bayindir: Armanca me civakeke birêxistinkirî ye
10:11 Berxwedana Cizîrê vegot: Têkoşîn didome
10:02 Aykoç: Divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê hilgire
09:56 Hewldana Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê: Pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye
09:48 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şopên tarî yên 12’ê Îlonê’ derçû
09:28 Ji bo Abdullah Ocalan dê li 50 navendan çalakî bên lidarxistin
09:19 Li Hewagê dema mehseran dest pê kir
09:15 Hesinkarê ermen wê bi zarokên xwe pîşeya xwe bide domandin
09:09 Dixwazin rêya gundê wan bê çêkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2024’AN
07/09/2024
22:16 Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
22:14 Topçû piştî 30 salan hat berdan
19:04 Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
16:47 DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
16:37 Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin
16:19 ‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
15:07 Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
14:48 Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
14:37 Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
14:25 Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
14:00 'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
13:58 Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin
13:20 Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
13:10 Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
13:03 Navenda Ciwanan a Rezanê vebû
12:01 Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
11:40 DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
10:37 NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
10:35 Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hate weşandin
10:22 Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
10:18 Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
10:00 Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'
09:59 Keene: Tirkiye çavkaniyên xwe di şerê li dijî kurdan de xerc dike
09:55 Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin
09:26 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim
09:10 Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin
09:00 ‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’
09:00 Krîza aborî sergûn jî biha kirin
09:00 Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
06/09/2024
20:24 Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
14:40 Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da
14:35 ‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’
14:14 Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ hat qedexekirin
13:47 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan
13:23 Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin
13:20 Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan
13:03 Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome
12:24 CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e
12:23 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:18 Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin
12:17 Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
11:41 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
11:31 DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê
11:14 Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
11:04 ‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’
11:04 Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
10:46 DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin
10:25 Şahidê Pogroma 6-7’ê Îlonê: Bi destê dewletê hate kirin
10:13 Gora kurê xwe yê 6 sal in hatiye darvekirin digere: Ruhê wî di laşê min de dijî
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê