Aykoç: Divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê hilgire

img
STENBOL - Hevberdevkê DBP'ê yê Marmarayê Mevlut Aykoç anî ziman ku israra Tirkiyeyê ya di şer de zirarê dide gelan û got ku divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê bigire. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe yên bi hevkariya PDK’ê didomin. Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Herêma Marmarayê Mewlûd Aykoç êrişên bi hevkariya PDK'ê didomin nirxandin.
 
Aykoç diyar kir ku di pêvajoyên berê de jî êrişên bi vî rengî hatibûn kirin, lê Tirkiye negihaştiye armanca xwe. Aykoç got: “Êrişên vê carê jî bi polîtîkayên neo-Osmanî, ango polîtîkayên dagirkeriyê dewam dikin. Li herêmê gelek gund tên valakirin, gelek gund tên bombekirin. Ev êruş gihaştine asta herî xeternak."
 
‘MALBATA BARZANÎ GEL DIKE QURBAN'
 
 
Aykoç destnîşan kir ku PDK'a ku nikare li hemberî êrişên Tirkiyeyê helwestê nîşan bide, "hevkar" û "xiyanetker" e û got: "Malbata Barzanî ji roja ku bi PDK'ê re dest bi siyasetê kiriye ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Di vê qonaxê de endamên DAIŞ'ê li Herêma Kurdistana Federe hatin bicihkirin. PDK di dîrokê de nasnameya hevkariyê hilgirtiye, her tim berjewendiyên xwe li ber çavan girtiye û heta radeyekê hemû destkeftiyên kurdan kiriye qurban û wê bike jî. Pevçûna di nava kurdan de wê zirarê bide têkoşîna kurdan. Nayê qebûlkirin ku partî ji bo berjewendiya xwe miletekî bike qurban."
 
‘ABORÎ JI BER ŞER RÛXIYA'
 
Aykoç anî ziman ku ji ber polîtîkayên şer welat di krîzeke aborî ya giran de ye û got: “Şer her tim bi xwe re ranetkê û tunekirinekê tîne. Bi taybetî dema mirov li çekên ku di vî şerî de tên bikaranîn dinêre, îmzeyên welatên ku li cîhanê desthilatdar in hene. Ev tê wê wateyê ku ne tenê ev welat, hêzên emperyalîst jî dixwazin ev şer berdewam bike. Tirkiye ji ber polîtîkayên şer ketiye nava tengasiyeke aborî. Ev bêserûberiya aboriyê gihaştiye asteke wiha ku dikare hikûmetê jî bi xwe re bibe."
 
Aykoç bal kişand ser pêvajoya “diyalogê” ya bi Abdullah Ocalan re ku di navbera salên 2013-2015’an de çêbû û got: “Di vê pêvajoyê de bi rastî bêhan gel derket. Di warê aborî û siyasî de jî perspektîfeke berfireh ava bû. Desthilatê ne aştî, pêvajoya şer ji xwe re guncav dît. Her ku tecrîda li Îmraliyê giran dibe, şer kûrtir dibe. Lê em bawer dikin ku wê rewş wiha nedome." 
 
MUXALEFETA SEREKE
 
Aykoç bal kişand ser wê yekê ku CHP ya ku di dema pêş de armanca wê detshilatdarî ye, divê înîsyatîfê bigire û di polîtîkayên xwe yên heyî de zelal bibe. Aykoç wiha domand: "Eger pirsgirêkên heyî bi taybetî pirsgirêka şer, gel eleqedar bike, hem û partiyên muxalefetê jî eleqedar dike. Ji ber ku partiya sereke ya muxalefetê îdia dike ku ger sibe hilbijartinên pêşwext çêbibin dê desthilatdariyê bi dest bixe. Ji ber vê yekê divê li ser pirsgirêka kurd a ku Tirkiyeyê wêran dike, di hin polîtîkayan de zelal bibe." 
 
Aykoç îşaret bi girîngiya aştiya civakî kir û got ku divê ji her wextê bêtir dengê aştiyê bilind bibe. Aykoç got: “Ji dîrokê heta niha aştiyê zirar nedaye kesî. Ji bo aştiyê her tim bingehek heye. Em bi zelalî dibînin ku şer dibe sedema windakirina civakê. Ji ber vê sedemê pêwîst e her beşên civakê ji her demê zêdetir daxwaza aştiyê bikin.”
 

Sernavên din

08/09/2024
18:28 MED-DER: Bila kurdî bibe zimanê fermî
17:53 Lêpirsîna Narîn Guranê: 21 kes hatin binçavkirin
16:32 Parêzer Ozdemîr: Divê têkildarî windakirina cenazeyê lêpirsîn bê destpêkirin
16:19 Rojnamegera girtî Serunaz Ehmed dest bi grevê kir
15:43 ARÎ-DER’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:36 Sutpak û Kolanç bi girseyî hatin ziyaretkirin û pêşwazîkirin
15:26 Li Tekîrdagê hevdîtina ‘Nan û Edaletê’
15:02 ‘Divê îktîdar ji ber mirina Narînê hesabê bide’
14:11 Dê qetilkirina Narîn Guran bê protestokirin
13:43 Li Kobanê wesayîtek bi SÎHA’yan hedef hat girtin
13:42 Walîtiya Amedê: Guran piştî hatiye kuştin avêtine rûbarê gund
13:41 Di sempozyuma çandinî û xurekan de bal kişandin ser kooperatîfan
13:01 Tevî destûra walîtiyê jî leşkeran nehiştin biçin gundê xwe
13:01 'Tekane rêya aştiyê Îmrali ye’
12:27 Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir
12:27 Cenazeyê Narîn Guran birin ATK’ê
11:46 Ketina gundê Narîn Guran lê hatibû qetilkirin hate qedexekirin
11:46 DEM Partî: Divê kesên Narîn qetil kirin hesabê bidin
11:37 Di doza Safîturk de serlêdana nû: Rapora pisporan tune hesibandin
10:32 Cenazeyê zarok Narîn Guran hate dîtin
10:22 Li girtiyê felcî cezayê 'te govend gerandiye' hat birîn
10:16 Uçar: Jehrkuja êrişan xwebirêxistinkirin e
Bayindir: Armanca me civakeke birêxistinkirî ye
10:11 Berxwedana Cizîrê vegot: Têkoşîn didome
10:02 Aykoç: Divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê hilgire
09:56 Hewldana Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê: Pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye
09:48 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şopên tarî yên 12’ê Îlonê’ derçû
09:28 Ji bo Abdullah Ocalan dê li 50 navendan çalakî bên lidarxistin
09:19 Li Hewagê dema mehseran dest pê kir
09:15 Hesinkarê ermen wê bi zarokên xwe pîşeya xwe bide domandin
09:09 Dixwazin rêya gundê wan bê çêkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2024’AN
07/09/2024
22:16 Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
22:14 Topçû piştî 30 salan hat berdan
19:04 Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
16:47 DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
16:37 Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin
16:19 ‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
15:07 Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
14:48 Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
14:37 Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
14:25 Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
14:00 'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
13:58 Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin
13:20 Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
13:10 Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
13:03 Navenda Ciwanan a Rezanê vebû
12:01 Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
11:40 DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
10:37 NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
10:35 Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hate weşandin
10:22 Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
10:18 Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
10:00 Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'
09:59 Keene: Tirkiye çavkaniyên xwe di şerê li dijî kurdan de xerc dike
09:55 Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin
09:26 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim
09:10 Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin
09:00 ‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’
09:00 Krîza aborî sergûn jî biha kirin
09:00 Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
06/09/2024
20:24 Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
14:40 Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da
14:35 ‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’
14:14 Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ hat qedexekirin
13:47 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan
13:23 Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin
13:20 Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan
13:03 Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome
12:24 CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e
12:23 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:18 Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin
12:17 Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
11:41 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
11:31 DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê
11:14 Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
11:04 ‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’
11:04 Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
10:46 DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin
10:25 Şahidê Pogroma 6-7’ê Îlonê: Bi destê dewletê hate kirin
10:13 Gora kurê xwe yê 6 sal in hatiye darvekirin digere: Ruhê wî di laşê min de dijî
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê