KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bersiv da nameyên têkildarî tecrîda li ser ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bersivek da Profesorê Zanîngeha Bergenê Kariane Westrheim ku Westrheim li ser navê 69 xelatgirên Nobelê yên têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nameyek nivîsandibû. Rayedarê DMME'yê Marialena Tsirli bi tenê spasiyên xwe anîn ziman ku Westrheim bal kişandiye ser mijara şert û mercên Abdullah Ocalan ên girtîgehê.
 
Li ser vê yekê Karaine Westrheim nameyeke nû ji DMME'ê re şand û bang li dadgehê kir ku di mijara şandina heyeta ji bo Îmraliyê de berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û bi  bîr xist ku Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtêna Îşkenceyê ya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berpirsiyar in ku li welatên endamên Konseya Ewropayê parastina mafên mirovan bikin. 
 
DMME, KONSEYA EWROPAYÊ, CPT BERPIRSIYAR IN
 
Karaine Westrheim di nameya xwe de ev yek anîn ziman: "Têkiliya birêz Ocalan ya bi derve re ev 42 meh in hatiye qutkirin. Ev yek ji bo Gelê Kurd, malbata wî û ji bo parêzerên wî ku gelek caran daxwaza wan a hevdîtinê tê redkirin cihê xemgînî û fikarê ye.  Ji ber ku Tirkiye jî dewleteke endam e, ji bo ku CPT yan jî Konseya Ewropayê ji bo Îmraliyê seredanekê bike, dikare zextê li Tirkiyeyê bike.  Ez dubare spasiyên xwe li Serokê DMME'ê dikim ku bersiv daye.  Her wiha ez dixwazim hûn li gel komîteyên Yekitiya Ewropayê yên din hewl bidin ku heyetekê  bişînin Îmraliyê."
 
BERSIVA KOMÎTEYA WEZÎRÊN KONSEYA EWROPAYÊ
 
Her wiha Wezîrê Karên Derve û Serokê Komîteya Wezîran Gabriellius Landsbergis bersiv da nameya Westrheim a ji Komîteya Wezîran re şandî.
 
Landbergis di nameya xwe de ragihand ku di civîna 1507'emîn a Komîteya Wezîran de mijara şert û mercên girtinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê bê lêkolînkirin û got: "Weke Serokatiya Komîteya Wezîran a Lîtvanyayê, dikarim garantiyê bidim ku komîte wê bi dewamî bişopîne bê delwetên endam sozên xwe bi cih tîne yan na."
 
DIVÊ KOMÎTEYA WEZÎRAN ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE
 
Kariane Westrheim bi vê gotinê bersiv da nameya Landsbergis: "Em gelekî kêfxweş bûn ku me bihîst, wê Serokatiya Komîteya Wezîran a Lîtvanyayê bişopînin bê dewletên endam berpirsyariyên xwe bi temamî bi cih tînin an na. Ev yek agahiyeke gelekî erênî ye, lê belê tecrûbeyên me nîşan didin ku Tirkiye zêde guh nade bangawaziyên bi vî rengî û ji ber vê yekê jî di pratîkê de guhertin nabe. Lewma em dixwazin bang li Komîteya Wezîran bikin ku heyetekê bişîne Girava Girtîgeha Îmraliyê, şert û mercên tenduristiyê û rewşa Birêz Abdullah Ocalan lêkolîn bike ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn. Abdullah Ocalan 42 meh in bi ti awayî têkiliyê bi derve re nikare dîne, ev ye kji bo malbata wî û parêzerên wî cihê xemgîniyeke mezin e. Tirkiye dewleteke endam e, lewma Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kare zextê li Tirkiyeyê bike ku destûrê bide serdana heyetekê."
 
CPT TENÊ GOT 'EM DIŞOPÎNIN'
 
Serokê CPT Alan Mitchell jî bersiv da nameya wekîlê Spanyayî Jorge Pueyo Sanz û diyar kir ku CPT rewşa kesên li Îmraliyê girtî ne ji nêz ve dişopîne û bal kişand ser serdana Îlona 2022'an a li Îmraliyê. Mitchell anî ziman ku têkildarî rewşa Rêberê PKK2ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên pê re diyaloga CPT a bi meqamên Tirk re dewam dike û got komîte wê rewşa girtiyên li Îmraliyê bi dewamî bişopîne.

Sernavên din

08/09/2024
18:28 MED-DER: Bila kurdî bibe zimanê fermî
17:53 Lêpirsîna Narîn Guranê: 21 kes hatin binçavkirin
16:32 Parêzer Ozdemîr: Divê têkildarî windakirina cenazeyê lêpirsîn bê destpêkirin
16:19 Rojnamegera girtî Serunaz Ehmed dest bi grevê kir
15:43 ARÎ-DER’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:36 Sutpak û Kolanç bi girseyî hatin ziyaretkirin û pêşwazîkirin
15:26 Li Tekîrdagê hevdîtina ‘Nan û Edaletê’
15:02 ‘Divê îktîdar ji ber mirina Narînê hesabê bide’
14:11 Dê qetilkirina Narîn Guran bê protestokirin
13:43 Li Kobanê wesayîtek bi SÎHA’yan hedef hat girtin
13:42 Walîtiya Amedê: Guran piştî hatiye kuştin avêtine rûbarê gund
13:41 Di sempozyuma çandinî û xurekan de bal kişandin ser kooperatîfan
13:01 Tevî destûra walîtiyê jî leşkeran nehiştin biçin gundê xwe
13:01 'Tekane rêya aştiyê Îmrali ye’
12:27 Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir
12:27 Cenazeyê Narîn Guran birin ATK’ê
11:46 Ketina gundê Narîn Guran lê hatibû qetilkirin hate qedexekirin
11:46 DEM Partî: Divê kesên Narîn qetil kirin hesabê bidin
11:37 Di doza Safîturk de serlêdana nû: Rapora pisporan tune hesibandin
10:32 Cenazeyê zarok Narîn Guran hate dîtin
10:22 Li girtiyê felcî cezayê 'te govend gerandiye' hat birîn
10:16 Uçar: Jehrkuja êrişan xwebirêxistinkirin e
Bayindir: Armanca me civakeke birêxistinkirî ye
10:11 Berxwedana Cizîrê vegot: Têkoşîn didome
10:02 Aykoç: Divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê hilgire
09:56 Hewldana Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê: Pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye
09:48 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şopên tarî yên 12’ê Îlonê’ derçû
09:28 Ji bo Abdullah Ocalan dê li 50 navendan çalakî bên lidarxistin
09:19 Li Hewagê dema mehseran dest pê kir
09:15 Hesinkarê ermen wê bi zarokên xwe pîşeya xwe bide domandin
09:09 Dixwazin rêya gundê wan bê çêkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2024’AN
07/09/2024
22:16 Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
22:14 Topçû piştî 30 salan hat berdan
19:04 Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
16:47 DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
16:37 Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin
16:19 ‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
15:07 Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
14:48 Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
14:37 Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
14:25 Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
14:00 'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
13:58 Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin
13:20 Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
13:10 Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
13:03 Navenda Ciwanan a Rezanê vebû
12:01 Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
11:40 DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
10:37 NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
10:35 Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hate weşandin
10:22 Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
10:18 Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
10:00 Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'
09:59 Keene: Tirkiye çavkaniyên xwe di şerê li dijî kurdan de xerc dike
09:55 Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin
09:26 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim
09:10 Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin
09:00 ‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’
09:00 Krîza aborî sergûn jî biha kirin
09:00 Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
06/09/2024
20:24 Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
14:40 Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da
14:35 ‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’
14:14 Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ hat qedexekirin
13:47 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan
13:23 Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin
13:20 Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan
13:03 Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome
12:24 CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e
12:23 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:18 Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin
12:17 Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
11:41 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
11:31 DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê
11:14 Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
11:04 ‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’
11:04 Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
10:46 DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin
10:25 Şahidê Pogroma 6-7’ê Îlonê: Bi destê dewletê hate kirin
10:13 Gora kurê xwe yê 6 sal in hatiye darvekirin digere: Ruhê wî di laşê min de dijî
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê