Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin

  • rojane
  • 10:39 28 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û PDK'ê li Başûrê Kurdistanê di nava 31 salan de 34 rojnamevan qetil kirin.
 
Rêveberiya ku di sala 1991’an de piştî derxistina hêzên Seddam ji aliyê xelkê herêmê ve li bajarên Dihok, Hewlêr û Silêmanî yên Başûrê Kurdistanê hate avakirin, hêdî hêdî ket bin kontrola PDK’ê. Piştî ku kontrol kete destê PDK'ê, li hemberî gelek beşên civakê zext jî zêde bûn. Li Dihok û Hewlêrê yên di bin kontrola PDK'ê de, kesên doza mafên xwe kirin, tepeser kirin û rojnamevanên ku ev yek radigihand jî bûn hedef.
 
Ji sala 1992’yan ve kedkarên çapemeniyê ku gendelî, binpêkirina mafan, revandin, êrişên Tirkiyeyê û nokeriya PDK'ê ya li herêmê radixistin ber çavan jî, îşkence lê hate kirin an jî hatin qetilkirin.
 
Li gorî agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di navbera salên 1993’yan heya 2024’an de 34 rojnameger li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin. 
 
EWIL REÛF KAMIL AKREYÎ HATE QETILKIRIN
 
Rojnamevan Reûf Kamil Akreyî di sala 1951’an de li navçeya Akrê ya Dihokê ji dayik bû. Di navbera salên 1976 û 1977’an de di Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Mûsilê di rêza yekemîn de û li tevahiya Iraqê jî di rêza duyemîn de kuta kir. Piştî salekê Reûf Akreyî li Navenda Statîstîkan a Dihokê xebitî bû seredîtorê rojnameya Rêgay Rencdêran ku bi kurdî û erebî weşanê dike.
 
Akreyî di sala 1992’yan de ji bo ku şerê di navbera PKK, PDK û YNK'ê de bi dawî bibe, çû Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Bekaayê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.
 
Reûf Kamil Akreyî di 26’ê Gulana 1993'yan de li Dihokê li ber mala xwe ji aliyê çekdaran ve hat kuştin. Asayîşa Dihokê cenaze nîşanî malbatê neda. Asayîşa PDK'ê destûr neda ku êriş bê lêkolînkirin. Şehîdkirina Reûf Akreyî yekemîn cinayet ali hember rojnamevanan bû ku piştî Raperînê li Başûrê Kurdistanê pêk hat.
 
DI KOMKUJIYA HEWLERÊ DE 20 ROJNAMEVAN QETIL KIRIN
 
Di 16’ê Gulana 1997'an de PDK’ê bi hevkariya Tirkiyeyê êrişî YNDK'ê, Yekitiya Rewşenbîran a Mezopotamyayê, YAJK'ê, nexweşxaneya ku gerîlayên birîndar lê diman, Heyva Sor a Kurd, rojnameyên Welat û Wetan Şems kir. Li gorî belgeyên fermî 63 siyasetmedar, rewşenbîr û gerîlayên birîndar û her wiha 20 rojnamevanên xebatkarên Roj, Welatê Roj û Med TV'yê hatin qetilkirin.
 
Rojnamevanên di Komkujiya Hêwlerê de hatin qetilkirin: Mihemed Nadir Gezneyî, di sala 1970'yî de li Hewlêrê ji dayik bûye. Azad Mihemed, di sala 1971'an de li Rewandûzê ji dayik bûye. Şiwana Hemelaw, di sala 1971'an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Idrîs Alî Mihemed, di sala 1973'yan de li Pencwênê ji dayik bûye. Receb Mihemed Salih, di sala 1973’yan de li Kelarê ji dayik bûye. Gelawêj Kemal Hesen, di sala 1971'an de li Silêmaniyê ji dayik bû. Xalid Necîb, di sala 1973'yan de li Silêmanî ji dayik bû. Hamîd Berzencî, di sala 1973'yan de li Kerkûkê ji dayik bû. Îsmail Ebdila Kurde, di sala 1972'yan de li Şeqlawayê ji dayik bû. Gelawêj Arif Mehmûd, di sala 1975'an de li Silêmanî ji dayik bû. Şêx Kamiran Hîran, di sala 1968'an de li Hîranê ji dayik bû. Perî Osman Mihemed, di sala 1973'yan de li Silêmaniyê ji dayik bû. Nahîde Hemad Salih, di sala 1971'an de li Silêmaniyê ji dayik bû. Gunay Geçilmez, di sala 1971'ê de li Bazarcixê ji dayik bû. Mêrxas Serêkanî, di sala 1970'yî de li Serêkaniyê ji dayik bû. Ronî Milazgird, di sala 1978'an de li Milazgirê ji dayik bû. Roza Yûsiv, di sala 1969'an de li Dêrikê ji dayik bû. Ciwan Şêxo, di sala 1965'an de li Dêrîkê ji dayik bû. Serkewt Xaneqînî, di sala 1972'yan de li Xaneqînê ji dayik bû. Bekir Doxan, di sala 1968'an de li Rihayê ji dayik bû.
 
EBDILSTAR TAHIR ŞERÎF
 
Bijîşk, siyasetmedar, rojnamevan û nivîskar Ebdilstar Tahir Şerîf di sala 1935’an de li Kerkûkê ji dayik bû. Di rojnameyên "Lîvîn", "Rojname" û ajansa "Cemawer Niyoz" de nivîsên rexnekirina hikumeta Başûrê Kurdistanê nivîsandin. Di 5’ê Adara 2008’an de li taxa Rehîmava ya Kerkûkê hat qetilkirin. Qetilkirina wî ji aliyê PDK'ê ve hat nixumandin.
 
SORAN MAME HEME
 
Soran Mame Heme ku navê Soran Mihemed Ezîz tê nasîn, di 2’yê Sibata 1986'an de li taxa Şûrîce ya Kerkûkê ji dayik bû.
 
Di sala 2006’an de li Kerkûkê wek nûçegihan di rojnameya Kurdistan Raport dest bi kar kir û piştre di ofîsa rojnameya Raport Kurdistanê de bu berpirs. Soran Mame Heme ku berpirsê Navenda Çalkê bû û endamê Koma Nivîskarên Rojnameya Nugreselman bû. Di sala 2006’an de bû berpirsê ofîsa Kerkûkê ya kovara Livînê.
 
Rojnamevan Soran Mame Heme li ser gendeliya hikumeta Başûrê Kurdistanê lêkolîn dikirin û ragihandin. Gelek caran ji aliyê hêzên ewlekariyê û rayedarên hikumetê ve hat tehdîtkirin.
 
Soran Mame Heme di 21'ê Tîrmeha 2008'an de li ber deriyê mala xwe ya li Kerkûkê dema Beşa Dîtbarî ya Fakulteya Hunerên Bedew a Kerkûkê dixwend, hat qetilkirin.
 
SERDEŞT OSMAN
 
Serdeşt Osman li Zanîngeha Selahaddînê Beşa Îngilîzî xwendibû û di sala 2004'an de dest bi karê rojnamevaniyê kir. Osman di 25'ê Kanûna 1987'an de li Hewlêrê ji dayik bûye. Di rojname û kovarên Kurdistan Press, Kurdistan Net, Livînpress, Hewlatî, Awêne û Aştîname de nûçe, nivîs û rexneyên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê weşandin.
 
3'yê Gulana 2010'an li ser cenazeyê rojnamevan Serdeşt Osman ku li Hewlêrê ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin û piştî 2 rojan li ser rêya Mezarih a li nêzî Cadeya Dûmiz a Mûsilê hatibû veşartin, şopên îşkenceyên giran hebûn.
 
WEDAT HISÊN
 
Rojnamevan Wedat Hisên Elî di 17’ê Çileya 1988'an de li gundê Alekanan ê navçeya Gever a Colemêrgê ji dayik bû. Ji ber zextên dewleta Tirk, neçar ma tevî malbata xwe koçî bajarê Dihokê bike.
 
Nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên di 13’ê Tebaxa 2016'an de li taxa Malta ya Dihokê nîvro hat revandin. Piştî nîv saetê Hisên avêtin ser rêya Dihok-Sêmêlê û bi giranî birîndar bû. Şopên îşkenceyên giran li ser bedena wî hebûn û jiyana xwe ji dest da.
 
PDK'ê qeydên zêdetirî 100 kamerayên MOBESE winda kirin ku ji kolana ku Wedat Hisên lê hat şopandin heta cihê ku birîndar lê hat dîtin.
 
DENÎZ FIRAT
 
Denîz Firat (Leyla Yildiztan) di sala 1984’an de li navçeya Çaldiran a Wanê ji dayik bû. Denîz Firat di temenê xwe yê biçûk de bi malbata xwe re ji ber êrişên Tirkiyeyê sirgûnî Rojhilatê Kurdistanê û piştre jî Başûrê Kurdistanê bû û tevî malbata xwe li Kampa Zêlê bi cih bû.
 
Denîz Firat salên dûr û dirêj ji bo têkoşîna jinên Kurd û gelê Kurd tê koşiya û di sala 2007'an de cihê xwe di nava xebatên çapemeniyê yên jinan de girt. Denîz Firat di kovara Xwedawend Zîlan, Radyoya Dengê Welat û gelek ajans û TV'yan de xebitî.
 
Rojnamevan Denîz Firat ku êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya 6’ê Tebaxa 2014'an a li dijî Mexmûr'ê dişopand, di 8'ê Tebaxa 2014'an de jiyana xwe ji dest da.
 
AGIR BANE
 
Rojnamevan Agir Bane (Amanj Resûlî) di sala 1988’an de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di ciwaniya xwe dest bi xebatên çapemeniyê kir û li Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê xebitî. Di 11’ê Adara 2016’an de dema operasyona ‘Tolhildana Geliyê Şilo’ dişopand ku li hember çeteyên DAIŞ’ê yên bi desteka dewleta Tikr dest pê kiribû, jiyana xwe ji dest da.
 
KAWA GERMIYANÎ
 
Kawa Ehmed Mihemed bi nasnav Kawa Germiyanî, di sala 1979’an de li bajarê Reşt ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2002’yan de bi kişandina wêneyan dest bi karê rojnamevaniyê kir.
 
Germiyanî di xebatên xwe yên rojnamevaniyê de li ser gendeliya desthilatê lêkolînan kirin û di sala 2011'an de pirtûka bi navê "Germiyan bi Belgeyên Reş" weşand.
 
Di şeva 5’ê Kanûna 2013'an de edîtor û xwediyê kovara Rayel û nûçegihanê rojnameya Awêneyê Kawa Germiyanî, li ber mala xwe ya li Kelarê hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.
 
ŞUKRÎ ZEYNEDÎN
 
Nûçegihanê KNN TV’yê Şukrî Zeynedîn ê ji gundê Banîsra yê bajarokê Şeladizê yê navçeya Amediyê ya Dihokê, di 1'ê Kanûna 2016'an de hat revandin û piştî 4 rojan cenazeyê wî li gundekî nêzî navçeya Amêdiyê hat dîtin.
 
Hêzên çekdar ên PDK'ê di 27'ê Çileya 2021'an de avêt ser mala rojnamevan Qehreman Rêkanî ku kurê Şukrî Zeynedîn e. Rêkanî hat destgîrkirin û birin cihekî nediyar. Dadgeriya Başûrê Kurdistanê di 24’ê Hezîrana 2021’an de bê parêzer rojnamevan Qehreman Rêkanî mehkeme kir û 7 sal cezayê girtîgehê lê birî.
 
NÛJIYAN ERHAN
 
Rojnamevan Nûjiyan Erhan (Tugba Akyilmaz) di 1’ê Çileya 1987'an de li navçeya Hîlwan a Rihayê ji dayik bû. Nûjiyan Erhan ji bo ku zilma li ser gelê Kurd nîşanî cîhanê bide, dest bi xebatên xwe yên çapemeniyê kir û li Başûrê Kurdistanê, Qendîl û Şengalê xebatên çapemeniyê meşandin.
 
Nûjiyan Erhan 3'yê Adara 2017'an dema ku li bajarokê Xanesorê yê Şengalê nûçe dişopandin, ji hêla hêzên PDK'ê ve hatibû hedefgirtin û ji serê xwe gule xwaribû û bi giranî birîndar bû. 22'yê Adarê li Nexweşxaneya Hesekê jiyana xwe ji dest da.
 
NAGÎHAN AKARSEL
 
Nivîskar, endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel di sala 1977'an de li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ya Anatolyaya Navîn ji dayik bû. Piştî ku li Zanîngeha Gaziyê Beşa Rojnamevaniyê qedand, li Zanîngeha Enqereyê, Enstîtuya Zanistên Civakî, Beşa Lêkolînên Jinan salekê xwend.
 
Di navbera salên 2008-2014'an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) wek edîtor û nûçegihan xebitî. Akarsel di rojnameyên Ozgur Gundem, Gunluk û Yenî Ozgur Polîtîkayê de nivîskarî kir, di damezirandina kovara Ozgur Kadinê de cih girt. Akarsel endama Desteya Weşanê ya kovara Jineolojiyê bû. Beriya şehîd bibe li Silêmaniyê li ser projeya Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd dixebitî.
 
Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022'yan de di encama êrişa çekdarî ya endamên MÎT'a Tirkiyeyêde li nêzî mala xwe ya li taxa Bextîyarî ya Silêmaniyê hate qetilkirin.
 
MÛRAD MÎRZA
 
Rojnamevan Mûrad Mîrza di sala 1997'an de li Şengalê ji dayik bû. Mûrad Mîrza di bihara 2024'an de li radyoya Çira FM ji bo dengê gelê Şengalê bi cîhanê bide bihîstin, dest bi kar kir. Zewicî û bavê 3 zarokan bû.
 
Tirkiyeyêdi 8'ê Tîrmeha 2024'an de êrişeke hewayî li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FM kir ku li Şengalê bi wesîleya salvegera Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an nûçe dişopandin. Di encama topbaranê de 3 rojnamevan û 4 kesên di rê re derbas dibûn, birîndar bûn. Mûrad Mîrza jî birîndar bû û 11'ê Tîrmeha 2024'an jiyana xwe ji dest da.
 
GULISTAN TARA Û HÊRO BEHADDÎN
 
Rojnamevan Gulistan Tara di 24’ê Çileya 1983'an de li Êlihê ji dayik bû. Gulistan Tara ji sala 2000’î ve wek xebatkara çapemeniya azad a Kurd li gelek qadan dixebite. Gulistan Tara ku di dema şoreşê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevanî kir, ji sala 2018'an ve li Başûrê Kurdistanê karê xwe didomand. Gulistan Tara hewl da êriş, plan û gendeliyên hikumetê yên li dijî jin û gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê derxe holê.
 
Tirkiyeyêdi 23'yê Tebaxa 2024'an de bombe li wesayîta Hêro Behadîn û Gulistan Tara yên xebatkarên çapemeniya azad li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê barand. Di êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û çend rojnamevanên din jî birîndar bûn.
 
DI SALA 2023'YAN DE 249 BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN ROJNAMEVANAN
 
Bîlançoya sûcên li dijî rojnamevanan a hikumeta Başûrê Kurdistanê roj bi roj girantir dibe. Li gorî rapora Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan a sala 2023’yan ku li Başûrê Kurdistanê kar dike; 257 rojnamevan rastî 249 binpêkirinên mafan hatin. 134 caran pêşî li rojnamevanan hate girtin, 38 caran alavên wan hatin desteserkirin, 27 caran gef li rojnamevanan hate xwarin an jî êriş li wan hate kirin û 5 caran jî rojnamevan destgîr kirin.
 
Li girtîgehên PDK'ê bi dehan rojnamevan bi awayekî nehiqûqî tên ragirtin. Edîtorê servîsa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ku di 25'ê Îlona 2023'yan de dema ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibû ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibû revandin û 308 roj e bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de tê ragirtin.
 

Sernavên din

31/08/2024
09:44 Li girtîgehên Serhedê pêkanînên salên 90'î tên sepandin
09:41 Bikaranîna mal û milkê GOÇÎZDER’ê hat bisînorkirin
09:31 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Divê em li dijî şer xeta têkoşînê ya hevpar birêxistin bikin
09:06 Oremar ev 40 sal in ji bo çanda kurdî kedê dide
09:03 Debara xwe bi keviran dike
09:00 Li Silopiya dê li dijî şer Meşa Aştiyê bê lidarxistin: Em dengê aştiyê bilind bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2024'AN
30/08/2024
23:01 Nobeda li dijî qeyûm: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin
22:55 Berdana girtiyê 30 salan cara pêncemîn hat astengkirin
20:56 Li Samsunê êrişî karkerên çandiniyê hat kirin
19:01 Ji Şaredariya Cizîrê kampanyaya paqijiyê
18:50 MKG û DFG çûn serdana gora Gulîstan Tara
17:03 Li Silopiyayê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
17:02 Mîhrîcana Gimgimê bi dawî bû
16:12 Ji bo rojnamevan Gulistan Tara mewlîd hate dayîn
16:03 Rejîma Îranê 15 sal ceza li melayê kurd birî
15:34 Endamê Helwdana 78’an Ûral hate berdan
15:28 Lingê ciwanê ku wesayîta zirxî lê da şikest
15:27 Werîşe Mûradî: Dê têkoşîna jinan a azadiyê serkeftinê bîne
15:05 YNK: Xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxê şermezarî ye
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 1’ê Îlonê bang kir
14:45 Dest danîn ser pirtûkên Benlî yê hucreyê de tê ragirtin
14:25 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Anatoliya Navîn: Binpêkirin, îşkence…
13:51 Cezayê hefsê dan redkarê wijdanê: Ez li pey gotinên xwe me
12:58 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:20 660 hezar lîre ceza li kujerê pezkuvî hate birîn
12:19 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 ‘Dewleta tirk li gundên Başûr leşkeran bicih dike’
11:51 Lawê Ertakê hatiye windakirin: Divê dewlet bi pêşerojê re hevrû bibe
11:13 Parlamenterê DEM Partiyê Çîftyurek: Erdnîgariya me bi krîza xurekê re rûbirû ye
11:09 Ji bo bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tevlibûnê
11:08 Xebatên lêgerîna Narînê ket roja 10'an: Birayê wê hate berdan
10:47 DEM Partî di meha îlonê de ‘Seferberiya rêxistinbûnê’ dide destpêkirin
10:31 Derûnas Kolyîgît: Tundî sûdê ji polîtîkayên desthilatê digire
10:26 Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin: Divê dewlet hiqûqê ji dil pêk bîne
10:00 Dayika Yuceyê: Min soz daye keça xwe ku ez ê têkoşîna aştiyê bidomînim
09:32 Parêzer Altûntaş: Ger dewlet li gor qanûnê tevnegere wê ewlehiya tu kesî tune be
09:31 Stenbolê ji bo 1'ê Îlonê amade ye: Em ê ji bo aştiyê biqîrin
09:00 ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2024'AN
07:59 Cenazeyê Tarayê li bajarê wê Êlihê bi awayekî girseyî hate veşartin
29/08/2024
23:03 Nobeta li dijî qeyûm di roja 75’an de ye
22:59 Cenazeyê Gulistan Tarayê li Silopiyayê hat pêşwazîkirin
20:04 Li Amûdê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
18:43 Sebahat Tûncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hat cem hev
18:24 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê di roja 9'an de ne
17:13 Giliya faîlên li zarokê Sûriyeyî dabûn hate kirin
17:00 Şîroveya Bayindir a Wêneya Milazgirê: Têkoşîna kurd dê bi ser keve
15:58 Guneş ji bo zarokên winda banga civîna awarte kir
14:57 Li Enqereyê banga 1’ê Îlonê: Aştî di têkoşîna gelên bindest de ye
14:54 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Raporên xesara avahiyên nexweşxaneyan eşkere bikin
14:48 Endamê Hewldana 78’an Ural hat binçavkirin
14:47 Şandeya DEM Partiyê serdana Hewş Kafeyê kir
14:18 Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike?
14:06 Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin
12:07 Tekane ajokara jin a otobûsê vegeriya ser karê xwe
12:06 Artêşa Iraqê balefirek şer a Tirkiyeyê xist xwarê
11:25 Xwepêşandana xelkê pêşî li ber dewriyeya hevbeş a leşkerên rûs û tirk girt
11:22 Cenazeyê Rojnameger Tarayê dê piştî merasîmê ji Êlihê re were oxirkirin
10:22 Danişîna doza Werîşe Muradî cara duyemîn hat taloqkirin
10:09 Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nayên bersivandin: Divê her kes deng derxe
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin