28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye

  • rojane
  • 10:05 20 Tebax 2024
  • |
ÎDIR - Yaşar Er, birayê Îbrahîm Er ê ku 30 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ye, got: "28 sal in platîn di lingê birayê min de ye. Lê ji ber ku baş nayê dermankirin her diçe demarên lingê wî yê çepê zirav bûne." 
 
Îbrahîm Er ê di Girtîgeha Tîpa  L a Panosê de ye, 28 sal in platîn di lingê wî de ye. Er, di sala 1994'an de li navçeya Başko ya Îdirê di pevçûnekê de bi birîndarî hat binçavkirin. Er, piştî hefteyekê ku di binçavan de hat îşkencekirin, Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Erziromê bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Er ê ku nehat dermankirin, ji ber şarapnela di lingê wî yê çepê de, lingê wî kin bûye û bi zorê dimeşe. Her ku diçe demarên lingê Er zehîf bûne û li gel vê nexweşîna bronşît û bêhnstendinê jî lê peyda bûne. 
 
HAT ÎŞKENCEKIRIN
 
Yaşar Er, birayê Îbrahîm Er, bibîr xist ku birayê wî bi birîndarî hatiye binçavkirin û got: "Piştî hat girtin bi du salan, yanî di sala 1996'an de hat emeliyatkirin. Ji wê rojê heya niha platîn di lingê wî de ye. Ji wê çaxê heya niha baş nehatiye dermankirin û platîna di lingê wî de jî nehatiye derxistin. Ji ber vê her çû demarên di lingê wî yê çepê de zihîf bûn û lingê wî kin ma. Ji ber vê rewşa birayê min bavê min jî nexweş ket. Bavê min di sala 2006'an de gava diçû hevdîtinê, krîzê li dilê wî xist û bi hesreta kurê xwe jiyana xwe ji dest da." 
 
DÊYA WÎ 5 SALÊN NEÇÛYE CEM WÎ
 
Er diyar kir ku birayê wî piştî hatiye girtin bi çend salan sewqî bajarên dûrî me hat kirin û wiha domand: "Dêya min 75 salî ye, extiyar e û çokên wê diêşê. 5 sal in nikare biçe girtîgehê cem birayê min. Wekî tê zanîn wekî berê rewşa aborî jî nahêle em pir biçin. Ji bo birayê min sewqî girtîgeheke nêzî me bikin me çend caran daxwazname da, lê bi neyînî hatin bersivandin."
 
Er, da zanîn ku jib o rewşa birayê xwe çend caran serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) dane lê hemû serlêdanên wan bê bersiv hatine hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "ATK, ne bêalî ye. Bijîşkên li wir bêalî tevnagerin. Wekî birayê min bi sedan girtiyên nexweş nayên dermankirin. AKP-MHP çi bêjin wiha hereket dikin." 
 
Er bilêv kir ku pirsgirêka girtîgehan tenê ne ya kurdan e û wiha bi dawî kir: "Ji bo çareserkirina meseleya kurd ji destê kê çi tê divê bê kirin. Siyaseta wan li ser esasê nenaskirina kurdan e. Gava kes ne li gor wan be, qadên jiyanê ji wan re nahêlin. Gava mesele kurd bin, her kes li hemberî wan e. Ger bixwazin meseleya kurd çareser bikin pêşî divê pirsgirêka kurdan çareser bikin."
 

Sernavên din

21/08/2024
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin