Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye

  • rojane
  • 15:22 18 Tebax 2024
  • |

ANTALYA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Manavgatê axivî, wiha got: “Divê yekî antalyayî jî bi armanca tûrîzmê bikare biçe Colemêrgê, Wanê. Ji ber wê yekê di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogûllari li navçeya Manavgata Antalyayê di çarçoveya kampanya “Nan û Edaletê” de bi saziyên sivîl re civiya. Di civîna ku li Navenda Çandê ya Ataturkê hat lidarxistin de parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç, Hevserokên DEM Partiyê yên Antalyayê, xebatkarên turîzmê, înşaet û çandiniyê û gelek kedkar jî amade bûn.
 
CIHEKARIYA HERÊMÎ HATE DESTNÎŞANKIRIN  
 
Hatîmogûllari ya li vir axivî, diyar kir ku krîza aboriyê ya ku Tirkiye di nav de qasî ku nikare were pênasekirin kûr e û wiha got: “Berê me digot ‘kêr gihiştiye hestî’ niha ji hestî derbas bûye. Niha li Tirkiyeyê nêzî 50 milyonan mirov di sînorê xizanî û birçîtiyê de ne. Em ê ji bo têkoşîna nan û edaletê di rêyan de bin û bi karkeran, kedkaran, kesên keda wan tê xwarin heta ku wekhevî û edalet pêk were em ê têkoşînê bidomînin. Ev xebat dê bi piştgiriya kedkaran, karkeran û gelê me mezin bibe. Ev ne karekî ku partiyeke siyasî bi tena serê xwe pêk bîne ye. Tûrîzm ji bo Antalyayê sektoreke gelekî girîng e. Em hemû vê dizanin. Divê li Tirkiyeyê polîtîkayeke navendî ya wisa were diyarkirin ku em bi çand, bawerî, tenduristî, spor, zozan, germav û mîhrîcanan sektora tûrîzmê belavî 12 mehan bikin. Îro ji Tirkiyeyê gelek mirov li Kurdistanê ne geriyane, ne dîtine. Çima? Ji bo ku li vî welatî cihekariyeke herêmî tê kirin. Em vê li erdnîgariya Kurdistanê dibînin. Îro, colemêrgiyek dikare li Antalyayê biçe betlaneyê. Divê yekî antalyayî jî bi armanca tûrîzmê bikare biçe Colemêrgê, Wanê. Ji ber vê yekê di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye. Ji aliyê pêşvebirina tûrîzmê ve jî divê cihekariya di navbera gel û herêman ji binî bê rakirin.”
 
MEZINBÛNA ABORIYÊ 
 
Hatîmogûllari ya destnîşan kir ku sektora ku demên dawî de herî zêde tê îstîhdamkirin sektora înşaetê ye, bi lêv kir ku mezinbûna aboriyê bi temamî li ser sektora înşaetê pêş ve diçe û wiha berdewam kir. “Ekonomîst ji vê yekê re dibêjin mezinbûna hormonî. Li cihekî ku hilberîn lê nebe mezinbûneke aboriyê ya rast jî pêk nayê. Li vir çeteyên 5’an û fîrmayên taşeron ên nêzî wan qezenc kirin. Dema ew pereyekî zêde qezenc dikin xwişk û birayên me yên hilberînê dikin jî 7 qet kûrahiyê di nav xizaniyê de ne. Bi taybetî di sektora înşaetê û baskên kar ên girêdayî wê her meh bi ser 30’an xwişk û birayên me yên kedkar di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Çima? Dewlemend û patronên ewqas pere qezenc dikin di nava pêkanîneke ku ewlehiya kar û tenduristiya karkeran tune dihesibînin de ne. Divê girîngiyê bidin ewlehiya kar û tenduristiya karkeran. Me weke DEM Partiyê têkildarî vê yekê gelek teklîfên qanûnê dan lê ev tê ra nake. Ji bo vê pêdiviya me bi têkoşîneke fîlî heye. Bila xwişk û birayên me yên karker rêxistinkirinên di sendîkayên xwe de mezin bikin. Di vê mijarê de em weke DEM Partiyê rêxistinkirina sendîkal jî di nav de ji bo gelên xwe li qadan têdikoşin û em ê her tim bi we re di nava piştevaniyê de bin.”
 
DESTNÎŞANKIRINA ÇANDINIYÊ  
 
Hatîmogûllari ya diyar kir ku Tirkiye welatekî ku senayiya wê pêşneketiye ye, anî ziman ku sektora çandiniyê çavkaniya bingehîn a debarê ye û wiha domand: “Vê desthilatê çavkaniya debarê ya civakê, ya 85 milyon welatiyan ji holê rakir. Ev desthilata ku ji xwe re dibêje ‘xwemalî û netewî’ genim jî ji Ûkraynayê û Rûsyayê îthal kir. Di pêvajoya şer zêde bû de kartol ji Sûriyeyê îthal kir. Ev desthilat ji destpêkê ve projeya sermayeya kurewî bû. Ev qaşo welatperwer in. Em ji wan re dibêjin ‘Dê herin ji wir.’ Ev dijminên herî mezin ên vî welatî ne. Dema me weke DEM Partiyê welat bi rê ve bir, karê ewil dê bibe guhertinên di polîtîkaya çandiniyê de. Divê ewilî niha bi awayekî lezgîn ji cotkaran re piştgirî û teşwîq bên dayîn. Divê mazot, ceyran, ava avdanê bên pêşwazîkirin û ev hemû ji aliyê dewletê ve bên sîgortekirin. Hûn neçarin ku çandiniyê bi pêş ve bibin. Heke hebe erdê xezîneyê, hûn neçarin ji çandiniyê re vekin.”
 
‘GIRTÎGEH VEGUHERÎNE ÎŞKENCEXANEYAN’  
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku weke DEM Partiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dê têkoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke îro qala bêedaletiyê bê kirin, di serî de girtîgeh tên. Îro tecrîd bi awayekî herî giran berdewam dike. Mirov ji ber fikrên xwe, ji ber gotinên xwe yên di çarçoveya azadiya fikrê de gotina di girtîgehê de ne. Îro girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Tecrîda li Îmraliyê hêj berdewam dike. Em ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê û israra xwe ya pirsgirêka kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê bi rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin bernadin. Mafe ku mirov zimanê xwe yê dayikê bi awayekî azad li her derê biaxive. Em ê feraseta ku îro mudaxileyî daweta kurdan jî dike qebûl nekin. Em ê li dijî vê bêedaletiyê, têkoşîna edaletê bidin, zimanê xwe bi awayekî azad li her derê biaxivin, cilên xwe yên kevneşopî li her derê bi awayekî azad li xwe bikin û li gerandina dawetê ya li dawetên xwe bidomînin. Dê vê yekê ne binçavkirinên Erdogan, ne fermanên ku Wezîrê Karên Hundir dane naguherîne. Ma me heta îro kêm girtîgeh dîtin? Me heta îro kêm îşkence dîtin? Me heta îro kêm tehcîr dîtin? Ev hemû gelên me yên li erdnîgariya Kurdistanê dijîn jiyan. Paş ve gav hate avêtin? Qet nehate avêtin. Niha jî bi paş ve gav nayê avêtin. Em ê di van hevdîtinên xwe de ji aliyekî van pirsgirêkan tespît bikin, li aliyê din jî we guhdar bikin. Ji bo guhdarîkirina we, tespîtkirina pirsgirêkan li cih û li ser projeyên xwe yên çareseriyê em ê van civînan dewam bikin û di heman demê de bi hev re bi xurtî têbikoşin ku ev yek veguhere destkeftiyan.”
 
Hatîmogûllari piştî axaftinê li dîwana hate danîn daxwaz û pirsgirêkên kedkaran guhdar kir. 
 

Sernavên din

21/08/2024
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin