Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş

  • rojane
  • 10:37 16 Tebax 2024
  • |

MELETÎ - Suleyman Yucekaya, hevalê Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ê li Îzmîrê ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, got: "Di rojekê de saetek, du saet an jî şeş saetê wî hebûya, teqez wê ji bo rêxistinê xerc bikira. 59 salên wî bi têkoşînê derbas bûn." 

 
Endamê Koma Aştiyê ya Duyemîn Alî Şukran Aktaş ku di 29'ê Cotmeha 1999'an de ji Ewropayê hat Tirkiyeyê, di 12'ê Tebaxê de li Îzmîrê ku ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aktaş di 14'ê Tebaxê de li Taxa Tarûca ya navçeya Arxan a Meletiyê ku lê ji dayik bûbû û mezin bûbû, bi girseyî hat definkirin.
 
Aktaş, di 16'ê Hezîrana 1965'an de li Tarûcayê hat dinê. Aktaş ê ku bavê wî ji bo xebatê çûbû Almanyayê, dibistana seretayî li gund, paşê jî dibistana navîn û amadeyî li navçeya Meletî ya Kûrecikê qedand. Dayika Aktaş beriya ku lîseyê biqedîne tevî xwişk û birayên Aktaş ên biçûk koçî Almanyayê kir û li wir dest bi karê karkeriyê kir. Aktaşê ku perwerdehiya xwe bi serkeftî kuta kir, ji bo xwendina Fakulteya Tibê ya Akdenîzê çû Antalyayê.
 
Suleyman Yucekaya, hevalê Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş
 
JIYANEKE MIŞT TÊKOŞÎN
 
Hem malbata wî hem jî Aktaş di dema li Meletiyê de gelek caran rastî zilma dewletê hatin. Di 10'ê Nîsana 1971'ê de apê wî Niyazî Tekîn ê endamê Federasyona Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DEV-GENÇ) ku li Wargeha Xwendekaran a Balikesîrê ya li Çagalogluya Stenbolê dima, di encama êrişa çekdarî ya endamên Ulku Ocaklariyan de bi giranî birîndar bû û piştî deh rojan jiyana xwe ji dest da. Aktaş ê ku ji qetilkirina apê xwe bandor bû, dema xwendekarê zanîngehê bû bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re hevdîtin pêk anî. Aktaş piştî ku ji ber fikrên xwe yên siyasî hat binçavkirin, li Antalyayê ji dibistanê hat îxrackirin. Aktaş ji ber zextên ku di van salan de pê re rû bi rû ma, neçar ma koçî Almanyayê bike. Aktaş ê ku li Almanyayê têkoşîna xwe didomand, ji bo tevlî çalakiyan bibe rastî zextên dewleta Alman hat.
 
ENDAMÊ KOMA AŞTIYÊ
 
Aktaş, di nava Koma Aştiyê ya Duyemîn de bû ku di 29'ê Cotmeha 1999'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê. Aktaş tevî Haydar Ergul, Aygul Bîdav, Îmam Canpolat, Yûsûf Kiyak, Aysel Dogan, Hacî Çelîk û Dîlek Kurt ji Ewropayê hat. Piştî ku di 1'ê Cotmeha 1999'an de yekemîn endamên Koma Aştiyê yên ji Qendîlê hatin girtin, Koma Aştiyê ya Duyemîn jî wekî endamên Koma Aştiyê ya Yekemîn hatin binçavkirin û girtin. 8 endamên Koma Aştiyê yên ku li Stenbolê dihatin darizandin ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Aktaş ku di sala 2005'an de ji girtîgehê derket, di doza ku pê dihat darizandin de bi hinceta "potansiyela propagandaya rêxistinê bike" 20 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Aktaş piştî ku Dadgeha Bilind di 4'ê Cotmeha 2013'an de ceza pejirand, dîsa sewqî girtîgehê hat kirin û 9 meh û 10 rojan di girtîgehê de ma. Aktaşê ku piştî ji girtîgehê derket jî têkoşîna aştiyê domand û di 29'ê Çileya 2020'an de di 2'yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Weqfa Aştiyê de wekî endamê Lijneya Çavdêriyê ya Weqfê hat hilbijartin.
 
Aktaş di 12'ê Tebaxê de li navçeya Ûrla ya Îzmîrê ku ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
 
‘XIZMETA GELÊ XWE DIKIR'
 
Aktaş ku jiyana xwe di bin zext û zehmetiyan de derbas kir, li hemberî hemû pêkanînan jî ji têkoşîna xwe paşve gav neavêt. Hevalê wî yê zarokatiyê Suleyman Yucekaya ku bi wî re mezin bû, behsa Aktaş kir. Yucekaya diyar kir ku Aktaş bi taybetmendiyên xwe yên welatparêzî û têkoşeriyê li ber çavan bû. Li kuderê hewcedarî bi alîkariyê hebûya, yekser diçû alîkariyê." Yucekaya anî ziman ku Aktaş pir ji welatê xwe hez dikir û bi bîr xist ku jiyana Aktaş bi têkoşînê derbas bûye. Yucekaya wiha domand: “2 sal bûn nexweş bû. Beriya ku nexweş bikeve, salê 2-3 caran dihat gund. Gava dêya wî li vir bûya tim dihat. Ew dilsozê bajarê xwe bû. Bandora wî li ser bajêr pir bû. 59 salên jıyana wi di nava têkoşînê de derbas bû. Hem li Tirkiye û hem jî li Ewrûpayê gelek keda wi heye. Di rojekê de du saet an jî şeş saetön wi hebûya,wê ji bo vê tevgerê xerc bikira."
 
MA / Ceylan Şahînlî  

Sernavên din

17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN