Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!

  • rojane
  • 09:51 13 Tebax 2024
  • |
img

STENBOL - Fatîh Aydin diyar kir ku ji ber ew bi kurdî diaxivî HD Îskender a li Balafirgeha Stenbolê dawî li karê wî aniye û axaftina wî ya bi kurdî dihat astengkirin. Midûrê Restorantê N.E., jî piştrast kir ku axaftina bi kurdî asteng kirin e. 

Mehmet Kalkan û Fatîh Aydin ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê ne. Her du ciwanên kurd ji bo debara xwe bikin berê xwe dan Stenbolê. Li restorant ango lokantaya HD Îskender a li Balafirgeha Stenbolê dest bi kar dikin. Her du ciwan ji ber ku bi kurmancî dipeyivin bi mobbîngê re rû bi rû dimînin. Her du ciwan herî dawî bi hinceta ku di frîtozê de şewat derketiye, ji kar hatin derxistin. Kalkan di 8’ê tebaxê de û Aydin jî di 9’ê tebaxê de ji kar hatin derxistin. 
 
HINCETA JIKARDERXISTINÊ: FRÎTOZ 
 
Kalkan da zanîn ku 4 salan ew li wê restorandê xebitî ye û wiha behsa ku wan ji kar derxistine kir: “Saet navbera 03.00-05.00’ê şevê bû, me karê xwe qedand û şûbeyê girt. Ji bo em derkevin molayê me kasiyerên li wir agahdar kir. Paşê 10 deqîqe di navberê de derbas nebû, agir bi frîtozê ket. Jixwe frîtoz jî xera bûyî bû. Tîma agirkujiyê mudaxileyî şewatê kir. Di vardiya serê sibehê de hatin girtekan girtin. Beriya em vardiyayê dewr bikin, midûrên vardiya şeve bo me şandin û gotin ‘li vir bimînin’. Paşê jî şefê giştî hat û gefa, ‘ez ê we li vir bişewitînim’ li me xwar. Paşê jî min ji kar derxistin.” Kalkan anî ziman ku wî heqdestê rojên xwe yên bi destûr wernegirtiye û got: “Min parêzer girt. Ez ê bi rêyên hiqûqî serlêdanê bikim. Heqaret û çêrên ku li me kirine wê li cem wan nemîne.” 
 
‘TU NIKARÎ BI KURDÎ BIAXIVÎ!’ 
 
Fatîh Aydin jî diyar kir ku ew sê mehan li restorandê xebitî ye û di vê demê de ew li lojmanên aydî fîrmayê de maye û lojmana lê dima jî ne cihê mayînê bû. Aydin wiha got: “Di nava van sê mehên ku ez li wir xebitîm de ji heqaretan heta gefan li min hatin xwarin. Em 8 kes li lojmanê diman. Ne paqij bû û ji mişkan bigire heta kêzikan her tişt hebûn. Mislixên wan xerabûyî bûn. Ev tev ne bes bûn, cihêkarî jî li kesên li wir diman dihat kirin.” 
 
Aydin destnîşan kir ku dema ew bi kurdî dixivin berteka, “tu nikarî li vir bi kurdî biaxivî” nîşanî wî hatiye dayîn. Aydin wiha axivî: “Dema stranên tirkî dihatin vekirin, kesî dengê xwe nedikir lê dema me stranên kurdî vedikir, heqaret li me dihat kirin. Herî dawî jî guhdariya li stranên kurdî jî hat qedexekirin. Midûrê me yê restorantê wiha digot, ‘ez ê li vir hemû kurdan biqewirînim, hewcedariya me bi kurdan tune ye, em ê nehêlin ku kurd li vir bixebitin’. Piştî van gotinan 12 personelan ji kar derxistin. Hemû jî kurd bûn.” 
 
MEAŞÊ XWE NEGIRTINE 
 
Aydin da zanîn ku şert û mercên xebatê jî gelek xerab bûn û wiha got: “Mirov nikarin 24 saetan bixebitin. Lê belê mafê me yê bêhnvedanê jî li me heram kiribûn. Carna ji 15 rojan carekê destûr didan me. Wan rojên me jî ne wek mesaî hesab dikirin. Heqdestê me hemû hatin tunekirin. Heqdestê min ku ez ji wan bigirim heye. Ez çûm min heqdestê xwe xwest. Gotin, ‘em nadin, te çima îstîfaya xwe nenivîsandiye’. Mehek berê jî meaşê hemû personelan kêm razandin.” 
 
MIDÛRÊ RESTORANTÊ: NAXWAZIM BI KURDÎ BIAXIVIN 
 
Me der barê mijarê de xwe gihand midûrê restorantê N.E. û têkildarî mijara navborî wiha bersiva me da: “Em tenê naxwazin ku li cem mişteriyan bi kurdî were axaftin. Ez naxwazim li cem min jî bi kurdî biaxivin, çimkî ez ji wan fam nakim.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

14/08/2024
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin