Nivîskar Yurtsever: Tirkiye dixwaze cihên hatine valakirin dagir bike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Engîn Yurtsever diyar kir ku Tirkiye hewl dide cihên hatine valakirin dagir bike û wiha got: “Rojhilata Navîn di nava şerekî de ye û dê gelek sînor biguherin. Tirkiye dixwaze sînorên xwe berfireh bike. Lê ew hêza wê nîne.” 

 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê, li çoltarê navçeya Amediyeyê ya Dihokê zêde bûne. Dewleta tirk, bi hevkariya PDK’ê li herêmê baregehên leşkerî yên nû û noqteyên kontrolê ava dike. Her wiha gelek carn sewqiyatên leşkerî dike. Rojnameger-nivîskar Engîn Yurtsever têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. 
 
Yurtsever, diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ya ji êrişan Mûsil û Kerkûk in lê ev plan sed sal berê nekaribûn bikevin meriyetê. Yurtsever, diyar anî ziman ku biryara “Osmaniya nû” ya îktîdarê, hewldana avakirina zemîna vê planê ye. Yurtsever, wiha domand: “Ji bo êrişên li dijî Qendîl û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ewil herêma Behdînanê hedef digirin. Tevî bikaranîna çekên kîmyewî û hemû cureyên çekên tekonolojîk jî nekarîn li hemberî berxwedanê pêş bikevin. Nikarin ji bejahî ve pêş bikevin û em dibînin ku ji hewayî ve jî bi rehetî nikarin tevbigerin.” 
 
'DIXWAZIN DEMOGRAFIYÊ BIGUHERÎNIN’ 
 
Di berdewamê de Yurtsever anî ziman ku Tirkiye komên paramîlîter ên li Sûriyeyê vediguhêze herêmê û wiha pê de çû: “Gelek caran cilên leşkerên xwe li van çeteyan dikin û kamufle dikin. Bi anîna milîtanên rêxistinên cîhadparêz û malbatên wan re dixwazin demografyaya Kurdistanê biguherînin. Bi vê yekê re dê devera weke Kurdistan tê pênasekirin ji eslê xwe bê qutkirin.” 
 
Yurtsever, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin cihên hatine valakirin îlheq bikin û rêveberiyeke sivîl lê ava bikin. Heke ev nebû jî dixwazin weke baregehên leşkerî bi kar bînin. Li gorî wan dê sînor û rêveberiyên Rojhilata Navîn biguherin û hedefa wan jî ev e. Ji ber ku Rojhilata Navîn di nava şer de ye û dê sînorên gelek welatan û rêveberiyên wan biguherin. Dewleta tirk jî dixwaze ji vê sûd bigire û xaka xwe berfireh bike. Lê ew hêza wê nîne.” 
 
‘PDK DI ÊRIŞAN DE ROL DILÎZE’
 
Bi domdarî Yurtsever got ku hikûmeta Iraqê bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrişan re tu micidbûna xwe nemaye û wiha derbirî: “Cihên di bin rêveberiya PDK’ê de gav bi gav ji dest diçin. Yên li ber xwe didin jî tevgera azadiyê ye. Lê yên pêvajoya ber bi teslîmbûnê ve dibin PDK ye. Mimkin nîne ev êriş bêyî erêkirina Iraq û PDK’ê bên kirin. Hem di mijara vakirina baregehên leşkerî, hem di valakirina gundan û hem jî di mijara alîkariyê de di şer de cih digire.” 
 
'KURD LI BER XWE DIDIN’
 
Yurtsever, bal kişand ser şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn û axaftina xwe wiha qedand: “Ev pêvajoya nû, bi Bihara Ereban re dest pê kir. Niha ber bi dawiya pêvajoyê ve diçin. Weke hedef Îran derdikeve pêş lê li ser rê Lubnan, Sûriye û Iraq hene. Dewleta tirk jî vê rewşê dibîne lewma dixwaze bi avakirina rewşeke defacto re Mîsak-i Mîlliyê dîsa zindî bike. Lê rastiya niha û ya sed sal berê ne wekî hev e. Dewleta tirk dikariya li ser bingeheke demokratîk bi kurdan re lihev bikira û ji vê rewşê rizgar bûbûya. Dikariyan bi mafên destûra bingehîn, bi perwerdeya zimanê dayikê, xweserbûna rêveberiyên herêmî, azadiya girtiyên siyasî û bi îadekirina hinek mafên sereke gav biavêtina lê nekirin. Li şûna axaftinê, şer tercîh kirin. Lê di dawiya dawî de dê neçar bimînin ku dîsa biaxivin. Kurd, hem ji hêla siyasî hem jî leşkerî ve li ber xwe didin û winda nakin.” 
 
MA / Delal Akyuz 
 
 
 

Sernavên din

08/08/2024
11:00 Hêzên girêdayî Şamê dîsa êrişî Dêrazorê kirin
10:52 Fikrên Enver Paşa di hişê AKP’ê de ne: Rejîma ‘qirkirina nepen’
10:21 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
10:20 Kana xîzî ya li Koseliyê dibe sedema mirina welatiyan
10:19 Li Bazarcixê şeva piştevaniyê hat lidarxistin
09:37 Li Sîteya 3’yemîn a Pîşesaziyê ya Amedê şewat derket
09:36 Li Îmraliyê qanûn pêk nayê: Ne biryara DMME’yê ne jî ‘mafê hêviyê’ tê bicihanîn
09:35 Remzî Kartal: AKP'ê hişê xwe xwariye, Tirkiye di pêvajoya guherînê de ye
09:24 Dê li Zozanên Hasandînê mitîng were lidarxistin
09:18 Karamus: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêdivî bi seferberiyê heye
09:01 Bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girt jiyanek nû ava kir
09:00 Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû
09:00 Girtiyê nexweş ê ku di hucreyê de tê girtin nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2024'AN
07/08/2024
21:50 Ji Komeleya Dema Jinan çalakiya atolyeya mûman
21:47 Li Peyasê 'Civîna Kedê ya Jinan' hat lidarxistin
20:43 Li Osmaniyeyê 4 kes ji ber govendgerandinê hatin girtin
19:43 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê li Îmraliyê hevdîtin pêk bên
16:55 Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barandin û şewat derket
16:51 Li girtîgaha Tîpa M ya Êlihê ferzkirina tekmîl û jimartina ser piya
16:27 Zêdetirî milyonek navên navnîşanan hatine astengkirin
16:01 Li Nîgdeyê di 7 mehan de hejmara kûçikan ji 800’an daket 30’an
15:06 Derbarê rojnameger Karakoç de biryara girtîn û îade kirinê
14:43 DYA’ê ji ber îxracata bi Rûsyayê re Tirkiye hişyar kir
14:23 Hatimogûllari li Îdirê li pirsgirêkên karker û bêrîvanan guhdar kir
14:11 Encamên nimûneyên ji avahiyên nexweşxaneyan hatin girtin nayên eşkerekirin
13:36 Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan
13:22 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
13:08 Leşkerekî binefser li Zapê hat kuştin
13:02 Li Behra Spî erdhej
12:28 Şewata li Dêrsimê hate vemirandin
12:08 Kiliçdaroglû û Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan
12:01 Tecrîdkirina Ocalan di rojeva parlamentoya Awistralyayê de ye
11:51 Weliyê ku Tirkiyeyê radestî komên paramîlîter kiribû, bi fîdyeyê hate berdan
11:33 Li Serêkaniyê pankartên Ocalan hatin daliqandin
11:32 Îdiaya TUÎK’ê: Yek ji saziya herî şefaf a cîhanê em in!
11:05 MKG: Rojnamegerên jin di dorpêça darazê de ne
10:33 Serokê hikûmetê yê demkî yê Bangladeşê diyar bû
10:33 Nehiştin girtî Sert bi malbata xwe re wêneyeke komî bikişîne
09:47 Hêzên bi ser Şamê ve êrişî Dêrazorê kirin: 2 kes hatin kuştin
09:46 Jineolojî di hejmara nû de li ser ‘Başûr’ disekine
09:44 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Çakmak: Sedema êrişan neçareserkirina meseleya kurd e
09:43 PADÊ bang li dadgeha Iraqê kir: Biryarê di ber çavan re derbas bikin
09:27 Hevserokê SYKP’ê Tîtîz: Sedema esasî ya krîza aborî şer e
09:26 Di ezmûnê de bi ser ketin, walîtiyê pêşî li wan girt
09:24 Demîrel: Êrişên li ser çanda kurdî rengvedana tecrîdê ye
09:23 Li Zapê şerekî dijwar diqewime
09:05 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:05 Ji ber netevdîrgirtinê qeza çêdibin: Ji dêvla hûn bela xwe di kurdî bidin tevdîrê bigirin
09:04 ‘Aram Tîgran dê her tim di dilê kurdan de bijî’
09:03 Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin
09:00 Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2024'AN
06/08/2024
21:12 Li Osmaniyeyê kesek ji ber govendê hat girtin
20:15 Rojnamevan Ren hat berdan
16:51 Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin
16:03 Muxalefetê ji bo qedexekirina Instagramê banga civîna awarte kir
15:15 Dayikên Aştiyê banga mezinkirina daxwaza aştiyê kirin
15:14 Rapora girtîgehên Egeyê: Muameleya xerab û tundî li girtiyan tê kirin
14:57 SES: Ji ber ku tevdîr nayên girtin em dimirin
14:22 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz ji bo Erdogan got ‘Dîktator’
14:01 Li Şirnexê Konferansa Jinan hat lidarxistin
13:34 9 baregehên nû hatin çêkirin, 184 malbatan malên xwe terikandin
13:25 Ji bo pirsa xizmeta bi kurdî bersiva ‘dewleta tirk dabeş nabe’ da
13:24 Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin
12:42 Ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê doz hat vekirin
12:29 Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê encamnameya komxebeta xwe eşkere kir
11:52 ÎSÎG: Di meha tîrmehê de 144 karker mirin
11:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:18 Çeteleya tundiyê ya tîrmehê: 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
09:51 Anket: Dengê AKP’ê daket ji sedî 26’ê
09:50 Dadgeha Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî û PADÊ bên girtin
09:42 Demîr bang li muxalefetê kir: Em li dijî polîtîkayên şer bibin yek
09:40 Dr. Gossner: Divê Ocalan were berdan û daxilî çareseriya siyasî bê kirin
09:31 Li Agiriyê sewalkar yek bi yek îflas dikin
09:15 Hem hilberîner hem cotkar zehmetiyê dikişînin
09:09 Ji ber ku bi kurdî axivî hevdîtin hat bidawîkirin
09:08 Di kampanya ‘azadiyê’ de wê bikin ku NY bikeve tevgerê
09:07 'Em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin êrişan'
09:07 Mûtlû: Wê têkoşîna ji bo hevserokatiyê netew-dewletê bihejîne
09:02 Newroz Uysal: Di hevdîtinên me de daxwaza lezgîn a yekitiya neteweyî hat kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN
08:44 Li Osmaniyeyê serdegirtinên ‘govendê’: 5 kes hatin binçavkirin
08:34 Bacên gumrikê hatin zêdekirin
05/08/2024
23:32 Li Êlihê Şevbuhêrka Dengbêjan
22:17 Li Stenbol û Îzmîrê nobeda li dijî qeyûm: Wê gelê kurd bi ser bikeve
17:53 Ên li Herekolê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
16:58 Di çalakiya 'Deng bide azadiyê' de gazî kirin: Dawî li tecrîdê bînin
15:50 729 hezar penaberên Sûriyeyî winda ne!
15:35 Di şewata li Şankûşê de rezên gundiyan jî şewitî
15:12 Cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan hatin kirin
15:08 Hatimogûllari: Bila biryarên DMME’yê bên sepandin
Bakirhan: Divê Can Atalay demildest bê tehliyekirin
15:03 Werîşe Muradî dadgehê protesto kir û beşdarî danişînê nebû
15:02 Li Cizîrê ji ber germahiyê kolan vala man
14:41 Serokwezîra Bangladeşê welat terikand
14:20 Ji ber bobelata ceyranê giliyê Serokê Şaredariya Îzmîrê hat kirin
14:20 Bangawaziya hevpar: Divê biryara Can Atalay were pêkanîn
13:54 Zilamê ku Pinar Bayrakê kuştibû hate girtin
12:58 Jinek li Mêrsînê hate kuştin
12:24 Li Îngîltereyê kabîne li dijî êrişên nijadperest bi lezgînî dicive