Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e

img
DÎLOK - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pir girîng e.” 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê li eywaneke dawetan a li navçeya navendî ya Alebanê bi dirûşma “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” 7’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li kongreyê bûn. Li eywana kongreyê pankarta “Denîz Poyraz rûmeta me ye” ku wêneyê xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz a li Îzmîrê hatibû qetilkirin li ser, hatibû daliqandin. 
 
Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, ji ewil bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê tên kirin û wiha got: “PDK bi AKP’ê re hevkariyê dike. Îktîdara AKP-MHP’ê di mijara pirsgirêka kurd de tercîhek kir. Gelê kurd ev sed sal in li dijî mejiyê dibêje ‘pirsgirêka kurd çareser nabe’ li ser pêya ye. Kurdistan piştî şerên qewimîn kirin çar parçe û li her çar parçeyan gelê kurd rastî polîtîkayên pişaftin û zextê tê. Divê gelê kurd li dijî vê rewşê yekitiya xwe ya neteweyî ragihîne.”
 
'EM Ê DEV JI NIRXÊN XWE BERNEDIN’
 
Bi domdarî Uçar êrişa DAIŞ’ê ya di 20’ê tebaxa 2016’an de li Dîlokê li dijî dawetekê pêk anî û 57 kes qetilkirî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Duh, salvegera Komkujiya Şengalê bû. Li pêş çavên hemû cîhanê li dijî êzidiyan qirkirin pêk anîn. Kurdan, cîhan ji barbariya DAIŞ’ê xelas kirin lê AKP-MHP dixwaze wan dîsa biafirîne. Di êrişên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de ev çeteye tên bikaranîn. AKP-MHP hewl didin Kurdistanê bi destê DAIŞ’ê bixin bin kontrola xwe. Lê çi bikin jî em ê dev ji nirxên xwe bernedin.” 
 
'EM Ê JIYANA HEVPAR MEZIN BIKIN’ 
 
Uçar, anî ziman ku di hilbijartinên dawî de li Kurdistanê ne tenê şaredarî bi dest xistine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me bersiv da polîtîkayên şer û tecrîdê. Şaredarî ne tenê cihên xizmetê ne, di heman demê de cihê dîrok lê tê nivîsandin û bi îro dike yek e. Lewma qeyûman tayîn dikin. Paradîgmaya me ne tenê li Rojhilata Navîn, ji her devera cîhanê re dibe mînak. Hêzên hegemon jê ditirsin. Em ê jiyana hevpar a li Rojava aj dayî li her deverê zindî bikin. Nekarin bi plana têkbirinê, qeyûm û şer avadaniya civaka Kurdistanê têk bibin. Hêzên ewlekariyê yên di dema çalakiyê de li ser pankartên me bi hûr û kûr lêgerînê dikin, destûrê didin ku tiryak li bajarên me belav bibe. Daxwaza her kesî, Tirkiyeyeke bêyî AKP-MHP’ê ye. Di bingeha hemû pirsgirêkên niha de pirsgirêka kurd heye.” 
 
'JI NIVÎSA PÊŞÎ PEYA DITIRSIN’
 
Di berdewamê de Uçar bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev 41 meh in tu agahî jê nayên girtin. Azdaiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pir girîng e. Pêdiviya îktîdarê bi birêz Ocalan heye. Deriyên Îmraliyê vekin. Bandora birêz Ocalan li ser gelên Tirkiyeyê heye. Li hêla din îktîdara AKP’ê ji nivîsên ‘Pêşî Peya’ ya ku şaredariyên me li kolanan nivîsandiye ditirse. Ma hûn ji çi dirisin? Êrişî govendên kurdan û dirûşman dikin. Hewl didin wan krîmînalîze bikin. Çi bikikn jî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ heqîqeteke. Ew çi bikin jî dirûşma aştiyê ‘Bijî Serok Apo’ ye û em ê her berz bikin.” 
 
Dema Uçar behsa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikir, gelek caran axaftina wê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qutkirin. 
 
Piştî axaftinan hilbijartin hat kirin û Candan Yavuzer û Mehmet Ozkan weke Hevserokên DBP’ê yên Dîlokê hatin hilbijartin. 
 
Kongre, bi gerandina govenda li ber stranên kurdî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

05/08/2024
14:20 Bangawaziya hevpar: Divê biryara Can Atalay were pêkanîn
13:54 Zilamê ku Pinar Bayrakê kuştibû hate girtin
12:58 Jinek li Mêrsînê hate kuştin
12:24 Li Îngîltereyê kabîne li dijî êrişên nijadperest bi lezgînî dicive
12:04 Di çalakiyên protestoyê yên li Bangladeşê de 300 kes mirin
11:22 Li navçeya Şankûşê agir bi dar û deviyan ketiye
10:36 Li Elkê 3 gund du meh in di bin dorpêça leşkerî de ne
10:34 Îdiaya TUÎK’ê: Enflasyona salane daket ji sedî 61’an
09:52 ENAG: Di meha tîrmehê de enflasyon ji sedî 5,91 zêde bûye
09:29 Tedawiya girtiya siyasî ya nexweş tê astengkirin
09:11 Dayika girtiyî ya li dij tecrîdê têdikoşe: Em jiyanekî wekhev dixwazin
09:04 ‘Qedexekirina kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan’
09:01 Nivîskar Yurtsever: Tirkiye dixwaze cihên hatine valakirin dagir bike
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2024'AN
08:33 Xwebûn bi manşeta ‘Govend azadî ye’ derçû
04/08/2024
22:37 Jîn Artê konsera Kasim Taşdogan li dar xist
22:14 Di tûrnûvaya futbolê de bal kişandin ser zimanê zikmakî
20:17 Îsraîlê dîsa êrişî dibistanan kir: 30 kes mirin
19:59 Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin: Em berxwedana jinan silav dikin
17:41 Prof Ekîncî yê gotibû ‘Pêşî Kurdî’ vexwendin îfadeyê
17:09 Hevserokên TUHAYDER’ê hatin berdan
16:33 Li Xeta Jinê hevdîtina jinan
16:00 Li Qersê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
15:37 Li Mêrdînê karkerekî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
14:34 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Guftûgo û muzakere welêt parçe nakin
14:05 Damezirînerê SADAT’ê Tanriverdî mir
13:54 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e
13:50 DEM Partî çû serdana girtiyên Doza Geziyê
12:46 Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin
12:37 Li dijî tecrîdê çalakiyên rûniştinê tên destpêkirin
11:47 Li Amedê komxebata ekolojiyê hat lidarxistin
11:40 Bîlançoya şer a meha tîrmehê hat eşkerekirin
10:25 Hejmara 75’emîn a Kovara Jinê derket
10:03 Ji bo 8 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:54 ‘Em hewl didin jinan bêhtir tev li hemû qadên jiyanê bikin’
09:26 Rewşa girtiyê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:20 ‘Dagirker ji qûbê dibeze, asteng û qedexe dike’
09:11 Girtiyê ku di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê nayê berdan
09:10 Şîrketa çavberdaye Hasandinê diyar bû
09:07 Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin
09:04 Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin
09:02 ‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
03/08/2024
22:59 Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin
21:34 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
21:18 Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar
16:16 Meclisa Jinan: Li Şengalê yekitiya gelan hedef girtin
16:08 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujî şermezar kirin
15:50 TJA’yê ji serokkomarê Iraqê re name şand
15:43 Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin
15:25 Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin
14:51 Banga ‘Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin’ hat kirin
14:31 Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan banga edaletê kirin
13:59 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
13:36 Lêpirsîna êrişa Edliyeya Stenbolê: Ji 19 kesan re heya 15 salan ceza hefsê hat xwestin
13:14 Li Somaliyê teqîn: 32 kes mirin, 63 kes birîndar bûn
13:03 Mexdûra Erdhejê Kaya: Bi raporên taybet edaletê dikirin
11:54 ‘Bila 3’yê Tebaxê bibe Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’
11:00 Ji Îsraîlê êrişa hewayî: Fermandarekî Tugeyên el-Kassamê hate kuştin
10:53 Dê li Depê Mîhrîcana Çand û Xwezayê bê lidarxistin
10:52 KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin
10:13 Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye
09:09 Ekmen: Kurdî parçe nake lê wê ev mêjî welêt parçe bike
09:08 Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:07 Ji ber nexwestin di êrişan de cih bigirin doz li cerdevanan hat vekirin
09:00 Bertek nîşanî êrişan dan: Divê em govenda xwe mezin bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN
07:14 Li Îranê di mehekê de herî kêm 55 girtî hatine darvekirin
02/08/2024
21:35 "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe'
21:26 DEM Partî: Werin em bi hev re lîstikên nijadperest pûç bikin
17:23 Li Kerboranê 'Pêşî Peya' cardin hat jêbirin
16:28 Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir
16:11 Di ‘Nobeta Aştiyê’ de berteka bêtehamuliya li hember kurdî
16:04 Îşkenceya polîsan protesto kirin: Hûn nikarin serî bi ciwanan bidin tewandin
15:52 OHD’ê rapora binpêkirinên tenduristiyê parve kir
15:37 Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Pêya’ dîsa hatin nivîsandin
14:55 Der heqê girtiyên li dijî lêpirsîna ‘nasnameyê’ derketin lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Êrişa li dijî zimanê kurdî didome: Li Cizîrê jî nivîsa ‘Pêşî Peya’ hate jêbirin
13:56 Ji bo girtiyê nexweş Guvel serî li Wezareta Dadê da
13:02 Hinceta astengkirina Instagramê: Li gorî qedexeya sûcên katalogê tevnegeriya
12:44 DEM Partiyê têkildarî Qoserê daxuyanî da: Lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin
12:23 Li 9 bajaran hinek qad ji statûya daristanê hatin derxistin
12:22 Erdogan li ser Instagram a hatiye astengkirin peyam parve kir!
11:50 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:37 Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn
11:36 MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya
11:27 Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin