Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin

  • rojane
  • 10:08 30 Tîrmeh 2024
  • |
STENBOL - Ji kesên bi hinceta stran û govendên kurdî hatine girtin pirsên “Kî mudaxileyî govendê dike?” û “Piştî hilbijartinê çima ev qas vîdeo tên parvekirin?” hatin kirin. Parêzer Ferat Bogatekîn banga “bikevin nava liv û tevgerê” li rêxistinên hiqûqê kir. 
 
Di encama serdegirtinên malan ên di 27’ê tîrmehê de li Stenbolê 19 kes ji ber govendên di dîrokên cuda de li ber stranên kurdî gerandin hatin binçavkirin. Binçavkirî ji ewil li ser medyaya dijîtal ji hêla hesabên nîjadperest ve hedef hatin nîşandan û piştre hatin binçavkirin. Di 28’ê tîrmehê de jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 19 kesan 12 jê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin. 7 kes jî piştî îfadeyê hatin berdan. Yek ji parêzerên tev li karûbarên îfadegirtinê bûyî jî endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ferat Bogatekîn bû. Bogatekîn têkildarî tawanbariyên li muwekîlên wan tên kirin axivî. 
 
HINCET: GERANDINA GOVENDÊ, GOTINA STRANÊ 
 
Parêzer Bogatekîn da zanîn ku sedema binçavkirin û girtinan “Gerandina govendê û strîna gotinên stranê ye” û got ku ev hincet dikevin ber azadiya xweîfadekirinê. Bogatekîn, wiha domand: “Heke ev çalakî bangawaziyeke ji bo kirina tundiyê nebe, heke hinek kesan sor neke û li qadeke vekirî neyên kirin, bi temamî dibe şahî. Divê weke çalakiyên tundiyê di nav xwe de nahewînin û nakevin ber propagandaya rêxistinê bên nirxandin. Hinek muwekîlên me dema li eywana dawetan li ber stranan dilîzin, bala xwe nadin ser muzîkê. Di govendeke nîvsaetê didome de gelek stran tên gotin û muwekîl jî guhê wan ne li muzîkê ye.” 
 
PIRSA 'KÎ MUDAXILEYÎ GOVENDÊ DIKE?’ 
 
Di berdewamê de Bogatekîn bi lêv kir ku di îfadeyên li emniyetê de pirsên weke “Kî beşdarî vê dawetê bûn?”, “Xwediyê eywana dawetê kî ye?”, “Kî mudaxileyî govendê dike?” û “Di nava kesên govendê digerînin de yên têkiliya wan bi rêxistinê re heye hene yan na?” hatine kirin. Bogatekîn, wiha pê de çû: “Hêzên ewlekariyê îdia dikin ku piştî hilbijartinê, gelê kurd bi serkeftina hilbijartinê re van vîdeoyan pir zêde parve dikin. Muwekîlên me dibêjin ku beşdarî dawetên xizmên xwe bûne û ji berê ve li ber stranên kurdî govendê digerînin. Her wiha gotin ku tu eleqeya wan bi naveroka dirûşm û stranan re nîne û tenê li gorî ritma muzîkê dilîzin.” 
 
'ZEXTÊ LI SER CIVAKÊ DIKIN’
 
Bogatekîn, anî ziman ku ji kesên hatine girtin muzîkjen hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema OHAL’ê de hunermend û akdaemîsyenên muxalîf hatibûn girtin. Niha jî zextê li muzîkjen û hunermendên kurd dikin da ku asteng bikn. Bi vê zextê re dixwazin muzîk û hunera kurdan bêdeng bikin. Çalakiyên bi vî awayî divê di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de bên nirxandin. Lê belê hinek derdor vê rewşê cuda nîşan didin û dixwazin zextê li civakê bikin.” 
 
'YÊ TEV LI ŞAHIYA LEŞKERIYÊ BÛYÎ JÎ HATE GIRTIN’ 
 
Bogatekîn, daxuyand ku li Arnavutkoyê “şahiya leşkeran” jî ji hêla hesabên nîjadperest ve weke “dawet” hatiye nîşandan û hedefgirtin. Bogatekîn, axaftina xwe wiha qedand: “Kesê govend gerandî li Aydinê li şaxa leşkeriyê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Îdiayên behsa xeberê tevek jî di hiqûqa navxweyî de weke sûc nayên dîtin. Di dozên mîna van de jî biryara beraetê derketiye. Nayê qebûlkirin ku hiqûq van bidarizîne. Êdî dadgeh li gorî manîpulasyona ser medyaya dijîtal tê kirin dixebitin. Li gorî bandora hinek hesabên troll dixebitin. Dîmenên behsa xeberê aydê çendek sal berê ne. Lê ev hesabên trol parve dikin û dikin hedef. 
 
Em ê li dijî van girtinan îtîraz bikin. Bi destê hiqûqê mudaxileyî jiyan û azadiya fikr û xweîfadekirinê tê kirin. Divê baro û saziyên hiqûqê di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin. Li gorî biryarên DMME, AYM û Dadgeha Bilind eşkereye ku ev kiryar sûc nînin. Lewma divê saziyên hiqûqê bikevin nava tevgerê. Her wiha karîneya bêgunehiyê ya muwekîlên me tê binpêkirin. Di demeke ku em nikarin wêneyekî muwekîlên xwe bikişînin de vîdeoyên ku muwekîlên me ji piştve hatine kelemçekirin û îşkence lê tê kirin tên parvekirin.”
 
MA / Ferdî Bayram
 

Sernavên din

02/08/2024
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin