DEM Partiyê li Wanê du malbat li hev anîn: Kurd aştîxwaz in

  • rojane
  • 16:50 27 Tîrmeh 2024
  • |
 WAN - Komîsyona Têkiliyên bi Gel te ya DEM Partiyê du malbatên ku di navbera wan de dijminatî hebû li hev anîn. Hevşaredar Neslîhan Şedal ku di organîzasyonê de axivî, da zanîn ku kurdan her tim ji bo aştiyê têkoşiyane û kêfxweşiya xwe ya ji bo vê lihevanînê anî ziman.
 
Komîsyona Têkiliyên bi Gel re ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê malbatên Înal û Demîryent ku dijminatî di navbera wan de hebû li hev anîn. Malbat, bi pêşengiya DEM Partiyê li Mala Şînê ya Sixkê ya li Taxa Sixkê ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê malbat anîn cem hev û li hev anîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê, rêxistinên DEM Partiyê yên Rêya Armûşê û Tûşbayê, Komeleya Melayan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rûsipiyên Wanê û Colemêrgê û gelek welatî tev li organîzasyona lihevanînê ya malbatên Înal û Demîryent bûn.
 
Beriya 3 mehan li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di navbera du ciwanan de şer derketibû û ciwanê bi navê Serhat Înal jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Înal, ji bo otopsiyê rakiribûn Saziya Tîpa Edlî (ATK) û di rapora ATK’ê de hatibû destnîşan kirin ku Înal ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Piştî vê yekê rûsipî û mezinên malbatan ji bo aşitiyê ketibûn di nava hewldanan de û ji bo aştiyê pêk bînin serî li Komîsyona Têkiliyên bi Gel re ya DEM Partiyê dabûn. Komîsyona DEM Partiyê jî ketibû di nava malbata Înal û Demîryent de û her du malbat li hev anîn.
 
‘EM DIXWAZIN EV AŞTÎ BIBE AŞTIYEKE MAYÎNDE’
 
Ewilî hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û ji bo lihevanîna her dû malbatan spasiyên xwe ji kesên ked dayî re kir. Dîlekçî, da zanîn ku ew weke rêxistin bi salan e têkoşîna wekhevî û aştiyê didin û destnîşan kir ku wan di vê rêyê de gelek bedel jî dane. Dîlekçî, anî ziman ku gelê kurd hertim li hemberî zilm û zordariyê gotiye aştî û wiha dirêj kir: “Kurd ji bo rûmeta mirovahiyê hertim aştîxwaz in. Ev êşa van her du malbatên me, êşa me hemûyan e û em dixwazin di nava hemû civakê de aştiyek pêk bê. Nexweşiyên bi vî rengî hertim derdikevin. Ya girîng ew e ku em van nexweşiyan bi vî awayî çareser bikin. Em dixwazin ev aştî bibe aştiyeke mayînde. Em soz didin ku em ê hertim meseleyên xwe li ser silh û selehetê çareser bikin.”
 
‘KURDAN JI BO AŞTIYÊ HERTIM TÊKOŞIYAN E’
 
Hevşaredara Bajarê Mezin Neslîhan Şedal jî, ji bo nêzîkbûna her du malbatan spasiyên xwe pêşkêş kir. Şedal, bi bîr xist ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn şerekî giran heye, qetlîam pêk tên, tecrîdeke giran tê meşandin û ji aliyekê ve jî girtin û kuştin hene. Şedal, da zanîn ku civaka kurd hertim ji bo cîhanê bûye mînaka aştiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd ji bo aştiyeke mayînde xwe birêxistin dikin û têdikoşin. Lewma destê pergalê hertim di nava civaka me de ye. Em jî weke rêxistin êşa malabatên xwe parve dikin û em îro ji ber vê yekê li vir in. Tişta ku dikeve ser milên me ew e ku em pêşî li bûyerên bi vî rengî bigirin û xizmetê ji bo aştiyê bikin. Kurd xwedî çand û dîrokeke qedîm in û ji bo aştiyê hertim têkoşiyan e. Divê niha jî em li dijî kuştinê, mirinê, polîtîkayên li ser axa me tê meşandin bertekeke xurt bidin.”
 
‘TEKOŞÎNÊ EM KIRINE MALBATEK’
 
Dû re Hevşaredar Abdullah Zeydan axivî û ji bo malbata Înal sersaxî xwest. Zeydan, diyar kir ku vê tekoşînê ew kirine malbatek û destnîşan kir ku ew ji bo vê bûyerê gelek xemgîn in. Zeydan, anî ziman ku di jiyanê de hertim nexweşî hene û bi lêv kir ku divê mirov li dijî bûyerên nexweş hinekî têgihiştî bin. Zeydan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava civaka me de mirovên rûsipî ku qedrê gelê xwe, partiya xwe, aştiyê digire hene û niha jî bûne sedema aştiyeke wiha. Ji xwe mezinatî, wêrekî jî ew e ku mirov şîrikê aştiyê be. Em gelek spasiya her du malbatên xwe jî dikin ku li hev hatin.”
 
Li ser navê Komeleya Melayan jî Mela Abdûlkerîm Batûk axivî û bi ayetên Qûranê behsa pîroziya aştiyê kir. Batûk, spasiya her du malbatan jî kir ku ji bo aştiyê ketine di nava hewldanan de.
 
HER DU MALBAT LI HEV HATIN
 
Piştre li ser navê malbata Înal Mahfûz Kizilaslan axaftinek kurt kir û ji bo hatina DEM Partiyê û keda komîsyona wê kêfxweşiya xwe anî ziman. Li ser navê malbata Demîryent jî Hecî Abdullah Taş axaftinek kurt kir û spasiya kesên ji bo aştiyê ked dayî kir.
 
XWARINA AŞTIYÊ HAT XWAR IN
 
Herî dawî xwarina aştiyê hat belav kirin û her du malbat û mêvanan bi hev re xwarin xwar in. Piştî xwarinê organîzasyona aştiyê bi dawî bû.
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/07/2024
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
09:11 Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
09:07 Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
09:02 Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
08:18 Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
29/07/2024
22:28 Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
22:11 Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
21:54 Stranbêjên dawetê hatin girtin
21:44 Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
20:50 Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin
18:48 Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin
18:35 DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome
17:50 Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin
17:00 ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan
16:55 Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne
16:49 Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît
16:48 33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin
16:39 Li Çiyayê Efkarê şewat derket
16:32 Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin
16:04 Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat cem hev
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir
11:24 Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan
11:05 Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
10:34 Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike
10:34 Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
10:33 Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye
09:57 Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn
09:24 Madeya rê li ber kuştina kûçikan vedike hate qebûlkirin
09:12 ‘Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê berteka xwe nîşan bide’
09:07 Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin
09:01 Bêyî ku projeya şaredariya AKP’î bê temamkirin hate bidawîkirin!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Koma ku polîsan diparast li Amedê nivîsên bi kurdî reş kir
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Çeteyên hevpar’ derket
08:19 Li Êlihê qeza: 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
28/07/2024
23:48 Li Mêrsînê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê bi dawî bû
23:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû
22:27 Hatîmogûllari protesto kir: Em li benda herkesê ne ku tev li govenda azadiyê bibin
21:56 Li Mîhrîcana Mûnzûrê meşa hawîrdorê
21:40 Mîhrîcana Mûnzûrê: Pêdivî bi hevkariya têkoşîna ekolojiyê heye
20:21 Ji binçavkirin û girtinan re berteka ‘govenda bikurdî’
19:52 Li dijî talana xwezayê ji Çiyayê Gabarê bang kirin
16:55 Şahiya zarokan a li Wanê bi dawî bû
16:51 DEM Partiyê xwest mudaxileya îktîdarê ya li darazê bê lêkolînkirin
16:36 Hatîmogûllari: Kêr negihaşt hestî, êdî hestî derbas kir
16:08 Hatîmogûllari: Dê gelê kurd her dem li her derê govenda xwe bigerîne
15:53 Xizmên girtiyan: Heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
15:50 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê hevdîtinên xwe didomîne
15:29 Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiya: Em ê xaka xwe nedin şîrketan
15:00 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: 4 hezar û 596 roj in em li edaletê digerin
14:29 Ciwanan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin: Çareserî têkoşîn e
13:12 Li Wanê zaroka ketî bendavê jiyana xwe ji dest da
12:33 Li Stenbolê bi hinceta ‘Govenda kurdî’ 11 kes hatin girtin
12:32 Pasûriyan bertek nîşanî madenan dan: Dewlet jî be em ê destûrê nedin
11:48 Konseya Bajar a Wêranşarê hat avakirin
11:40 ROJIN’ê ji bo Ezîzî û Muhammedî bang kir: Biryara îdamê bidin sekinandin
11:24 ‘Her kes divê li her derê govendê bigerîne û dirûşman berz bike’
10:47 Hejmara 74’emîn a Kovara Jinê derket
10:46 Li gundên PDK’ê daye valakirin malên şewitî û hilweşiyayî man
10:43 'Têkoşîna wî îro jî tê domandin’
09:58 Hulaku: Li dijî tiryakê tu tevdîr nayên girtin
09:46 ‘Xeyala Keybanû Zenûbyayê li Rojava pêk tê’
09:38 Mihrîcana Mûnzûrê: Asîmîlasyon jî didome berxwedan jî
09:16 Rojnameger Zagros: AKP dixwaze Başûr girêdayî Tirkiyeyê bike
09:08 Dosyeya îşkenceyê bêyî îfadeyên leşkeran bên girtin hate betalkirin
09:07 Dayikên Aştiyê li dijî ‘dagirkerî û hevkariyê’ bi bertek in
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2024’AN
00:08 CPT: Ji bo valakirina gund 9 saet dem hate dayîn
27/07/2024
23:46 Zana: Sînorên kurdan nedin zorê
23:31 14 Baro daxuyanî dan: Divê daraz nebe şirîkê linçkirina medya dîjîtal
23:00 Parvekirina trol wek delîl hat hesibandin: 4 kesên govend gerandine hatin girtin
21:44 Midûrê girtîgehê: 80 girtî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin
21:25 Nobetên Qeyûman: Bila Serokatiya Viyan Tekçeyê were naskirin
20:48 Li Dêrsimê meşa jinan: Jin jiyan azadî
19:19 Geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin: Divê têkoşîna hevpar were xurtkirin
18:42 'Li dijî êrişan xelasbûn, di xwebûna xwe de israrkirin e'
17:41 Li Wanê komxebata zarokan
17:29 DEM Partî piştgirî da daxwaza Îmraliyê ya 69 xelatgirên Nobelê
16:58 Tevgera Goran: Her aliyê ku hevkariya dagirkeriya tirk bike, xiyaneta netewî dike
16:50 DEM Partiyê li Wanê du malbat li hev anîn: Kurd aştîxwaz in
16:34 Dest danîn ser pirtûka Jineolojiye Girîşê
16:29 Li Îranê kolberek hate qetilkirin
16:25 Daxwaza berdana girtiyê ku jê re gotine dikarî 2 salan bijî kirin
16:07 Di binçavkirinên govend û stranên kurdî de kesek hate girtin
15:53 Sebahat Tûncel: An em ê azadiyê hilbijêrin an jî em ê bibin kole
15:20 Ji bo girtiya 75 salî hişyarî: Jiyana wê di xetereyê de ye
15:03 Li Sêrtê cenazeyên 4 kesan anîn nexweşxaneyê
14:57 Ji bo girtiyê nexweşê giran Menteş daxwaza ‘azadiyê’
14:32 Dayikên Şemiyê faîlên Ozturk a beriya 32 salan hate qetilkirin pirsîn
14:12 Li Stenbolê 11 kes ji ber ‘govenda kurdî’ hatin binçavkirin
13:59 Li Îranê di 10 rojan de 27 darvekirin
13:58 AYM’ê ji bo Emîne Şenyaşarê biryara binpêkirinê da
12:51 Malbatên windakiriyan: Heta faîl bên darizandin dê têkoşîn bidome