Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne

  • rojane
  • 12:33 24 Tîrmeh 2024
  • |
img

ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan got ku dîmenê ciwanên kurd ê li Mêrsînê dema govendê digerînin û dirûşman berz dikin dîmeneke kevn e û wiha got: “Li gorî darazê gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne.” 

 
Li Mêrsînê dema ciwanên kurd li ber behrê govend digerandin û dirûşm berz dikirin dîmenên wan hatn kişandin û ji ber van dîmenan hatin binçavkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan têkildarî tiştên piştî bûyerê qewimîn li Meclisê daxuyanî da. Bozan, da zanîn ku ciwan hedef hatine nîşandan, lêpirsîn hatiye destpêkirin û di serdegirtinên malan de 9 ciwan hatine binçavkirin. 
 
‘DESTANA QEHREMANTIYÊ YA ÇI YE?’
 
Bozan, da zanîn ku tîmên taybet û polîsên TEM’ê tevî droneyan bi ser malên ciwanan de girtine û bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya da ku ev dîmen parve kir. Bozan, wiha got: “Ev dîmene di dema Cejna Qurbanê de hatiye kişandin. Gelo haye we jê heye birêz wezîr? Çi bû ku we hewcehî pê dît ku li ser dîmenê di Cejna Qurbanê de hatiye kişandin destana qehremantiyê binivîsin?” 
 
BIRYARÊN DADGEHÊ BI BÎR XIST
 
Bozan, diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Bilind di biryarên xwe de gotine ku dirûşma “Bijî Serok Apo” sûc nîne û wiha pê de çû: “Lê tevî vê yekê jî ev ciwan hatin binçavkirin û wezîr jî dîmen parve kir. Heke haya we ji van biryaran nebe ez ê ji we re bişînim. Hûn jî dizanin ku li vî welatî ‘pêvajoyeke çareseriyê’ çêbû. Hûn hêj ecemî ne haya we jê nîne. Wê demê em bi bîr bixin. Wê demê Erdogan got; ‘Ew hevalê bi PKK’ê re hevdîtinê dike min şand. Yên ku pirsgirêka wan heye bila ji min re bibêjin.’ Cîgirê Serokwezîr ê wê demê Yalçin Akdogan got; ‘Qebîliyeta xwendiya bûyeran a Ocalan heye û xwedî tecrube ye. Ew, aktorê nû yê herêmê ye.’ Birêz wezîr ev der girîng e û baş lê guhdar bikin. Cîgirê Serokwezîr ê demê Bulent Arinç jî got; ‘Bi saya me êdî gotina birêz Ocalan û vekirina ala PKK’ê sûc nîne.’ Binêrin ev der jî girîng e; wezîrê dewletê yê demê Beşîr Atalay digot; ‘Abdullah Ocalan rêberê kurdan e. Peyamên wî fikrên me jî ne.’  
 
‘TIŞTA SÛC ÇI YE?’
 
We çi destaneke qehremaniyê ya mezin nivîsandiye! Em careke din dibêjin; li gorî Dadgeha Bilind, AYM û DMME’yê gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne. Wê demê tişta dibe sûc çi ye? Strana ‘Ez bimrim Tirkiyeya min’ bi ciwanan didin guhdarîkirin û ya ku sûc ev e. Qeydkirin û parvekirina vê sûc e. We li Mêrsînê bi awayekî organîzeyî îşkenceya psîkolojîk li ciwanên kurd kir. Bi parvekirina dîmenên berê re hûn çi plan dikin? Werin wan li gorî hiqûqa rasteqîn tevbigerin û dev ji sorkirina cihêkariyê berdin. Gava ewil jî berdana wan ciwanan e. 
 
TECRÎDÊ RAKIN 
 
Lê gava esasî ya divê were avêtin, rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hevdîtin in. Em careke din bang dikin ku pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin.” 
 

Sernavên din

24/07/2024
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin