Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e

img
ENQERE - Di encamnameya PM’a DEM Partiyê de wiha hate gotin: “Mezinkirin û mayindekirina xeta têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li dijî faşîzmê, erka me ya sereke ye.” 
 
Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 21’ê tîrmehê de civîna xwe li dar xist û encamnameya wê parve kir. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku tifaqa AKP-MHP’ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de şikestineke mezin xwarine û wiha hate gotin: “Rê li ber guherîna hedefên tifaqê vekir. Di mijara şirîkatiya xwe ya berjewendiyan de ketin nava hewldanên nû. Dixwazin di bin navê ‘asayîbûnê’ de xwe komî ser hev bikin.” 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER Û DAGIRKERIYÊ
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku li seranserî cîhanê îktîdarên otorîter û faşîst pêş dikevin û gelên cîhanê jî di nava lêgerîn û têkoşîna azadî û demokrasiyê de ne. Di berdewamê de hat gotin ku hebûna Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hebûna Îsraîlê ya li Filistînê, li Rojhilata Navîn Îran, Rûsya û DYA û rewşa Ûkraynayê rê li ber şerên berjewendî û parvekirinê vedikin. Encamname wiha domiya: “Bi taybet jî polîtîkayên dagirkeriyê yên li Rojhilata Navîn ji bo îktîdar û sermayeyê refah û rantê; ji bo gelan jî xizanî, birçîtî û hejariyê tîne. 
 
ARMANC DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD IN
 
Polîtîkaya dualî ya derve ya îktîdarê têk çû. Tirkiyeyê hewl da ji hevsengiya hêzê ya di navbera DYA-Rûsyayê û ji nakokiyên dewletê herêmê sûd bigire. Lê ev polîtîka têk çû. Tekane armanca hemû têkiliyên bi derve re tên danîn, tekane armanca dîplomasî û bazariyên tên kirin, ji bo înkar û tunekirina kurdan û tunekirina destkeftiyên wan in. Hewldanên dawî yên ji bo hevdîtina bi Esad re jî nîşaneya vê ye. Tevahiya têkiliyên Tirkiye bi Iraq, Sûriye, Îran û dewletên herêmê re didane, ji bo tunekirina destkeftiyên gelê kurd in.” 
 
HILBIJARTINÊN LI EWROPAYÊ 
 
Di encamnameyê de qala hilbijartinên li Ewropayê jî hate kirin û hat gotin ku li hinek cihan polîtîkayên rastgir û li hinek cihan jî alternatîfên cuda pêş ketine. Her wiha hilbijartinên li Îranê weke hewldanake lihevkirinê ya li dijî tesfiyeya hêzên emperyalîst hate nirxandin. 
 
Encamname wiha domiya: “Pir eşkere ye ku polîtîkayên şer hemû pirsgirêkên aborî û civakî kûrtir dike. Tecrîda mutleq a li Girava Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ji bo bloka îktîdarê veguheriye meseleyeke man û nemanê. Li girtîgehan tehliyeya girtiyan tên taloqkirin û bi hezaran girtiyên nexweş di girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ de rastî tecrîdê tên. Divê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û hewldana demokratîkkirina Tirkiyeyê û polîtîkaya tecrîdê bi hev re bê nirxandin. 
 
MÎNAKA HERÎ BAŞ: BERXWEDAN 
 
Îktîdar, bi polîtîkayên şer û tecrîdê re neçareseriya pirsgirêka kurd kûrtir dike. Girêdayî vê jî aborî têk diçe û gel di nava xizaniyê de difetise. Li dijî tecrîd û polîtîkayên şer ên rêveberiya faşîzmê, em ê têkoşîna xwe mezin bikin û derfetên aştiyê biafirînin. Lewma berxwedana hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li dijî polîtîkaya tayînkirina qeyûman bûye bersiv. Berxwedana li Wan û Colemêrgê mînakeke baş a berxwedana hevpar e.”  
 
MUXALEFETA CIVAKÎ
 
Di berdewamê de hat gotin ku têkoşîna civakî ya li dijî hewldana xespkirina mafên jinan, li dijî qanûna qirkirina sewalan, ya li dijî qanûna pîşeyî ya mamosteyan û hwd. xwedî wê potansiyelê ye ku bloqa îktîdarê qels bike. 
 
HEVÎTINÊN NAN Û EDALETÊ
 
Di encamnameyê de hat gotin ku di serdemeke gel di nava hejariyê dijî de tenê bi bernameyeke siyasî ya veguherîner û radîkal dikare encamên baş bi xwe re bîne. DEM Partiyê da zanîn ku dê bi vê armancê Hevdîtinên Nan û Edaletê veguherînin bernameya têkoşînê û dê çalakiyên xwe zêde bikin. 
 
XEBATÊN TIFAQÊ
 
PM’a DEM Partiyê daxuyand ku ji bo avakirina xeteke bihêz a li dijî bloka îktîdarê, ew ê tifaqa berfireh a “eniya ked û demokrasiyê” hîn bêhtir berfirehtir bikin û ev yek berpirsyartiya wan e. Bi domdarî hat gotin ku dê li dijî krîzên piralî xeteke têkoşînê ya piralî ava bikin ku derdor û nûnerên cuda yên civakê digire navxwe, xebatên tiraq-eniyê mezintir bikin. Encamname wiha domiya: “Mezinkirina xeta têkşîna hevpar a gelên Tirkiye û Kurdistanê û mayindekirina wê, erka me ya herî sereke ye.” 
 
DIBISTANÊN PARTIYÊ
 
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku xurtkirina rêxistinên partiyê yek ji peywirên wan ên sereke ne û di vê çarçoveyê de xebatên Dibistanên Partiyê hatine destpêkirin. 
 

Sernavên din

24/07/2024
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin