Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!

  • rojane
  • 10:08 22 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Telgrafeke di 19’ê îlona 1929’an de têkildarî Kurdistana Sor hatiye nivîsandin hat bidestxistin. Fikarên rejîma kemalîst heye ku kurd li Qefqasyayê statûyekê bi dest bixin. 
 
Dîroknas Dr. Îsmet Konak ku Kurdistana Sor (1923-1930) lêkolîn dike, telgrafeke nû bi dest xist. Telgraf, di 19’ê îlona 1929’an de ji hêla Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji bo Seferetxaneya Moskovê hatiye şandin. Di telgrafê de eşkere dibe ku rêveberiya kemalîst pir ji nêz ve bi meseleya Kurdistana Sor re eleqedar e û fikarên wê hene ku kurd muxtariyetê bi dest bixin. 
 
Nirxandina Konak a têkildarî telgrafê wiha ye: “Kurdistana Sor di 16’ê Tîrmeha 1923’yan de li rojavayê Qerebax a Çiyayî weke ‘uzeyd (rûsî)’ hate tesîskirin. Ev herêma otonom girêdayî Komara Sovyet Sosyalîst a Azerbaycanê bû. Hem Lenîn hem jî serokê Konseya Komîserên Gel a Azerbaycanê Nerîman Nerîmanov pir ji nêz ve bi uzeyda behsa xeberê re eleqeder bûbûn. Paytexta Kurdistan Uyezdiyê rayona Laçînê bû. Li gel vê, rayonên Kubatli, Kelbecer û Zengîlanê jî di nava sînorên Kurdistana Sor de bûn. Dema mirov li nifûsa wê dinêre jî çendek dane hene. Etnografê Sovyetê G.F. Çursîn di sala 1924’an de diçe serdana herêmê û dibêje ku 44 hezar şêniyên xwecih hene û ji van 35 hezar jê kurd in. Li gorî daneyên hejmartina nifûsê ya di sala 1926’an de ji hêla Yekitiya Sovyetan ve hatiye kirin; li Kurdistan Uyezdiyê 51 hezar û 442 kes hene. Ji van 37 hezar û 470 jê kurd, 13 hezar û 520 jê tirk û yên din ermen bûn. 
 
FIKARÊN ENQEREYÊ HENE
 
Kurdistan Uyezdî tenê 6 salan karî xwe li ser pêyan bigire. Îxtîmal hebû ku her tim bibe pariyê semasiyan. Li dora wê her çend komarên ‘sosyalîst’ hebin jî, di cewhera xwe de netewe-dewlet bûn. Di Kongreya 4’emîn a Sovyetên Azerbaycanê ya di 8’ê nîsana 1929’an de biryar hate dayîn ku Kurdistan Uzeydî were rakirn. Di vê navberê de li Azerbaycanê 13 uzeyd hatibûn rakirin û li şûna wan 8 ‘okrug’ hatibûn avakirin. Lê di nava van okrugan de Kurdistan tune bû. Kurdistan, girêdayî okruga Qerebaxê hatibû kirin. Lê belê çendek meh piştre ji bo avakirina ‘okruga Kurdistanê’ nîqaş hatibûn destpêkirin. Wisa xuya dike ku rêveberiya Enqereyê ev pêvajo gav bi gav şopandiye. 
 
Bala rejîma kemalîst li ser kurdên Sovyetê bû. Ji ber ku rejîm paranoyak bû û ‘kurdofobî’ xistibû ruhê xwe. Ev telgrafa ku Wezareta Karên Derve di gulana 2023’yan de biryara wê ya nepeniyê rakir, di esasê xwe de asta kudofobiyê jî radixe ber çavan. Wezareta Karên Derve di 19’ê îlona 1929’an de ji Sereferxaneya Moskovê (Di vê serdemê de sefîr Huseyîn Ragip Baydur e) re ev telgraf nivîsandiye. Di telgrafê de tê gotin ku dê Kurdistana xweser were avakirin û paytexta wê jî ‘Mînkend’ be. Tişta ku li vir weke Kurdistana xweser tê behskirin, li gorî me okruga Kurdistanê ye. Mînkend jî gundekî pir pêşketî yê girêdayî Laçînê bû. Yek ji aliyên balkêş ê telgrafê jî ew e ku dibêje sînorên okruga Kurdistanê dê heta Genceyê dirêj bibin û kurdên li Genceyê jî dê daxilî vê otonomê bên kirin. Bi taybet jî xisûsa Genceyê di serê rejîma Enqereyê de fikarên mezin çêkiriye. 
 
BÊHÊLÎNHIŞTINA KURDAN 
 
Wezareta karên derve di telgrafê de ji Baydur dixwaze ku lêkolînê bike û derheqê mijarê de agahiyan bide. Di esasê xwe de em bi ‘rezaleteke’ netewe-dewletê re rû bi rû ne. Armanca bêstatûhiştina kurdan a li welatekê din û hewldanên ji bo vê, armanceke rezîl e. Armanca esasî ya netewe-dewleta tirk jî bêhêlinhiştina kurdan e. Ev feraset heta roja me jî didome. Dema peyva kurd tê gotin, di hizra netewe-dewleta tirk de tenê peyva ‘tunekirinê’ tê. Ev telgraf jî yek ji nîşaneyên wê ye. 
 
OKRUGA KURDISTANÊ
 
Tevî her tiştekî jî okruga Kurdistanê di 25’ê gulana 1930’an de hate avakirin. Lê temenê wê zêde dirêj nebû. Konseya Komîserên Gel a SSCB’ê û MYK’a Partiya Komunist di 23’yê tîrmeha 1930’ê de bi biryareke hevpar okrug ji statûya rêveberiyeke îdarî derxistin û li şûna wan rayon ava kirin. Li Komara Sovyet a Azerbaycanê jî rayon hatin avakirin lê di nav de Kurdistan tune bû. Ji hêlekê ve mirada rêveberiya Enqereyê hasil bûbû. Piştre jî li dijî kurdan lez dan polîtîkaya ‘Azerbaycanizasyonê.’ Heke nepeniya li ser belgeyan were rakirin, dê rola Tirkiyeyê ya di mijara Kurdistana Sor de bêhtir şênber bibe.” 
 
Telgraf wiha ye: 
 
Midûriyeta Siyasî ya Karên Derve 
 
Ji Seferatxaneya Moskovê re; 
 
Li gorî nivîsa bi dîroka 17’ê tebaxê ya ji nûnertiya Azerbaycanê hatiye, dema qala muxtariyeta li Qerebaxê hatiye avakirin tê kirin, li gel muxtariyetê di heman demê de muxtariyeta Kurdistanê yan jî rêveberiya îdareya muxteriyetê ku navenda wê ‘Mînkend’ e tê avakirin. Tê gotin ku sînorên vê muxtariyetê heta Genceyê dirêj dibin û kurdên li Genceyê jî digire nav sînorên xwe. Em rica dikin ku têkildarî vê meseleyê lêkolîn bê kirin û agahiyên hatine komkirin ji me re bên şandin. 
 
Keşîdeya wê 
 
19’ê Îlona 1929’an” 
 

Sernavên din

24/07/2024
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin