Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin

  • rojane
  • 09:02 22 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Girtî Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê tê ragirtin, tevî nexweşiya dil pê re heye jî bi fermana wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Parêzer Fatma Demîrer, anî ziman ku qasî berdana muwekîlê wê zêde dibe zext jî zêde dibin. 
 
Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim (73) ê niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin ji sala 2018’an ve di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Yildirim dema di sala 2015’an de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihate ragirtin, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Nexweşxaneyê ji Yildirim ê nexweşiya dil pê re heye re rapora ku “Mayîna wî ya bi tena serê xwe neguncav e” da. Di sala 2017’An de jî Nexweşxaneya Dewletê ya Odemîş a Îzmîrê rapora “Cezayê hucreyê ji bo tenduristiya wî xetere ye” da. Yildirim tevî van raporan jî bi hinceta “Ji Wezareta Dadê fermaneke wiha heye” di hucreya  yek kesî de tê ragirtin. 
 
ZIYARETVANÊN WÎ HATIN QEDEXEKIRIN 
 
Parêzer Fatma Demîrer a bi muwekîlê xwe Saît Yildirim re di 16’ê tîrmehê de hevdîtin kir, anî ziman ku di dema hewadariyê û sporê de destûr nayê dayîn ku Yildirim girtiyên din bibîne û wiha got: “Gardiyan bi bêtêlê hevdû re diaxivin û dema li korîdorê kes tune be derdixînin. Her wiha ziyaretvanên wî bi hincetên cuda hatin qedexekirin. Qebûlkirina navên ji bo hevdîtinê bên guherîn jî bi hinceta ‘lêpirsîna ewlehiyê’ tên dirêjkirin. Ji muwekîlê min ê mafê wî yê hevdîtinê tê astengkirin re tenê rojnameya Bîrgunê tê dayîn û weke televizyon jî tenê Halk TV heye. Dest danîn ser radyoya li odeya wî jî.”
 
BI NÊZÎKBÛNA BERDANÊ RE ZEXT ZÊDE DIBIN 
 
Demîrer, da zanîn ku ji berdana muwekîlê wê re salek maye û bi hinceta ji Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê anîne bi van pêkanînan re rûbirû dimînin. Demîrer, bi lêv kir ku “tecrîdeke taybet” tê pêkanîn û bi nêzîkbûna berdana wî ya bi şertê kontrola edlî re zext jî zêde dibin. 
 
Demîrer, bi lêv kir ku nexweşiyên weke dil, kezeb û tansiyona bilind bi muwekîlê wê re hene. Demîrer, anî ziman ku ji ber vê yekê hewayê germ bandoreke neyî li tenduristiya muwekîlê wê dike û daxwaza wî ya vantîlatorê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê ve bi hinceta “Dibe ku di warê dîsiplîn, ferman, rêkûpêkiya giştî û ewlehiyê de bibe sedema pirsgirêkan” daxwaza wî nehate qebûlkirin.  
Demîrer, da zanîn ku bi neqûlkirina daxwazê re îtîraz kirine û li dijî zextên li dijî muwekîlê wê serî li Baroya Îzmîrê jî daye ku bi dozgerê girtîgehê re hevdîtinê bikin. 
 
MEHMET SAÎT YILDIRIM KÎ YE?
 
Yildirim di sala 1993’yan de hate girtin. Li ser daxwaza Abdullah Ocalan di nava 5 girtiyên ku di 15’ê adara 2015’an de şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de cih girt. Yildirim 9 rojan li Girtîgeha Îmraliyê bi Ocalan re ma. Ji ber nexweşiya xwe ya dil pişt re sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate kirin. Yildirim, ji Bolûyê sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê û pişt re jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê hate kirin. Yildirim di 6’ê îlona 2018’an de jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê hate kirin. Yildirim ji roja sewqî vê derê kiriye ve di hucreya yek kesî de tê ragirtin. 
 
Yildirim, li ser 9 rojên bi Ocalan re mabû, pirtûka “Li Îmraliyê 9 roj (İmralı’da 9 gün)” nivîsî bû. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/07/2024
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin