Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in

  • rojane
  • 10:39 21 Tîrmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê wiha got: “Teqawid pirsgirêka debarê dijîn û li welêt xizaniyeke mezin heye lê îktîdar li pey şer û pevçûnan e.”  

 
Endamên Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya serdema nû, li navenda giştî ya partiyê civiyan. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beriya civîna Meclisa Partiyê (PM) li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Bakirhan, ji ewil kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî û wiha got: “Em soz didin wan hevalên xwe ku dê pira aştî, demokrasî, azadî û piştevaniyê mezintir bikin. Yên ku ev komkujî kirin, yên bingeha vê komkujiyê ava kirin jî em şermezar dikin.”   
 
'YÊN KU ŞER DIXWAZIN ÎKTÎDAR IN’    
 
Bakirhan, anî ziman ku di pêvajoyeke pir girîng de ne û wiha domand: “Şer û pevçûnên li cîhanê her ku diçe girantir dibin. Tu çareseriyan jê re peyda nakin. Ji ber ku li herêmên şer hêzên hegemonîk ên cîhanê hene. Her wiha li gelek welatên cîhanê hilbijartin hatin lidarxistin û rêveberî diguherin. Rojeveke pir germ heye. Me bi hev re hilbijartinên li Fransa, Ingilistan û Îranê şopand. Li cîhanê û herêma me du mijar derdikevin pêş. Yek şer ya din jî aloziya siyasî. Îktîdarên otorîter hewl didin vê valahiya siyasî bi polîtîkayên neolîberal ên kapîtalîst tije bikin. Ev hêz hewl didin cihên ku em lê birêxistinkirî nînin, li cihên gel nebirêxistinkirî û têkoşîneke xurt lê nayê meşandin dagirin.”
 
‘JI BO ÎKTÎDARA XWE BIPARÊZIN XWE JI QETILKIRINA MIROVAN NADIN PAŞ’  
 
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku DEM Partî hewl dide têkoşîna xwe ya li dijî şer mezintir bike û wiha pê de çû: “Em, ji bo ev şer kûrtir nebin û pirsgirêk bi îradeya gelan bên çareserkirin têdikoşin. Yên ku şer dixwazin ne gelên Sûriye û Iraqê ne. Yên ku şer dixwazin gelên li Ûkraynayê nînin. Gelên li Lubnanê nînin. Yên ku şer dixwazin îktîdar in. Kesayetên xwedî mejiyê otorîter ên li îktîdarê şer dixwazin. Ji bo parastina îktîdara xwe di xwe de dibînin ku demografyaya Efrînê biguherînin. Perîşekirina mirovan, qetilkirina wan, talankirina çand û xwezaya wan pir bi rehetî dikin. Lewma yên ku şer dixwazin ne gel, kedkar û jin in. Em qet nînin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞAN DA
 
Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo domandina îktîdara xwe li şer û pevçûnan digerin. Em tam bi rewşeke piştî sala 2015’an re rû bi rû ne. Qala şerê sêyemîn ê cîhanê dikin, dibêjin meseleya ewlehiyê û jiyana demokratîk a gelên li Rojava ji bo xwe weke gefekê dibînin. Çi karê wan bi Herêma Federe ya Kurdistanê re heye? Hêj niha jî li çiya, deşt û girên Amediyeyê baregehên leşkerî û kalekolan çêdikin. Xuyaye ku dê vê yekê heta demekî dirêj bidomînin. Gel birçî ye û hejar bûye. Teqawid ketine derdê pariyê nanê xwe, li welat xizaniyeke mezin heye lê îktîdar li Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê li pey şer û pevçûnan e. Em li dijî vê derdikevin û qebûl nakin. Divê muxalefet piştgiriyê nede vê feraseta şer û pevçûnan û nekeve xefika wan. Ji ber ku îktîdara AKP-MHP’ê îktîdara şer e. Ev ne şerê gelên Tirkiyeyê ye. Kurd gef nînin, xelkê Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo ewlehiyê gef nîne. Tenê tiştek heye. Îktîdar ji bo domandina hebûna xwe hewl dide dijminan ava bike û wê derê veguherîne qada şer. Ev şer ne şerê me ye û weke her carê em ê her tim li dij derkevin.” 
 
‘KUJERÊ ESMANÛRÊ ÎKTÎDAR E’ 
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha domand: “Xizaniyeke pir giran heye. Lê rojeva Tirkiyeyê ya sereke şer û pevçûn in. We jî duh temaşe kir. Di esasê xwe de di dîroka komarê de xizanî û krîzeke herî mezin heye. Heta di serdemên darbeyê de jî krîzeke aborî ya wiha mezin nehatiye dîtin. Xelk nikare xaka xwe bikêle lewma dibin karkerên demsalî û dikevin rêyan. Herî dawî duh li Wêranşarê traktora karker vediguhest wergeriya û Esmanûr a 15 salî û xwişka wê di bin de man. Lanet li wan be yên şer û pevçûnan dixwazin. Îktîdara ku ji bo Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê negihije azadiya xwe û statûyê bi dest nexe xwînê dirijîne, kujerê Esmanûrê ye. 
 
Tenê derdekî îktîdarê heye; birçîhiştina gelên Tirkiyeyê, xizanhiştina wan û hîn bêhtir dewlemendkirina sermayedaran e. Vê îktîdarê tevahiya bala xwe daye ser tunekirina destkeftiyên gelê kurd. Ji bo ku kurd dayika xwe nebînin tu tiştek nîne ku nakin. Bawer bikin ku şerê sêyemîn ê cîhanê deh caran jî derkeve dê berê tifinga vê îktîdarê her li ser kurdan be û destê wan di berîka kedkaran û xizanan de be. Armanc û siyaseta van ev e.
 
ÇIMA JI BO KURDAN ÇARESERÎ TUNE YE? 
 
Erdogan duh di axaftina xwe ya têkildarî Qibrisê de digot; ‘Em ji bo muzakere, hevdîtin û çareserî û aştiyeke mayinde ya li Qibrisê amade ne.’ Dibêje ‘me heta niha tu caran destên ji bo çareseriyê hatine dirêjkirin vala ne şandine.’ Baş e Şam destê çareseriyê ye, Iraq destê çareseriyê ye, Îran destê çareseriyê ye, Yewnanistan destê çareseriyê ye... Bêguman bila bibin lê çima mijara behsa xeberê dibe Herêma Federe ya Kurdistanê û Rojava hûn tank û topan bi kar tînin? Ev çareserî çima ji bo kurdan tune ye? Çima destê ji bo çareseriyê tê dirêjkirin bi destê kurdan nagire. Ma hûn ewqas dijminatiyê li kurdan dikin? 
 
Ev mantiq nikare tu tiştekî pêş bixe. Hûn dikarin bi Esad re sulhê bikin, destê çareseriyê dirêj bikin. Lê ma çi sûcê kurdên li Efrînê heye? Çi sûcê xelkê Amediyeyê heye? Heta çendek roj berê we bi deh qatî ji bombeyên Îsraîlê li Xezeyê barandin li Amediyeyê û gundên wê barandin. Daristan tên şewitandin, mirov tên qetilkirin. Heman tiştên di salên 90’î de li vir hatine kirin îro li wir tên kirin û gundan vala dikin. Tu kî yî û bi çi mafî li wirî? Kê ew heq daye te ku tu li herêmêke ne di nava sînorên te de gundên kurdan vala dikî û kalekolan çêdikî? 
 
BANG LI PDK’Ê KIR
 
Dixwazin bang li rêveberên Herêma Federe ya Kurdistanê bikim. Hey ji bo Xwedê bi rastî jî li wir rêveberiyek heye? Welatek, li derveyî sînorê xwe di nava xaka welatekî din de 80 baregehên leşkerî ava dike. Ji hejmara baregehên Amerîkayê li Sûriyeyê ava kiriye zêdetir in. Bi dehan kalekol hatine avakirin. Gelo dê rêveberiya wir kengî pirsa ‘Ev baregeh, ev tank û top ji bo çi ne? Ji bo kê ne?’ bike. Heke zehmet nebe bila bipirsin. Em pir baş dizanin bê ka ew leşker û baregeh çima li wir in. Tenê rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê nizane. Banga me ji bo wan e; ji kerema xwe nebin parçeyeke vê polîtîkaya dagirkeriyê. Ji kerema xwe nehêlin dagirkeriya li wir mezintir bibe, malên kurdan, gundên wan bên şewitandin û valakirin. Nebin amûreke perîşebûna xelkê wê herêmê. Ji ber vê nêzikatiya we wijdana gelê kurd diêşe. Bi xemgînî li rewşê temaşe dikin. Kengî kurdan di navbera xwe de danûstandin kiribin, kengî axaftibin, bi hev re tevgeriyabin her tim pir mezin bi ser ketine. Mîna li Rojava. Mîna têkoşîna li dijî êrişên DAIŞ’ê. Li şûna şerê birakujiyê yên di salên 70, 90 î 2000’î de, ji bo ew êş careke din neyên jiyîn, divê di navbera xwe de muzakereyan bikin û rê nedin polîtîkayên dagirkeriyê.” 
 
'DIVÊ XWE BÊHTIR BIRÊXISTIN BIKIN’
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê vê pergala zordest teqez têk bibin. Gelên Tirkiyeyê di 31’ê adarê de bersiveke baş dan vê zordestiyê. Tam jî di vê serdemê de divê em tevî gel li dijî zilm, zordestî, kedxwarî û pergala zeman xwe bêhtir birêxistin bikin û berpirsyartiya xwe ya têkbirina îktîdarê bi cih bînin. Divê em rêxistiniya xwe jinûve binirxînin. Heke rêxistinî nebe têkoşîn jî nabe. Heke rêxistinî nebe serkeftina li dijî vê pergala zordest serkeftin jî nîne. Yek ji peywirên me yên esasî ya serdema pêşiya me xwebirêxistinkirin e. Heke perwerde nebe partiyek jî nabe. Paradîgmaya partiyekê, perwerdeya partiyê şertê yekemîn a serkeftina partiyekê ye. Em ê di serdema pêş de girîngiyê mezin bidin xwebirêxistinkirin û perwerdeyê. Ji bo parastina civakê em ê tifaqa demokratîk mezin bikin. Ji bo parastina civakê em ê têkoşîna hevpar mezin bikin û bi qasî heta niha nehatiye kirin em ê li qadan bin.” 
 
 

Sernavên din

22/07/2024
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran
15:55 Kuday û Menteş serbest berdin
15:33 Li Efrînê 9 kes hatin revandin
15:03 Rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn: Qûrnefîl û pêlîstok danîn ser gorên wan
14:05 Di êrişa kafeyê de kesekî din jî hate binçavkirin
13:52 Rayedarê midûriyeta polîsan got ‘di bin çavan de ye’ lê 32 sal in agahî jê nayên girtin
13:28 Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê hate binçavkirin
13:19 Li Wanê komxebata Jinan: Demokrasiya herêmî bi jinan dest pê dike
12:51 Malbatê windakiriyan li 4 bajaran daxwaza edaletê kir
12:12 Hate îdiakirin ku girtiyê edlî xwe şewitandiye
11:59 Cenazeyê girtiyê 30 salan Yaşa li Amedê hate veşartin
11:46 Qurbaniyên Pirsûsê hatin bibîranîn: Xeyalên wan dê nîvco nemînin
11:35 Rêxistinên Ekolojiyê dê li dijî qirkirina xwezayê 28'ê tirmehê li Şirnexê bin
11:16 Li Herêma Kurdistanê yarbayek hate kuştin
11:04 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in
10:50 Melayê şêladizêyî bertek nîşanî PDK'ê da: Em azadiya herêma xwe dixwazin
10:34 Endamê CPT yê berê Restellini: Pêwîste CPT dîsa serdana Îmraliyê bike
10:26 Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne
09:40 ‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’
09:21 Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin
09:16 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin
09:13 Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
09:10 Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin
09:08 'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’
09:06 Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:34 Li Bêgiriyê Şahiya Gel: Em rê nadin qeyûman
19/07/2024
22:55 Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
22:33 Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist
21:43 Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin
20:30 Jinek li Semsûrê hat kuştin
19:24 Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin
17:56 Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir
17:41 Bakirhan serdana herêma şewatê kir: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
17:27 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn
17:18 Doza Malbata Şenyaşar: Daxwaza guhdarîkirina li şahidan hat redkirin
17:08 Ûçar: Em destûrê nedin vî şerî
16:47 DEM Partiyê giliyê TUÎK’ê kir
16:24 Çalakî di hefteya 13’emîn de ne: Tecrîdê bi dawî bikin
15:42 Cîgirê midûrê polîsan li mala xwe mirî hate dîtin
15:34 Kesê êrişî jinan kiribû vê carê heqaret li wan kir
15:11 PDK’ê li Kerkûkê bi eniya dijî kurdan re lihev kir
15:11 Midûrê polîsan gef li rojnamevan Kaya xwar
14:58 Şaredariya Êlihê starta bernameya çandê da destpêkirin
14:56 Lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li dayikên girtî hate ferzkirin
14:53 Cenazeyê Erbek piştî 4 salan radestî malbata wî kirin
14:48 Fezlekeyên 10 wekîlan pêşkeşî Meclisê hatin kirin
14:39 DEM Partiyê têkildarî mûçeyê teqawîdan û mûçeyê kêmtirîn pêşniyazname da
14:37 Demîrtaş: Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz dê min biparasta
13:58 Kesê weke ‘kobay’ hatibû bikaranîn giliyê berpirsyaran kir
13:46 Hate xwestin ku parêzer Çîftçî were berdan
13:38 Tûncel: Herêma Kurdistanê bi xwe ve girêdidin lê PDK dengê xwe nake
12:30 Talankirina xwezayê ya li Komateyê didome
11:45 Li dijî girtina 3 jê dayik 9 kesan îtîraz hat kirin: Di dosyayê de delîl tune ne
11:43 DEM Partî: Parastina Şoreşa Rojava berpirsyartiya me hemûyan e
11:20 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:12 Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin
11:09 KNK: Divê her kes li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêze
10:30 Dewleta tirk a sewqiyata leşkerî didomîne herêma Biradostê bombebaran kir
10:19 Êrişî paytextê Îsraîlê Tel Avîvê hate kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
10:02 Şêx Berzencî: Em êrişên dagirkeriyê qebûl nakin