Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe

  • rojane
  • 09:38 19 Tîrmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Girtî Rezzan Şengul ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, 113 roj in di greva birçîbûnê de ye. Malbata Şengul got ku ew ji ber jiyana zarokê xwe fikaredarin û ji rayedaran xwestin ku daxwazên wî qebûl bikin. 
 
Endamê Grup Yorumê Rezzan Şengul ê li Girtîgeha Marmarayê dihat ragirtin û hevalên wî Vedat Dogan û Halîl Yakut sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hatin kirin. Şengul, Dogan û Yakut ji heman dozê tên darizandin û bi daxwaza ku sewqî girtîgeheke nêzî malbatên wan bên kirin, dest bi greva birçîbûnê kirin. Şengul 113, Dogan 108 û Yakut jî 93 roj in di greva birçîbûnê de ye. Şengul, Dogan û Yakut di 10’ê sibatê de hatibûn girtin. 
 
Dayik û bavên Şengul xwestin daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin. 
 
‘VÎTAMÎN BI KEYFÎ KÊM HATIN DAYÎN’ 
 
Bavê Şengul, Sadik Şengul anî ziman ku kurê wî li girtîgeha bi “tîpa bîrê” tê ragirtin, îşkenceyên giran lê hatine kirin û ev tişt anî ziman: “Gardiyanan tiliyên wî şikandin. Dema em jî diçin serdanê lêgerîna tazî ferz dikin. Kurê min tevî du hevalên xwe li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kir. Heke wiha nekiribûna îxtîmalekî mezin dê tiştên xerabtir bi serê wan bihatina. Jixwe pirsgirêkên tenduristiyê yên kurê min hebûn. Li hemberî îşkence, neheqî û derhiqûqtiyan ji bilî greva birçîbûnê tu rêyên wan namînin. Di 15’ê tîrmehê de çûm girtîgehê. Kurê min nedikariya bimeşe. Tevî vê jî tiştên dixwaze nadin wî. Lîmonên rizî didin wan. Hebên vîtamînê hene. Divê 500 mg’an bidin kesên di greva birçîbûnê de lê heta 75 rojan jî bi awayekî keyfî 250 mg dan. Lewma pirsgirêkên tenduristiyê zû dest pê kirin. Di hevdîtina dawî de got; ‘Bavo ez êdî ji ber êşa mil û lingên xwe nikarim razêm.’ Weke malbata wî em fikaredarin. Dibe ku ji nişka ve ji me re xeber were.” 
 
‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ’
 
Şengul, qala zehmetiyên mercên girtîgehê kir û got ku kurê wî nêz 6 meh in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Şengul, wiha domand: “Em rewşa tenduristiyê ya kurê xwe ji midûrê girtîgehê dipirsin lê dibêje ‘em nikarin di vê mijarê de agahiyan bidin.’ Li hucreya lê dimîne cihê hewadariyê tune ye. Zarok nikare bêhnê bistîne. Paceke biçûçik heye. Ev zarok ji her tiştekî bêpar hatine hiştin. Ma ev ne sûcekî li dijî mirovahiyê ye?” 
 
‘LI GIRTÎGEHÊ TILIYÊN KURÊ MIN ŞIKANDIN’ 
 
Dayika Şengul, Fatma Ozalp jî anî ziman ku di dema binçavkirin û girtinê de bi rojan nekarîne agahiyê ji zarokê xwe bigirin. Ozalp, diyar kir ku kurê wê bi awayekî sîstematîk rastî zextê tê û wiha got: “Dema kurê min xistin hucreyê derb kirin û tiliyên wî şikandin. Di laşê wî de gelek şopên derbkirinê hebûn û reş û şîn bûbû. Gardiyan her 45 deqeyan carekê diçin hucreyê û kurê min aciz dikin. Tu heqaret û îşkence neman ku lê nekiribin. Kurê min li dijî vê ketiye greva birçîbûnê.” 
 
‘FIKARÊN ME LI SER JIYANA WÎ HENE’
 
Ozalp, bi lêv kir ku ji ber jiyana kurê xwe fikarên wan hene û axaftina xwe wiha qedand: “Tekane daxwaza kurê min ew e ku bibin girtîgeheke ne bi tîpa bîrê be, hevalên wî li wir bin û nêzî malbatê be. Em mehê carekê kurê min dibînin. Tevî vê jî hêza me ya madî têr nake. Ji ber jiyana kurê min fikarên me hene. Em dixwazin tavilê were sewqkirin. Pirsgirêka wî ya dil û serêşa wî zêde bûye. Bi zehmetî radibe ser pêyan û nikare xwe li ser pêyan bigire. Heke tiştek bi serê kurê min bê, berpirsyarên wê rayedar in. Midûrên girtîgehê, wezareta dadê û serokkomar berpirsyar in. Kurê min ‘terorîst’ nîne. Kurê min hunermendê gel e, muzîkjen e û şoreşger e. Em dixwazin tavilê tevî hevalên xwe bê sewqkirin.” 
 

Sernavên din

19/07/2024
09:59 Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da
09:52 Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin
09:49 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:47 ‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’
09:39 'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'
09:38 Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:37 Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin
09:28 'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’
09:27 Gundê ku bi destê jinan hatiye avakirin: Jinwar
09:13 'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’
09:11 DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî
09:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome
09:02 Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN
18/07/2024
23:18 Hevşaredarên Artûklûyê: Em astengiyan nas nakin û em ê xizmeta gel bikin
22:50 Li Stenbol û Colemêrgê nobedên dijqeyûm: Gelê kurd wê serê xwe netewîne
22:18 Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike
21:32 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Rihayê panel li dar xist
21:19 Girtiyê piştî 31 salan hat berdan: Ez ê têbikoşim
21:07 Platforma Şahmaran: Divê tacîzkar û îşkencekar bên girtin
19:03 Platforma Jinan a Amedê: Em di têkoşînê de ne, em dest jê bernadin
17:35 Bernameya 22'yemîn Festîvala Mûnzûrê diyar bû
16:15 Ji gelek bajaran bertek nîşanî êrişan dan: Ji dagirkerî û xiyanetê re na
16:14 DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê
15:54 Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar
15:53 Ji OHD’ê rapora girtîgehan a Çûkûrovayê: Divê tecrîd bê bidawîkirin
14:49 Bertek nîşanî girtina parêzer Çîftçî hate dayîn: Divê bê berdan
14:03 BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist
13:57 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan hate kirin
13:37 Temellî: Rêya aştiya civakî ji guftûgoya bi rêveberiya xweser re derbas dibe
13:30 Rojnameger Topaloglû sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
13:10 DFG: Em hedef nîşandana rojnamevan şermezar dikin
13:04 CPT: Yê ku di êrişê de hatiye kuştin pêşmerge bû
12:55 Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê bertek nîşanî êrişan da
12:53 ‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’
12:44 Înîsiyatîfa Hûnerê ya ji bo Azadiyê hate damezrandin: Em welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin
11:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:57 Kiratli yê li AYM’ê hate tayînkirin bi El Nusrayê re bazirganî kiriye!
10:38 Parêzer Bîlmez: Wezaret ji bo înkarkirina tecrîdê hincetan peyda dike
10:37 Cezayê li 24 siyasetmedaran hatibû birîn hate erêkirin
10:37 Li Amedê nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarinê jehrî bûn
10:18 Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin
10:17 Dewleta tirk Şêladizê bombebaran kir: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
10:17 Teqawîdan ji desthilatê re got: Ka xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!
10:14 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbaran betal kir
09:42 Artêşa ku pêşengiya şoreşê kir: YPJ
09:32 Mafê herî rewa: Xweparastin e
09:17 Hem yewmiye nedanê hem jî îşkence lê kirin
09:16 Di 17 salan de 451 sivîl bi guleyên polîsan hatin kuştin
09:14 Şoreşa Rojava 12 salî ye
09:11 Welatiyên Amedê ji ber têkçûna aboriyê banga hilbijartina pêşwext kirin
09:09 Kanar: Divê ji bo Ocalan qanûnek bê derxistin û were berdan
09:07 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:57 Nobeta rêzgirtina ji îradeyê re ya Colemêrgê: Em ê qeyûm bişînin
08:57 Ji bo endamtiya AYM’ê tayîneke nû hat kirin
08:56 Ji bo 4 bajaran hişyariya barîna zêde hat kirin
08:55 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
17/07/2024
23:59 Rêxistinên ciwanan ji bo qurbaniyên Pirsûsê meşiyan: 5 kes hatin binçavkirin
23:52 25 kesên ji doza 1'ê Gulanê girtîbûn hatin berdan
23:00 Tîma Şedal bi ser ket, tîma Zeydan têk çû
21:35 Nobeda li dijî qeyûm a li Stenbol û Îzmîrê berdewam kir
21:03 ÎHD’ê salvegera xwe ya 38’emîn pîroz kir
20:31 Girtî Halîl Arslan piştî 30 salan hat berdan
19:01 Ji Amedê bang kirin: PDK di nava xiyanetê de ye, dest ji xiyanetê berde
18:16 Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê: Tecrîd tune, qedexe heye!
16:48 DEM Partiyê ji bo mexdûrên erdhejê pêşnûme da Meclisê
15:50 DEM Partiyê tesîsa hilberînê ya AKP’ê girtibû dîsa vekir
15:46 Li Geliyê Botanê şewat derket
15:39 Cenazeyê Kaya piştî 6 salan dan malbatê
15:38 Mamosteyan ‘Nobeta xwe ya Perwerdehiyê’ bi dawî kir
15:24 NY’ê ji Tirkiyeyê parastin xwest: Sedema rewşa li Îmraliyê çi ye?
14:46 Li Sûrê bertek nîşanî vekirina avahiya PTT’ê ya dîrokî ya ji rantê re dan
14:43 ÎHD 38 salî ye: Dê têkoşîn bidome
14:24 Rapora ÎHD’ê ya 6 mehan: 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin kirin
14:20 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
14:14 Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin
13:31 Ji TEV-DEM’ê peyama 19’ê Tîrmehê: Têkoşînê mezin bikin
13:05 Hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê taloqî cotmehê hatin kirin
12:52 Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma
12:52 Ji bo Beyoglû yê AKP’î biryara girtinê hate dayîn
11:30 DEM Partiyê bertek nîşanî birîna daran da: Vê talanê rawestînin
10:45 Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê serdana partî û aliyên siyasî kir
10:16 Li qada dewleta tirk bombebaran kir şewat derket
09:24 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran
09:23 Di dozeke din de jî polîs hatin parastin: Di bûyerê de qestîbûn tune ye
09:18 ‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’
09:16 Prof. Ozturkmen: Heke krîza avhewayê bidome dê qitûtiya avê biqewime
09:13 Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
09:07 Malbatên girtiyan: Girtiyên me dixwazin tavilê tecrîd bê rakirin
09:05 Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in
09:02 Kargeha romanên kurdî: Jin û mêr bi hev re wêjeya kurdî nîqaş dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:35 Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin
08:34 Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne
16/07/2024
23:06 Li Colemêrgê 'Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re' di roja 12’emîn de ye
22:31 Li Serdeştê kolberek hat kuştin
22:17 Rapora bîlançoya êrişên mehekî hat eşkerekirin
22:06 Li Stenbolê nobeda dijqeyûm: Divê em bi têkoşîna yekgirtî rabin
21:50 Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir