Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin

  • rojane
  • 09:02 19 Tîrmeh 2024
  • |
img
RIHA - Bi ser Komkujiya Pirsûsê re 9 sal derbas bûn û tevî vê yekê hê jî hêzên li pişta bûyerê dernexistine holê. Parêzera dozê Sevda Çelîk Ozbîngol got: “Ne bersûc malbatên mexdûr bûn hatin darizandin. Me pratîka darizandinek wisa dît.” 
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê li dijî ciwanên sosyalîst êrişa bombeyî ango xwekuj pêk anî. Bi ser êrişê re 9 sal derbas bûn. Di çarçoveya kampanya ji bo ji nû ve avakirina Kobanê de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) hat destpêkirin, di 20'ê Tîrmeha 2015'an de bi sedan ciwanên ji Tirkiye û bakurê Kurdistanê hatin cem hev. Ciwanên ku ji bo ji zarokên Kobanê pêlîstokan bibin hatin gel hev, beriya biçin Kobanê xwestin li Navenda Çandê ya Amara daxuyaniyê bidin. Di dema ku daxuyanî dihat dayîn de ji aliyê DAIŞ’ê ve êrişeke bombeyî pêk hat. Di êrişê de 33 kes mirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.
 
CEZA LI KESEKÎ TENÊ HAT BIRÎN 
 
Piştî komkujiyê heta çend rojan ji cihê bûyerê girtina dîmenan hat qedexekirin. Piştî 3 rojan di lêpirsîna ku der barê komkujiyê de hat destpêkirin de biryara veşarî ango nepeniyê hat dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê 18 meh şûnde îdianame amade kir. Di îdianameyê de ji bo endamên DAIŞ'ê Yakup Şahîn, Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî 34 caran cezayê yê girankirî hat xwestin. Di danişîna 21'emîn a di 22'ê cotmeha 2021'an pêk hat de yekane bersûcê girtî Yakup Şahîn ê ku carekê jî neanîn eywana dadgehê 34 caran cezayê muebeda girankirî lê hat birîn.
 
 
XISÛSÊN KÊM ÊN DI DARIZANDINÊ DE 
 
Seranserî pêvajoya darizandinê malbatên qurbaniyan û parêzeran daxwazên ku kirin nehatin qebûlkirin. Tevî ku têkiliya endamên DAIŞ’ê Azzo Halaf Suleyman el Aggal û Mahîr el Aggal bi teqîn ango êrişê re derketin holê û tevî daxwaza parêzeran jî daxilî dosyeyê nehatin kirin. 
 
Dîmenên aîdî beriya komkujiyê û piştî komkujiyê piştî sê sal û nîvan daxilî dosyeya dozê hatin kirin. Derket holê ku piştî komkujiyê dîmenê beşa ji 5 saetan pêk tê hatiye birîn. Der barê van dîmenên ku hatine windakirin tu karûbarek nehat kirin. 
 
Qeydên têkildarî kujer Abdurrahman Alagoz çawa hatiye bajêr, li ku maye û bi kî re daye û stendiye di dosyeyê de cih negirtin. Der barê Îmam Abdullah Omer Aslan ku piştî qetlîamê li cihê bûyerê wêne digirt hat girtin û paşê hat berdan biryara “neşopandinê” hat dayîn. Balkêş e ku di pêvajoya darizandinê de îfadeyên Aslan ên di dema darizandinê de nehatine girtin. Berê jî derketibû holê ku qeydên hevdîtina bi rêya telefonê ya Aslan ku bi hin endamên DAIŞ’ê re kiriye. 
 
Serokwezîrê wê çaxê Ahmet Davutoglû ku digot, “Heke em qala qewimandinên di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê bikin, kes nikare li şûna xwe rûnê.” Tevî vê daxuyaniyê jî li Davutoglû nehat guhdarîkirin. Daxwazên parêzeran ên ji bo guhdariya li Davutoglû jî hatin redkirin. 
 
DOZA BERSÛCÊN FIRAR DIDOME 
 
Darizandina der barê bersûcên firar Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali berdewam dike. Danişîna 7’emîn a dozê dê di 5’ê mijdara 20204’an de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê lidarxistin. 
 
MALBAT HATIN SÛCDARKIRIN!
 
9 sal in malbatên qurbaniyan ji bo pêkanîna edaletê û hêzên li pişt qetlîamê derkevin holê têdikoşin. Malbatên qurbaniyan 2 meh piştî komkujiyê ji bo kujer neyên jibîrkirin û ji faîlên rastî hesab bê pirsîn, Platforma Piştevanî û Edaletê ya Pirsûsê ava kirin. Di pêvajoya darizandinê de der barê gelek malbatên gurbaniyan de lêpirsîn û doz hatin destpêkirin û vekirin. 
 
OZBÎNGOL: LÊPIRSÎNA BI BANDOR NEHAT BIRÊVEBIRIN 
 
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol ku di Platforma Ji bo Pirsûsê Edalet de cih digire têkildarî dozê axivî. Ozbîngol bi bîr xist ku 33 qurbanî ji bo avakirina Kobanê wê biçûna û têkidlarî komkujiya ku qewimî lêpirsînek bi bandor nehat birêvebirin. Ozbîngol wiha got: “Pêvajoyek ku ji daxwaza me ya edaletê re bibe bersiv nehat birêvebirin. Ji ber ku lêpirsînek bi bandor nehatin kirin, qetlîman berdewam kir. Komkujî di pêvajoyek ku çareserkirina pirsgirêka kurd pêk dihat, qewimî. Aştî û çareseriyê kirin armanc û ev lêgerînên çareseriyê hatin sabotekirin. Di darizandinê de bersûc-kujer hatin parastin.” 
 
LI ŞÛNA BERSÛCAN MALBAT HATIN DARIZANDIN 
 
Ozbîngol destnîşan kir ku li Ahmet Davûtoglû weke şahid nehate gûhdarîkirin û di dosyeyê de polîtîkaya bêcezahiştinê hat şopandin û got: “Di vê darizandinê de bersûc nehatin darizandin, li şûna bersûcan malbat ango mexdûr hatin darizandin. Em bûn şahidê pratîka darizandinek wiha. Tu bersûc neanîn danişînan. Daxwazên me her dem hatin redkirin. Malbatên ku zarokên wan bûn qûrbanî hatin darizandin. Daxuyaniyên malbatan bûn mijara lêpirsînan. Ferdên hin malbatan hatin darizandin. Gorên qurbaniyan hatin rûxandin.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

19/07/2024
09:59 Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da
09:52 Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin
09:49 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:47 ‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’
09:39 'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'
09:38 Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:37 Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin
09:28 'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’
09:27 Gundê ku bi destê jinan hatiye avakirin: Jinwar
09:13 'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’
09:11 DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî
09:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome
09:02 Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN
18/07/2024
23:18 Hevşaredarên Artûklûyê: Em astengiyan nas nakin û em ê xizmeta gel bikin
22:50 Li Stenbol û Colemêrgê nobedên dijqeyûm: Gelê kurd wê serê xwe netewîne
22:18 Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike
21:32 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Rihayê panel li dar xist
21:19 Girtiyê piştî 31 salan hat berdan: Ez ê têbikoşim
21:07 Platforma Şahmaran: Divê tacîzkar û îşkencekar bên girtin
19:03 Platforma Jinan a Amedê: Em di têkoşînê de ne, em dest jê bernadin
17:35 Bernameya 22'yemîn Festîvala Mûnzûrê diyar bû
16:15 Ji gelek bajaran bertek nîşanî êrişan dan: Ji dagirkerî û xiyanetê re na
16:14 DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê
15:54 Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar
15:53 Ji OHD’ê rapora girtîgehan a Çûkûrovayê: Divê tecrîd bê bidawîkirin
14:49 Bertek nîşanî girtina parêzer Çîftçî hate dayîn: Divê bê berdan
14:03 BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist
13:57 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan hate kirin
13:37 Temellî: Rêya aştiya civakî ji guftûgoya bi rêveberiya xweser re derbas dibe
13:30 Rojnameger Topaloglû sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
13:10 DFG: Em hedef nîşandana rojnamevan şermezar dikin
13:04 CPT: Yê ku di êrişê de hatiye kuştin pêşmerge bû
12:55 Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê bertek nîşanî êrişan da
12:53 ‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’
12:44 Înîsiyatîfa Hûnerê ya ji bo Azadiyê hate damezrandin: Em welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin
11:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:57 Kiratli yê li AYM’ê hate tayînkirin bi El Nusrayê re bazirganî kiriye!
10:38 Parêzer Bîlmez: Wezaret ji bo înkarkirina tecrîdê hincetan peyda dike
10:37 Cezayê li 24 siyasetmedaran hatibû birîn hate erêkirin
10:37 Li Amedê nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarinê jehrî bûn
10:18 Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin
10:17 Dewleta tirk Şêladizê bombebaran kir: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
10:17 Teqawîdan ji desthilatê re got: Ka xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!
10:14 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbaran betal kir
09:42 Artêşa ku pêşengiya şoreşê kir: YPJ
09:32 Mafê herî rewa: Xweparastin e
09:17 Hem yewmiye nedanê hem jî îşkence lê kirin
09:16 Di 17 salan de 451 sivîl bi guleyên polîsan hatin kuştin
09:14 Şoreşa Rojava 12 salî ye
09:11 Welatiyên Amedê ji ber têkçûna aboriyê banga hilbijartina pêşwext kirin
09:09 Kanar: Divê ji bo Ocalan qanûnek bê derxistin û were berdan
09:07 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:57 Nobeta rêzgirtina ji îradeyê re ya Colemêrgê: Em ê qeyûm bişînin
08:57 Ji bo endamtiya AYM’ê tayîneke nû hat kirin
08:56 Ji bo 4 bajaran hişyariya barîna zêde hat kirin
08:55 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
17/07/2024
23:59 Rêxistinên ciwanan ji bo qurbaniyên Pirsûsê meşiyan: 5 kes hatin binçavkirin
23:52 25 kesên ji doza 1'ê Gulanê girtîbûn hatin berdan
23:00 Tîma Şedal bi ser ket, tîma Zeydan têk çû
21:35 Nobeda li dijî qeyûm a li Stenbol û Îzmîrê berdewam kir
21:03 ÎHD’ê salvegera xwe ya 38’emîn pîroz kir
20:31 Girtî Halîl Arslan piştî 30 salan hat berdan
19:01 Ji Amedê bang kirin: PDK di nava xiyanetê de ye, dest ji xiyanetê berde
18:16 Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê: Tecrîd tune, qedexe heye!
16:48 DEM Partiyê ji bo mexdûrên erdhejê pêşnûme da Meclisê
15:50 DEM Partiyê tesîsa hilberînê ya AKP’ê girtibû dîsa vekir
15:46 Li Geliyê Botanê şewat derket
15:39 Cenazeyê Kaya piştî 6 salan dan malbatê
15:38 Mamosteyan ‘Nobeta xwe ya Perwerdehiyê’ bi dawî kir
15:24 NY’ê ji Tirkiyeyê parastin xwest: Sedema rewşa li Îmraliyê çi ye?
14:46 Li Sûrê bertek nîşanî vekirina avahiya PTT’ê ya dîrokî ya ji rantê re dan
14:43 ÎHD 38 salî ye: Dê têkoşîn bidome
14:24 Rapora ÎHD’ê ya 6 mehan: 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin kirin
14:20 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
14:14 Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin
13:31 Ji TEV-DEM’ê peyama 19’ê Tîrmehê: Têkoşînê mezin bikin
13:05 Hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê taloqî cotmehê hatin kirin
12:52 Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma
12:52 Ji bo Beyoglû yê AKP’î biryara girtinê hate dayîn
11:30 DEM Partiyê bertek nîşanî birîna daran da: Vê talanê rawestînin
10:45 Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê serdana partî û aliyên siyasî kir
10:16 Li qada dewleta tirk bombebaran kir şewat derket
09:24 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran
09:23 Di dozeke din de jî polîs hatin parastin: Di bûyerê de qestîbûn tune ye
09:18 ‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’
09:16 Prof. Ozturkmen: Heke krîza avhewayê bidome dê qitûtiya avê biqewime
09:13 Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
09:07 Malbatên girtiyan: Girtiyên me dixwazin tavilê tecrîd bê rakirin
09:05 Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in
09:02 Kargeha romanên kurdî: Jin û mêr bi hev re wêjeya kurdî nîqaş dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:35 Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin
08:34 Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne
16/07/2024
23:06 Li Colemêrgê 'Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re' di roja 12’emîn de ye
22:31 Li Serdeştê kolberek hat kuştin
22:17 Rapora bîlançoya êrişên mehekî hat eşkerekirin
22:06 Li Stenbolê nobeda dijqeyûm: Divê em bi têkoşîna yekgirtî rabin
21:50 Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir