Artêşa ku pêşengiya şoreşê kir: YPJ

  • jin
  • 09:42 18 Tîrmeh 2024
  • |

RIHA - Şervanên YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de ku li hemû cîhanê bi tirs û xof tê vegotin, di eniya herî pêş de bûn. Yek ji fermandarên YPJ'ê Rohilat Efrîn got: "Em tî û birçî bimînin jî em ê parastina xwe bidomînin."

Xwepêşandanên sivîl ên ku di Adara 2011’an de li Sûriyê dest pê kiribûn, piştî demekê veguherîn şerê navxweyî. Kurd û gelên din ku bi hev re dijîn, nebûn alîgirên Esad û hêzên dijberiya wan. Kurd û gelên din bi stratejiya “Rêya Sêyemîn” tevgeriyan. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêvajoya ku bi navê “Şoreşa Rojava” ango wek “Şoreşa Jinê” jî tê nasîn derbasî nava rûpelên dîrokê bû, dest pê kir. 
 
YPG, YPJ Û HSD
 
Di dîroka navborî de hêzên Esad ji Kobanê hatin derxistin. Piştî Kobanê gel li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkêlegê, Tirbespiyê û Tiltemîr rêveberiyê bi dest xist. Di heman rojê de Kantona Kobanê bi dirûşmeya “Sûriya Demokratîk, Rojavaya Xweser” hat ragihandin. Piştre kantonên nû li Efrîn û Qamişlo hatin ragihandin. 
 
Di vê pêvajoyê de gelek tiştên nû jî hatin kirin û pêşketin çêbûn. Di dema ku şer zêde bû de yekem car yekîneyên parastina herêmî hatin avakirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di 12’ê Adara 2014’an de hat avakirin. Di 4’ê Nîsana 2013’an de dema ku êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat avakirin. Di sala 2015’an de hat ragihandin ku rêxistina sîwan a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku gelên tirkmen, ereb û suryanî jî di nav de ne, hat avakirin. 
 
'ME XWE NEPARASTA EM Ê TUNE BÛBÛNA’ 
 
di Şoreşa Rojava de hem di têkoşîna li dijî êrişan de hem jî di avakirina sîstemê de pêşengî kir. Di salvegera 12’emîn a şoreşê de yek ji fermandarên YPJ'ê Rohilat Efrîn axivî û diyar kir ku dema şerê navxweyî dest pê kir kurdan xwe bi rêxistin kirin û bersiv dan êrişan. Rohilat Efrîn wiha got: "Li aliyekê azadîxwaz hebûn, li aliyê din jî li her derê êriş dikirin. Kurdan dest bi plansaziyê kirin ku li dijî wan dê li kîjan rêyê bimeşin, wê çawa xwe biparêzin. Çawa dikaribûn bajar û taxên ku lê dijiyan biparêzin. Di wê demê de me li ser navê Yekitiya Xwe Parastina Gel (YXG) şer dikir. Ji 7 salî heta 70 salî hemû gel li dijî van êrişan di nava parastinê de bû. Me dizanibû ku eger em xwe neparêzin, em ê tune bibin. Êrişên hatin kirin li dijî bedena me, ruhê me, çanda me û dîroka me bûn.” 
 
BANDORA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ 
 
Rohilat Efrîn destnîşan kir ku kurdan bi avakirina YXG'ê re cihê xwe di nava dîrokê de girt û got ku ew di pêvajoya şoreşê de tenê şer nekirine di heman demê de ji bo avakirinê jî têkoşiyan e. Efrîn axaftina xwe wiha domand: "Civak tenê ji yek zayendî pêk nayê. Du zayend bi hev re dijîn. Lê belê di her civakê de zayenda ku herî zêde nikare xwe biparêze bêguman jin e. Li gelek bajarên me feraseteke ku jinan dixe nava qalibê ‘namûsê’ serdest bû. Nedihiştin ku jin derkevin derve, lê belê bandora tevgera azadiya kurd li ser kurdên Rojava hebû, ji ber ku di nava refên wan de şer kirin û şehîd bûn. Ev yek li ser malbatên me Rojava jî bandorê kiribû. Ev çand heta ku çû şoreşê dewam kiribû. Hat dîtin ku pêwîstî bi afirandina şoreşê û avakirina artêşa jinan heye.” 
 
'JIN BÛN PÊŞENG’ 
 
Rohilat Efrîn diyar kir ku jinan bi ruhê ku wê welatên xwe biparêzin di refên pêş ên şoreşê û avakirina artêşê de cih girtin û fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di şoreşê de esas hatin girtin. Efrîn destnîşan kir ku îro jî hê jî nayê bawerkirin ku wan çawa şoreş ava kiriye, hê jî wek çîrokê tê gotin û lê belê şoreş pêk hat û jin bûn pêşengên şoreşê. Efrîn da zanîn ku şoreşa ku jinan jê re pêşengiyê kir, di heman demê de weke “Şoreşa Jinan” tê pênasekirin. Efrîn destnîşan kir ku bi pêşengiya jinan ew DAIŞ’a ku tirs û xofê xistibû nava dinyayê hat têkbirin û got: “Duh em rengek bûn, îro em bûne bi dehan reng. Em bi ked û xwîdanan jinan hatin van rojan. Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin, çi ji destê me were em ê bikin. Em tî û birçî jî bimînin, em ê xwe û welatê xwe biparêzin.”
 

Sernavên din

19/07/2024
09:59 Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da
09:52 Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin
09:49 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:47 ‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’
09:39 'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'
09:38 Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:37 Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin
09:28 'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’
09:27 Gundê ku bi destê jinan hatiye avakirin: Jinwar
09:13 'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’
09:11 DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî
09:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome
09:02 Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN
18/07/2024
23:18 Hevşaredarên Artûklûyê: Em astengiyan nas nakin û em ê xizmeta gel bikin
22:50 Li Stenbol û Colemêrgê nobedên dijqeyûm: Gelê kurd wê serê xwe netewîne
22:18 Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike
21:32 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Rihayê panel li dar xist
21:19 Girtiyê piştî 31 salan hat berdan: Ez ê têbikoşim
21:07 Platforma Şahmaran: Divê tacîzkar û îşkencekar bên girtin
19:03 Platforma Jinan a Amedê: Em di têkoşînê de ne, em dest jê bernadin
17:35 Bernameya 22'yemîn Festîvala Mûnzûrê diyar bû
16:15 Ji gelek bajaran bertek nîşanî êrişan dan: Ji dagirkerî û xiyanetê re na
16:14 DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê
15:54 Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar
15:53 Ji OHD’ê rapora girtîgehan a Çûkûrovayê: Divê tecrîd bê bidawîkirin
14:49 Bertek nîşanî girtina parêzer Çîftçî hate dayîn: Divê bê berdan
14:03 BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist
13:57 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan hate kirin
13:37 Temellî: Rêya aştiya civakî ji guftûgoya bi rêveberiya xweser re derbas dibe
13:30 Rojnameger Topaloglû sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
13:10 DFG: Em hedef nîşandana rojnamevan şermezar dikin
13:04 CPT: Yê ku di êrişê de hatiye kuştin pêşmerge bû
12:55 Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê bertek nîşanî êrişan da
12:53 ‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’
12:44 Înîsiyatîfa Hûnerê ya ji bo Azadiyê hate damezrandin: Em welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin
11:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:57 Kiratli yê li AYM’ê hate tayînkirin bi El Nusrayê re bazirganî kiriye!
10:38 Parêzer Bîlmez: Wezaret ji bo înkarkirina tecrîdê hincetan peyda dike
10:37 Cezayê li 24 siyasetmedaran hatibû birîn hate erêkirin
10:37 Li Amedê nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarinê jehrî bûn
10:18 Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin
10:17 Dewleta tirk Şêladizê bombebaran kir: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
10:17 Teqawîdan ji desthilatê re got: Ka xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!
10:14 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbaran betal kir
09:42 Artêşa ku pêşengiya şoreşê kir: YPJ
09:32 Mafê herî rewa: Xweparastin e
09:17 Hem yewmiye nedanê hem jî îşkence lê kirin
09:16 Di 17 salan de 451 sivîl bi guleyên polîsan hatin kuştin
09:14 Şoreşa Rojava 12 salî ye
09:11 Welatiyên Amedê ji ber têkçûna aboriyê banga hilbijartina pêşwext kirin
09:09 Kanar: Divê ji bo Ocalan qanûnek bê derxistin û were berdan
09:07 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:57 Nobeta rêzgirtina ji îradeyê re ya Colemêrgê: Em ê qeyûm bişînin
08:57 Ji bo endamtiya AYM’ê tayîneke nû hat kirin
08:56 Ji bo 4 bajaran hişyariya barîna zêde hat kirin
08:55 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
17/07/2024
23:59 Rêxistinên ciwanan ji bo qurbaniyên Pirsûsê meşiyan: 5 kes hatin binçavkirin
23:52 25 kesên ji doza 1'ê Gulanê girtîbûn hatin berdan
23:00 Tîma Şedal bi ser ket, tîma Zeydan têk çû
21:35 Nobeda li dijî qeyûm a li Stenbol û Îzmîrê berdewam kir
21:03 ÎHD’ê salvegera xwe ya 38’emîn pîroz kir
20:31 Girtî Halîl Arslan piştî 30 salan hat berdan
19:01 Ji Amedê bang kirin: PDK di nava xiyanetê de ye, dest ji xiyanetê berde
18:16 Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê: Tecrîd tune, qedexe heye!
16:48 DEM Partiyê ji bo mexdûrên erdhejê pêşnûme da Meclisê
15:50 DEM Partiyê tesîsa hilberînê ya AKP’ê girtibû dîsa vekir
15:46 Li Geliyê Botanê şewat derket
15:39 Cenazeyê Kaya piştî 6 salan dan malbatê
15:38 Mamosteyan ‘Nobeta xwe ya Perwerdehiyê’ bi dawî kir
15:24 NY’ê ji Tirkiyeyê parastin xwest: Sedema rewşa li Îmraliyê çi ye?
14:46 Li Sûrê bertek nîşanî vekirina avahiya PTT’ê ya dîrokî ya ji rantê re dan
14:43 ÎHD 38 salî ye: Dê têkoşîn bidome
14:24 Rapora ÎHD’ê ya 6 mehan: 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin kirin
14:20 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
14:14 Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin
13:31 Ji TEV-DEM’ê peyama 19’ê Tîrmehê: Têkoşînê mezin bikin
13:05 Hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê taloqî cotmehê hatin kirin
12:52 Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma
12:52 Ji bo Beyoglû yê AKP’î biryara girtinê hate dayîn
11:30 DEM Partiyê bertek nîşanî birîna daran da: Vê talanê rawestînin
10:45 Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê serdana partî û aliyên siyasî kir
10:16 Li qada dewleta tirk bombebaran kir şewat derket
09:24 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran
09:23 Di dozeke din de jî polîs hatin parastin: Di bûyerê de qestîbûn tune ye
09:18 ‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’
09:16 Prof. Ozturkmen: Heke krîza avhewayê bidome dê qitûtiya avê biqewime
09:13 Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
09:07 Malbatên girtiyan: Girtiyên me dixwazin tavilê tecrîd bê rakirin
09:05 Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in
09:02 Kargeha romanên kurdî: Jin û mêr bi hev re wêjeya kurdî nîqaş dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:35 Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin
08:34 Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne
16/07/2024
23:06 Li Colemêrgê 'Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re' di roja 12’emîn de ye
22:31 Li Serdeştê kolberek hat kuştin
22:17 Rapora bîlançoya êrişên mehekî hat eşkerekirin
22:06 Li Stenbolê nobeda dijqeyûm: Divê em bi têkoşîna yekgirtî rabin
21:50 Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir