Malbatên girtiyan: Girtiyên me dixwazin tavilê tecrîd bê rakirin

  • rojane
  • 09:07 17 Tîrmeh 2024
  • |
img

AMED - Malbatên girtiyan piştî girtiyan dawî li çalakiya xwe anîn li girtîgehên hevdîtin pêk anîn. Malbatan diyar kir ku girtiyên wan dixwazin demildest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û divê têkoşîna li dijî tecrîdê bidome. 

 
Girtiyên li girtîgehên bajarên Tirkiyeyê û bajarên bakurê Kurdistanê girtî ne, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger ku di 27’ê Mijdara 2023’an de di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dabû destpêkirin, di 4’ê Nîsana 2024’an de derbasî qonaxeke nû kirin. Girtiyan 3 meh dadgeh boykot kirin û ne telefon û ne jî hevdîtina bi malbatên xwe re kirin. Piştî çalakiya demdirêj di 4'ê tîrmehê de çalakiya li girtîgehan bi dawî bû, malbatên girtiyan çûn serdana girtiyên xwe. 
 
Malbatên girtiyan diyar kirin ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û tevî hemû binpêkirinan jî girtî dixwazin ku demildest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û ew bigihîje azadiya xwe. Girtî her wiha balê dikişînin ser girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê jî. 
 
‘MUAMELEYA XERAB LI MALBATAN JÎ TÊ KIRIN’ 
 
Dayika girtiyê bi navê Muhammed Kartal ê li Girtîgeha Tîpa Y a Antalyayê girtî ye Afîfe Kartal piştî 3 mehan bi kurê xwe re hevdîtin kir. Kartal bi bîr xist ku 3 meh in xeber ji kurê xwe nedigirt û got: “Çawa ku li girtîgehan muameleya xerab li zarokên me tê kirin, dema ku em jî diçin girtîgehê, heman muameleya xerab li me jî dikin. Bi çavekî cihêkar li me dinêrin.” 
 
Kartal der barê hevdîtina li cem kurê xwe de wiha got: “Zarokên me dibêjin 'birêz Abdullah Ocalan rêberê me ye. Destûr nayê dayîn ku rêberê me ne bi parêzer û ne jî bi malbata xwe hevdîtinê pêk bîne. Heta ku destûr neyê dayîn ku Rêberê me bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne wê çalakiyên me bidomin’. Çawa ku zarokên me li ser şopa birêz Abdullah Ocalan dimeşin, em ê jî li ser şopa zarokên xwe bin. Girtî dibêjin heke tecrîd neye rakirin ew ê bi rêbazên cuda têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin wê tecrîda li ser zarokên me û kurdan jî bê rakirin.” 
 
‘BILA KEZEBA DAYIKAN NEŞEWITE’ 
 
Girtî Rêber Altuntaş jî li Girtîgeha Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin. Dayika Altuntaş, Xezal Altuntaş diyar kir ku wê sê mehan kurê xwe nedîtiye û ji hesreta kurê wê nexweşînên wê lê giran bûne. Altuntaş da zanîn ku piştî çalakî bi dawî bû ew bi kelecanek ezamet di 8’ê tîrmehê de çûye hevdîtina kurê xwe û ji ber hevdîtin girtî bûye, nikaribûye kurê xwe hembêz bike. 
Altuntaş anî ziman ku armanca çalakiyên li girtîgehan û li derve ew e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û got: “Heke tecrîd neyê rakirin wê çalakî berdewam bikin. Em dixwazin demildest bi tecrîd bê rakirin û demildest aştî û edalet pêk were. Ez gazî dayikan dikim werin em li ber girtîgehan tecrîdê protesto bikin û rê li ber şewitandina kezeba dayikan bigirin.” 
 
‘GIRTÎ DI RAKIRINA TECRÎDÊ DE BI BIRYAR IN’ 
 
Remziye Alan a dayika Mazlum Alan ku li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê tê ragirtin jî da zanîn ku ew piştî sê mehan bi telefonê li gel kurê xwe axivî ye û vê hevdîtinê şanazî û moral daye wê. Alan got ku girtî di rakirina tecrîdê de bi biryar in û kurê wê jê re gotiye heta ku tecrîd rabe çi bikeve ser milê wan dê bikin. Alan diyar kir ku her kesê xwedî wîjdan divê li ber tecrîdê rabe û qebûl neke. 
 
Alan got heta ku pirsgirêka kurd çareser bibe dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ 
 
Dayika Mehmet Kirik ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê girtî ye Behiye Kirik jî diyar kir ku bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û kurê wê ji bo rakirina tecrîdê ji wan xwestiye ku têkoşînê bidomînin. Kirik diyar kir ku kurê wê diyar kiriye ku di dema çalakiyê de gelek mafên wan hatine binpêkirin û muameleya xerab li girtiyan tê kirin. Kirik banga rakirina tecrîda li Îmraliyê kir û got: “Heta ku ev bêçareserî berdewam bike, zarokên me jî dê çalakiyên xwe derasî qonaxeke din bikin. Ev banga min ji her kesî re ye, werin em vê têkoşînê bi hêz û girseyî mezin bikin."
 
 

Sernavên din

19/07/2024
09:59 Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da
09:52 Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin
09:49 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:47 ‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’
09:39 'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'
09:38 Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:37 Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin
09:28 'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’
09:27 Gundê ku bi destê jinan hatiye avakirin: Jinwar
09:13 'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’
09:11 DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî
09:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome
09:02 Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN
18/07/2024
23:18 Hevşaredarên Artûklûyê: Em astengiyan nas nakin û em ê xizmeta gel bikin
22:50 Li Stenbol û Colemêrgê nobedên dijqeyûm: Gelê kurd wê serê xwe netewîne
22:18 Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike
21:32 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Rihayê panel li dar xist
21:19 Girtiyê piştî 31 salan hat berdan: Ez ê têbikoşim
21:07 Platforma Şahmaran: Divê tacîzkar û îşkencekar bên girtin
19:03 Platforma Jinan a Amedê: Em di têkoşînê de ne, em dest jê bernadin
17:35 Bernameya 22'yemîn Festîvala Mûnzûrê diyar bû
16:15 Ji gelek bajaran bertek nîşanî êrişan dan: Ji dagirkerî û xiyanetê re na
16:14 DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê
15:54 Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar
15:53 Ji OHD’ê rapora girtîgehan a Çûkûrovayê: Divê tecrîd bê bidawîkirin
14:49 Bertek nîşanî girtina parêzer Çîftçî hate dayîn: Divê bê berdan
14:03 BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist
13:57 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan hate kirin
13:37 Temellî: Rêya aştiya civakî ji guftûgoya bi rêveberiya xweser re derbas dibe
13:30 Rojnameger Topaloglû sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
13:10 DFG: Em hedef nîşandana rojnamevan şermezar dikin
13:04 CPT: Yê ku di êrişê de hatiye kuştin pêşmerge bû
12:55 Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê bertek nîşanî êrişan da
12:53 ‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’
12:44 Înîsiyatîfa Hûnerê ya ji bo Azadiyê hate damezrandin: Em welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin
11:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:57 Kiratli yê li AYM’ê hate tayînkirin bi El Nusrayê re bazirganî kiriye!
10:38 Parêzer Bîlmez: Wezaret ji bo înkarkirina tecrîdê hincetan peyda dike
10:37 Cezayê li 24 siyasetmedaran hatibû birîn hate erêkirin
10:37 Li Amedê nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarinê jehrî bûn
10:18 Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin
10:17 Dewleta tirk Şêladizê bombebaran kir: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
10:17 Teqawîdan ji desthilatê re got: Ka xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!
10:14 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbaran betal kir
09:42 Artêşa ku pêşengiya şoreşê kir: YPJ
09:32 Mafê herî rewa: Xweparastin e
09:17 Hem yewmiye nedanê hem jî îşkence lê kirin
09:16 Di 17 salan de 451 sivîl bi guleyên polîsan hatin kuştin
09:14 Şoreşa Rojava 12 salî ye
09:11 Welatiyên Amedê ji ber têkçûna aboriyê banga hilbijartina pêşwext kirin
09:09 Kanar: Divê ji bo Ocalan qanûnek bê derxistin û were berdan
09:07 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:57 Nobeta rêzgirtina ji îradeyê re ya Colemêrgê: Em ê qeyûm bişînin
08:57 Ji bo endamtiya AYM’ê tayîneke nû hat kirin
08:56 Ji bo 4 bajaran hişyariya barîna zêde hat kirin
08:55 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
17/07/2024
23:59 Rêxistinên ciwanan ji bo qurbaniyên Pirsûsê meşiyan: 5 kes hatin binçavkirin
23:52 25 kesên ji doza 1'ê Gulanê girtîbûn hatin berdan
23:00 Tîma Şedal bi ser ket, tîma Zeydan têk çû
21:35 Nobeda li dijî qeyûm a li Stenbol û Îzmîrê berdewam kir
21:03 ÎHD’ê salvegera xwe ya 38’emîn pîroz kir
20:31 Girtî Halîl Arslan piştî 30 salan hat berdan
19:01 Ji Amedê bang kirin: PDK di nava xiyanetê de ye, dest ji xiyanetê berde
18:16 Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê: Tecrîd tune, qedexe heye!
16:48 DEM Partiyê ji bo mexdûrên erdhejê pêşnûme da Meclisê
15:50 DEM Partiyê tesîsa hilberînê ya AKP’ê girtibû dîsa vekir
15:46 Li Geliyê Botanê şewat derket
15:39 Cenazeyê Kaya piştî 6 salan dan malbatê
15:38 Mamosteyan ‘Nobeta xwe ya Perwerdehiyê’ bi dawî kir
15:24 NY’ê ji Tirkiyeyê parastin xwest: Sedema rewşa li Îmraliyê çi ye?
14:46 Li Sûrê bertek nîşanî vekirina avahiya PTT’ê ya dîrokî ya ji rantê re dan
14:43 ÎHD 38 salî ye: Dê têkoşîn bidome
14:24 Rapora ÎHD’ê ya 6 mehan: 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin kirin
14:20 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
14:14 Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin
13:31 Ji TEV-DEM’ê peyama 19’ê Tîrmehê: Têkoşînê mezin bikin
13:05 Hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê taloqî cotmehê hatin kirin
12:52 Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma
12:52 Ji bo Beyoglû yê AKP’î biryara girtinê hate dayîn
11:30 DEM Partiyê bertek nîşanî birîna daran da: Vê talanê rawestînin
10:45 Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê serdana partî û aliyên siyasî kir
10:16 Li qada dewleta tirk bombebaran kir şewat derket
09:24 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran
09:23 Di dozeke din de jî polîs hatin parastin: Di bûyerê de qestîbûn tune ye
09:18 ‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’
09:16 Prof. Ozturkmen: Heke krîza avhewayê bidome dê qitûtiya avê biqewime
09:13 Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
09:07 Malbatên girtiyan: Girtiyên me dixwazin tavilê tecrîd bê rakirin
09:05 Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in
09:02 Kargeha romanên kurdî: Jin û mêr bi hev re wêjeya kurdî nîqaş dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:35 Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin
08:34 Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne
16/07/2024
23:06 Li Colemêrgê 'Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re' di roja 12’emîn de ye
22:31 Li Serdeştê kolberek hat kuştin
22:17 Rapora bîlançoya êrişên mehekî hat eşkerekirin
22:06 Li Stenbolê nobeda dijqeyûm: Divê em bi têkoşîna yekgirtî rabin
21:50 Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir