Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê

  • rojane
  • 10:08 16 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Girtî Xebat Demîr ku di şewata taxa Kelekê de 10 xizmên xwe winda kir, 30 salên dawî yên taxê nivîsand. Demîr, diyar kir ku ji salên 90’î heta niha rastî windakirinên bi darê zorê, zexta cerdevaniyê, şewat û êrişên nîjadperest hatine. 
 
Di şewata şeva 20’ê hezîranê ya di navbera Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Şewat li qadeke berfireh belav bû û herî zêde bandor li gundê Kelekê yê Şemrexê kir. Tenê li Kelekê 10 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan heywan mirin û zirarên mezin gihiştin mal û berhemên çandiniyê. 
 
Girtiyê ji Kelekê Habat (Xebat) Demîr ku di şewatê de gelek xizmên xwe winda kir, 30 salên gundê xwe nivîsand. Demîr, di sala 2013’an de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate girtin û niha li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Îzmîrê tê ragirtin. Demîr, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand. Demîr, got ku di dema operasyona sala 1995’an de şewateke mezin derketiye û di dema şewatê de kekê wî Menduh Demîr ji helîkopterê hatiye avêtin. Demîr, diyar kir ku hestiyên birayê xwe bi salan piştre di goreke komî de dîtine. 
 
'JI HELÎKOPTERÊ HATE AVÊTIN’
 
Demîr, anî ziman ku tu caran êşên şêniyên gund kişandine nehatine dîtin û wiha got: “Li vê herêmê gelek caran şewat derketin. Yek van jî di 13’ê hezîrana 1995’an de li ser sînorê Amed û Mêrdînê derket. Wê demê li herêmê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Di dema pevçûnan de li gundê Yucebagê Menduh Demîr ê 21 salî ku pezê xwe diçerand, tevî pezê xwe di nava şewatê de mabû. Di şewatê de pezê wî bi temamî miribû û ew jî ji hêla leşkeran ve bi saxî hatibû girtin. Menduh Demîr bûbû şahidê wehşeta li qada pevçûnê. Nedizanî ev şahidî bibe encama wî jî. Mohra ‘terorîst’ a leşkeran li eniya wî xistibûn, dê bûbûya nifteya mirina wî. Tu dilovanî û dilrehmiya wê mohrê tune bû. Fermandarê Cendirmeyan ê Bajarê Amedê yê wê demê Eşref Hatîpoglû çavên  Menduh Demîr girt û li helîkoptera leşkerî siwar kir. Bire herêma Girê Şêra yê Qoserê. Girê Şêra weke çala mirinê di bîra her kesî de cih girtiye. Eşref Hatîpoglû xistibû serê xwe ku tekane şahidê wê pevçûnê tune bike. Eşref Hatîpoglû, li asîmanê Girê Şêrayê Menduh Demîr bi zindî ji helîkopterê avêt û piştre jî xist gorê komî. Dayika min Sûltan Demîr ji wê rojê ve dest bi çalakiya Dayikên Şemiyê kir. Hestiyên zarokê xwe di sala 2013’an di goreke komî de dît. Lê îcar jî kurê wê yê din anku ez li ser îfadeyên derew ên îtîrafkarekî hatim girtin.” 
 
GUND HATE ŞEWITANDIN
 
Demîr, anî ziman ku 3 sal piştî windakirina kekê wî li şêniyên gund cerdevanî hatiye ferzkirin û wiha pê de çû: “Dewletê biryara xwe dabû, dê her kes bûbûya cerdevan. Lê şêniyên gundê Kelerê qebûl nekirin û vê jî encamên giran bi xwe re anîn. Leşkeran di şeveqekê de bi wesayîtên zirxî û cerdevanên nû bi ser gund de girtin. Dor li gund girtin, zarok, jin û her kes ji malan derxistin. Tevek li meydana gund kom kirin. Çêr û heqaretên giran lê kirin, îşkence li zilamên gund kirin. Şêniyên ku jiyaneke bêrûmet û mirin wekî hev didîtin, cerdevanî qebûl nekirin. Ji ber vê helwestê jî malên wanl i ber çavên wan hatin şewitandin. Gundî giriyan, loriyan û şewitîna malên xwe temaşe kirin. Gundiyên bêmal û war man, li traktorên xwe siwar bûn û neçar man ku koç bikin. Zarokên ku li qasayên traktoran hatin siwarkirin, ji tirsan hevdû hembêz kiribûn. Awirên herî tirsnak, bitirs û xof jî li ser helîkopterên ser gund difiriyan bûn.” 
 
KOÇBERÎ Û ÊRIŞÊN NÎJADPEREST
 
Bi domdarî Demîr diyar kir ku piştî şewitandina gund welatî êdî weke karkerên demsalî berê xwe dan Ege û Behra Reş. Demîr, da zanîn ku welatî li van herêman rastî êrişên nijadperest hatine û wiha pê de çû: “Êrişeke ji van di sala 2020’ê de li Sakaryayê hate kirin. Ji ber ku karkerekî straneke bi kurdî got, rastî êrişa faşîstan hatin. Cendirmeyan, karker bi darê zorê derxistin û bêyî ku heqdestê wan were dayîn şandin gundê Kelekê. Lê kesekî nexwest vê êrişa nîjadperest bibîne. Rayedarên dewletê li şûna koma faşîst ceza bike, bi hemû derfetên xwe hewl dida nîşan bide ku êrişeke nîjadperest nîne. Heta rayedarên payebilind ketibûn dewrê. Suleyman Soylu bi helîkopterê firiya qada ji wî re taybet hatiye çêkirin a li gundê Kelekê. Ev helîkopter ji bo gundiyan û Sûltan Demîrê pir nas dihat. Wezîr, bi bîr dixist ku pîrozdîtina dewletê peywira herî sereke ye.” 
 
JI EWIL PETROL PIŞTRE JÎ HIŞKESALÎ Û DEDAŞ 
 
Di berdewamê de Demîr destnîşan kir ku yek ji belayên hatin serê gund jî “petrol” e û ev tişt anî ziman: “Salek piştî êrişê îcar rayedareke din bi navê dewletê hate Kelekê. Lê îcar bi wesayîtên leşkerî hatin. Got ku çavkaniyeke mezin a petrolê li gund heye û dê derfeta kar bide şêniyên gund. Qada petrolê yekser weke qada qedexe hate ragihandin. Petrol hate derxistin û tesîs ava kirin. Lê ji gund yek kes negirtin kar. Tevek ji derve anîn. Şêniyên gund jî hem ji sozên jê re hatine dayîn hem jî ji zeviyên xwe yên di bin navê îstîmlaqkirinê de ji dest hatine girtin bûn. Ew der êdî ji wan re herêma qedexe bû. Hişkesaliya heyî jî rewşa heyî girantir kir. Herî dawî çi di destê wan de hebe firotin û ji bo zeviyên xwe bîrên sondajê vekirin. Dixwestin zeviyên mayîn bikêlin. Lê hesaba li malê ne li gorî ya DEDAŞ’ê derket. Îcar jî belaya DEDAŞ’ê derketibû holê. Bi keyfî ceyran dibirî û nedihişt gundî avdaniyê bikin.”
 
BELAYA DEDAŞ’Ê!
 
Demîr, got ku DEDAŞ’ê gelek caran bi îdiaya “ceyrana qaçax bi kar tînin” ceza li şêniyên gund dibire û wiha pê de çû: “Yên ku ev ceza nedidan îcar bi hacîzê re rû bi rû man. DEDAŞ a ku tu xizmet nedikir, li dijî gundiyan kedxwarî dikir û tenê ezyat lê dikir. Di destê gundiyan de tenê canê wan mabû. Jixwe ew jî jê stand. Di şeva 20’ê hezîranê de ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ’ê şewat derket, her der da ber xwe û şewitand. Sewalên gundiyan, ekîpmanên avdaniyê, berhemên çandiniyê û her tiştên wan di nava şewatê de man. Gundiyên dixwestin çavkaniyên xwe yên debarê biparêzin jî di nava şewatê de man. Kesekî guh neda wê qêrînê. Ne ekîbên agirkujiyê, ne ambulans ne jî balafirên vemirandina şewatê şandin. Li holê tenê stûnên DEDAŞ’ê yên 40 salî mabûn, li ber her stûnê wesayîteke DEDAŞ’ê û karkerên têl nû dikirin hebûn. Li asîman jî tenê helîkoptereke leşkerî hebû. Şîrketa ku her devera Kurdistanê talan kiriye, îcar canê kurdan girt, ciwan şewitand.” 
 
'HÛN BIBÊJIN EM ÇI BIKIN?’
 
Demîr, nameya xwe wiha qedand: “Ma êşa kurdan kengî weke hêjayî çêkirina nûçeyê hatiye dîtin ku dê îro bê dîtin. Tenê li gundê Kelekê 10 ciwan hatin qetilkirin. Navên wan li tu cihan nedan. Lê her yek ji wan xwedî nav û çîrokekê bûn. Mazhar Demîr 26 salî bû û hêj nû nîşanî kiribû. Birayê wî Nûrûllah Demîr ê 4 salan jê biçûktir û pismamê wî Şeyhmûs Demîr bi hev re di şewatê de mirin.  Çîroka Rezzan Yilmaz jî heman çîrok bû. Wî jî hêj nû nîşaniya xwe kiribû. Birayê wî Azad Yilmaz, pismam û kurxalên wî Resûl Yilmaz û Sînan Devîren bi hev re canê xwe dan. Fatîh Demîr û hevjîna wî Talîbe Demîr dema hewl didan biçin zarokên xwe xelas bikin canê xwe dan. Şêniyên gund dizanin ku ev şewat ne ya ewil e ne jî dê bibe ya dawî. Êşa hatiye kişandin ne ya ewil e û ne jî dê bibe ya dawî. Me ev rastî jiya û wisa hîn bûn. Em dixwazin ji kesên xwedî wijdan bipirsin; em ê bêdeng bin û hûn bibêjin, em çi bikin?” 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

16/07/2024
21:23 OHD'ê der barê fermandarê îşkencekar de gilî kir
21:10 Li gundê Faxrikan ê Semsûrê şewat derket
21:02 Besê Hozat: Rayedarên AKP'ê dixwazin tecrîda li Îmraliyê bikin mijara bazariyê
19:48 Pankarta Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi sûrên Amedê ve hat daliqandin
18:43 Li Hezexê du kes hatin binçavkirin
18:20 Rojnamevan Topaloglû di rojeva Meclisê de ye: Hûn wî bernedin wê çavên wî kor bibin
16:40 Şaredariya Curnê Reş tabelayên kurdî daliqandin
15:59 Ozel mûxalîf vexwendin qadan
15:20 Li gelek bajaran çalakiya ‘Em ê radestî hejariyê nebin’
14:41 Danişîna doza tecawizê ya li cemaetê hate taloqkirin
13:39 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar bû
12:53 Derbarê tenduristvanê pirsgirêka nexweşxaneyê kir rojev de lêpirsîn hate destpêkirin
12:45 Hatîmogûllari: 15’ê tîrmehê komployeke li dijî gelan e
12:24 Di 6 mehên ewil de bûdçeyê 747 milyar lîre li kêmiyê da
11:58 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate berdan
11:47 Li Şirnexê dîsa gelek dever hatin qedexekirin
11:00 Cotkar dê di Mitînga Çandiniyê de daxwazên xwe biqîrin
10:33 Di êrişa Îsraîlê de karsazê nêzî Esad jiyana xwe ji dest da
10:32 Kaya ya hatiye girtin tu caran li ber zilmê serî netewand
10:27 Îşkence li karkerê rihayî yê mafê xwe xwest hate kirin
10:20 Girtî Barik: Bi kuştinê gefê li min dixwin
10:08 Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê
09:48 Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e
09:38 Li Başûr di 6 mehan de 30 jin hatin kuştin: Pêdivî bi qanûnên parastina jinan heye
09:26 9 sal in xaniyên wan nehatine çêkirin: Dewlet me ceza dike
09:24 Yilmaz: Îşkence û muameleya xerab berdewamiya konsepta 2015’an e
09:16 Gundên Licê niha jî di bin metirsiya madenê de ne
09:12 Endamê OHD’ê Durmaz: Divê girtîgehên tîpên Y û S bên girtin
09:10 Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê
09:09 Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye
09:03 Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN
00:38 Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15/07/2024
23:40 Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin