Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm

  • rojane
  • 14:06 13 Tîrmeh 2024
  • |

STENBOL - Di çalakiya Dayikên Şemiyê de li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk ên bi destê Hîzbullahê hatin windakirin hat pirsîn. Neviya Îbrahîm Çelîk, Şevîn Çelîk nameya nivîsandibû xwend û got: “Ez neviyê Şemiyê me ku li Galatasarayê mezin bûm e. Çima ez li Galatasarayê me? Ez dixwazim bizanibim bê çi bi kalê min û xalê min hatiye. Ez dixwazim gorek wan hebe." 

 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin an jî hatin qetilkirin dipirsin û dixwazin kujer bên darizandin di hefteya 1007'an de berdewam kir. Dayikên Şemiyê  vê hefteyê jî bi qurnefîlên di dest xwe de û bi wêneyên xizmên xwe li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayikên Şemiyê, siyasemetdara kurd Sebahat Tuncel, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengûl Demîr, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, rêveberên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk ên ku 30 sal berê li Êlihê ji aliyê Hîzbullahê ve ji malên xwe hatin girtin û hatin windakirin, hat pirsîn. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn di çalakiyê de metna çapemeniyê xwend.
 
JI ALIYÊ HÎZBÛLLAHÊ VE HATIN REVANDIN 
 
Keskîn diyar kir ku di nav wêneyên ji aliyê xizmên kesên windakirin ve tên hilgirtin ji salên 90'î de li Galatasaray, Amed Koşuyolu û Cadeya Gulistanê ya Êlihê wêneyên Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk jî hene ku ji aliyê Hîzbullahê ve li Êlihê hatin revandin. Keskîn wiha axivî: "Di şeva 10'ê tîrmeha 1994'an 4 kesên bi rûpuş û biçek hatin mala Îbrahîm Çelîk. Van kesan bi hinceta ku cih nîşan bidin Îbrahîm Çelîk bi zorê bi xwe re birin. Edîp Çelîk ê 19 salî ji bo ku bavê xwe bi tenê nehêle jî li pey wî diçe. Dema bav û kur venegeriyan malê, malbata bi fikar serî li cendirme û Midûriyeta Polîsan dide. Malbatê piştî bûyerê serî li dozgeriyê da û navê endamên Hîzbûllahê yên têkildarî bûyerê eşkere kir. Lê belê hemû serlêdanên malbatê bi ser neketin. Tevî hewldanan jî ji Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk tu agahî nehatin girtin." 
 
'KUJER HATIN PARASTIN' 
 
Keskîn diyar kir ku der barê serlêdanên hatine kirin de lêkolîn û lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin û wiha got: “30 sal in aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk di tarîtiyê de ye û yên winda kirine jî bê ceza tên hiştin û parastin. Em di hefteya xwe ya 1007’an de careke din bang li rayedarên siyasî û darazê dikin: Dest ji bikaranîna qanûna demboriyê berdin ku ji bo kujer bên darizandin û cezakirin.  Dest ji astengkirina lêgerîna heqîqet û edaletê ya xizmên windayan berdin. Ji bo ku aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk eşkere bibe berpirsyariya xwe  bi cih bînin. Çiqas sal jî derbas bibin em ê ji bo Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
'EZ LI QADA GALATASARAYÊ MEZIN BÛM' 
 
Piştre neviya Îbrahîm Çelîk, Şevîn Çelîk nameya ku nivîsandibû xwend. Name wiha ye: “Ev 30 sal in dapîra min li kurê xwe û hevjînê xwe, diya min li bavê xwe û birayê xwe digere û wek neviyên wan em jî li  kal û xalê xwe digerin. Me qet kal û xalê xwe nedît. Em wan ji wêneyên wan nas dikin. Her wiha em wan ji rondikên çavên dapîr û dayika xwe nas dikin. Ez neviyek Şemiyê me ku li Galatasarayê mezin bûm. Çima ez li Galatasarayê me? Ez dixwazim bizanim ka çi bi kal û xalê min hat. Ez dixwazim gorek wan hebe. Ez dixwazim kesên ku bûne sedema vê êşa dayik û dapîra min bên dîtin û darizandin. Ez dixwazim edalet pêk bê. Weke malbatê em ê ji bo Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Em ê hêviya xwe ya ji bo gihîştina wan winda nekin."

Sernavên din

14/07/2024
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan
18:48 Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
16:54 Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
16:15 Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin
15:51 Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
15:26 Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin
15:16 Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn
14:49 CPT: Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir
14:46 Li Amedê panel: Divê em teqez dev ji lêgerîna maf bernedin
14:12 TPAO û TPIC li Gabarê bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dike
14:00 Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê
13:12 Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin
13:10 Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket
13:10 Li Nisêbînê mirina biguman
13:09 Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
13:08 Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
12:59 94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn
12:18 PDK bazirganiya petrola qaçax dike
12:03 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Parlamenterê Iraqî: Li dijî êrişan gavên baş nayên avêtin
11:12 Hevdîtinên ‘Nan û Edalet’ di 19’ê tîrmehê de dest pê dikin
10:57 Rojnameger Zerdeşt: Pratîkên malbata Barzanî xiyanet jî derbas kirin
10:45 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê girtî Kaytan dîsa serî li Konseya Ewropayê hate dayîn
10:27 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê dê 3 rojan li NY’ê bê nîqaşkirin
10:24 Tevî nerazîbûnan jî Pakêta Darazê ya 9’emîn li komîsyonê hat qebûlkirin
09:47 Cenazeyê rojnamevan Birahîm bi awayekî girseyî hate oxirkirin
09:10 Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin
09:08 DEDAŞ’ê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk kir
09:01 Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
09:00 Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
09:00 ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:58 Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
08:20 Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11/07/2024
22:39 Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
21:45 Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
20:40 Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
18:49 Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
18:36 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
16:56 Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
16:29 Li Midyadê jinek hate qetilkirin
15:48 Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
15:11 Jina tundî lê hate kirin xwe parast
14:11 Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
13:52 Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
13:49 TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
13:47 ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
13:39 Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
13:09 Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
12:59 Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
12:53 Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
11:59 OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
11:58 Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
11:42 Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
11:29 Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
11:20 Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin