Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin

  • rojane
  • 09:05 11 Tîrmeh 2024
  • |
img
SIRNEX - Hevjînê girtiyê nexweş Yaşar Bayar, Dîlber Bayar bi lêv kir ku bêyî ku delîl hebin hevjînê wê hatiye girtin û 42 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin û got: "Piştî erêkirina cezayê hevjînê min hat erêkirin, wî xistin hûcreya yek kesî. Tevî nexweşiya wî ya çav û piştê heye jî tedawiya wî nayê kirin." 
 
Girtî Yaşar Bayar (37) ê ku di sala 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dema şerê xwerêveberiyê de hat binçavkirin û girtin, piştî ku 3 mehan li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin piştre sirgûnî Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê tê kirin. Dadgeha Şirnexê 42 sal cezayê hepsê li Bayar birî. Ev ceza ji  aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û piştî erêkirina ceza ew xistin hûcreya yek kesî. Bayar di hevdîtina dawî ya bi telefonê re ya ku bi malbata xwe re pêk anî diyar kir ku rêveberiya girtîhehê ew nebiriye nexweşxaneyê û ragihand ku tedawiya wî tê astengkirin.
 
Hevjîna Bayar, Dîlber Bayar der barê hevdîtina ku herî dawî bi hevjînê re pêk anî de axivî. Bayar anî ziman ku tedawiya hevjînê wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin û wiha got: “Di çavê hevjîna min de pirsgirêk heye. Çavê wî kêm dibînin. Her wiha pişta wî jî diêşê lê tevî vê yekê jî tedawiya wî nayê kirin. Rewşa girtiyan nebaş e. Hevdîtinên me yên bi têlefonê jî her tim qut dibin. Jixwe ji 15 rojan carekê telefonî malbatê dike. Ji ber ku tedawiya wî nayê kirin, ew nizane çi dermanan vexwe û ji ber nebûna dermanan nexweşiyên wî girantir dibin."
 
'SALÊ 2 CARAN DIÇIN HEVDÎTINÊ'
 
Bayar diyar kir ku ji ber hevjîna wê li cihekî dûr tê ragirtin nikarin biçin hevdîtinê û wiha berdewam kir: "Bi vê yekê weke malbat em jî tên cezakirin. Dema ku em diçin hevdîtinê em gelek zehmetiyan dikişînin. Hem ji ber mesrefên çûnehatê û hem jî ji ber mesafeya dûr gelek pirsgirêk hene. Rewşa me ya aborî ne baş e. Em bi deyn diçin hevdîtine. 5 zarokên min hene. Yê herî biçûk 10 salî ye. Ez bi tena serê xwe li zarokan dinêrim. Ji ber vê sedemê em tenê salê 2 caran ew jî di cejnan de diçin hevdîtinê. Ev rewş di warê psîkolojîk de bandoreke pir xerab li ser wî û me dike. Nikare zarokên me bibîne. Heke mehê du caran em biçûna hevdîtinê ji bo wî jî wê baş bibûya." 
 
'CEZAYÊ MIRINÊ DIDIN'
 
Bayar bertek nîşanî 42 sal cezayê ku li hevjîna we hatiye birîn da û wiha pêde çû: "Tevî delîl û şahîd tune ne jî 42 sal cezayê hepsê danê. Ji ber ku cezayê îdamê tune ye mirovan îdam nakin. Lê bi van cezayên giran cezayê mirinê didin. Ev ceza li dijî girtiyan û malbatên wan neheqiyeke mezin e. Li ser girtiyan zextên giran hene. Ev jî bandoreke pir xerab li malbatan dike. Malbat jî tên cezakirin. Divê ev zilm bi dawî bibe. Ji bo gel bitirsînin cezayên giran didin. Hevjînê min tiştek nekiriye."
 
'BIBIN DENGÊ GIRTIYAN'
 
Bayar di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî û rêxistinên mafên mirovan kir ku xwedî li girtiyan derkevin û got: “Banga me ji bo saziyên mafên mirovan û saziyên demokratîk ew e ku parastina girtiyan bikin. Bila mafên girtiyan biparêzin. Divê ji bo dermankirina girtiyan jî gavan bavêjin. Bila ji aliyê madî û manewî ve piştgiriya girtiyan bikin."
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

11/07/2024
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe
13:29 Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin
13:21 Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin
13:19 Li Meletiyê erdhej çêbû
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN