Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |

  • rojane
  • 16:51 7 Tîrmeh 2024
  • |

AMED - Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin di salvegera 33'yemîn a kuştina xwe de li ber sûrên Amedê û li ser gora xwe hat bibîranîn. 

 
Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ê ku di 5'ê Tîrmeha 1991'an de ji malê hat binçavkirin  û di 7'ê Tîrmeha 1991'an de cenazeyê wî li navçeya Madenê ya Xarpêtê hat dîtin, di salvegera 33'yemîn a kuştina xwe de li ber beden ango sûrên li Deriyê Mêrdîna Amedê hat bibîranîn. Malbata Vedat Aydin, parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl û gele kes beşdarî bîranînê bûye. Daxuyaniya bîranînê li ber sûrên Amedê pêk hat. Siyasetmedaran xwest wêneyê Aydin bi sûran ve daliqîne. Polîsan xwest bibin asteng. Li ser vê hewldana astengiyê parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Serhat Eren û Ceylan Akça posterê mezin ê Vedat Aydin birin bi sûran ve daliqandin. Heta ku daxuyanî li jêrê qediya parlamenteran li ber poster nobedê girtin. Daxuyanî li ber sûr û posterê hat dayîn.
 
'WÊ EW HER TÊKOŞÎNA ME RONÎ BIKIN'
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Ala ku we bilind kiriye, neketiye û wê nekeve jî" hat vekirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn di bîranînê de axivî û got: "Em ji bo cangoriyê xwe Vedat Aydin û cangoriyên xwe yên azadî û demokrasiyê li vir kom bûne. Dibe ku hevalên me ji nav me birin û kirin lê bila neyê jibîrkirin ew her di têkoşîna azadiya gelê kurd de dijîn û wê her bijîn. Em kujeran nas dikin. Yên ku digotin û dixwestin bi kuştina heval û siyasetmedarên me wê têkoşîna me biqedînin, bila baş binêrin têkoşîna me gihîştiye bi milyonan kes. Lê wan xwe xapand. Em ê wek zarok û neviyên cangoriyên welatê xwe vê dozê û têkoşînê mezin û berfireh bikin. Ez di şexsê rêzdar Vedat Aydin de carek din hemû cangoriyên azadiyê bibîr tînim. Wê têkoşîna wan rêya me ronî bike." 
 
‘EW YEK JI BERXWEDÊRÊN 12'Ê ÎLONÊ BÛ'
 
Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî behsa serpêhatiya kekê xwe kir û wiha got: "Vedat di heyama 12'ê Îlonê de xistin zindanê. Li zindanê ji bo hevalên xwe bû kêf û moral. Ew yek ji berxwedêrên 12'ê Îlonê bû. Wî ji heyama 12'ê Îlonê heta roja şehadeta xwe ji bo maf û azadiya gelê kurd têkoşîn da. Piştî ji girtîgehê derket jî bênavber têkoşîna siyaseta azadiya Kurdistanê kir.
 
Ew bi ruhek milîtanî her t im di nava çalakiyan de bû. Ji bo ku ev dewlet pêşî li siyaseta gelê kurd bigire, divê kesekî bikira hedefa xwe û Vedat jî bû qurbanê vê hedefê. Ji ked û têkoşîna wî tirsiyan û bi bêbextî wî qetil kirin. Dixwestin bi kuştina Vedat gelê kurd bitirsînin û têkoşîna wan belav bikin. Pêvajoya kuştinan bi Vedat dan destpêkirin. Gelê me tevî hemû êriş û zextan jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Îro bi milyonan neferên vî gelî xwedî li têkoşîn û siyaseta xwe derdikevin. Ev ked û têkoşîna cangoriyên me ye. Ez carek din Vedat û hemû cangoriyên me bibîr tînim."
 
‘BI MILYONAN KES DAYE PEY TÊKOŞÎNA VEDAT AYDIN' 
 
Parlamenter Serhat Eren ê ku li ser sûrê nobeda pankart digirt jî axivî û wiha got: "Tu demê edalet ji bo kurdan nehat. Ji bo têkbirina têkoşîna gelê kurd Vedat Aydin qetil kirin. Lê tu wextî negihîştin armanca xwe. Wê ji niha şûn ve negihîjin mexseda xwe. Heta ku rastiya qetilkirina Vedat Aydin, cînayetên kiryar nediyar, komkujiyên li Dêrsimê, Zîlan, Pasûr, Roboskî neyên ronîkirin û dewlet rûbirûyî komkujiyan nebe, wê aştî û edaleta civakî pêk neyê. Pirsgirêka kurd bi şer û polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin. Yên ku Vedat Aydin qetil kirin, xwestin têkoşîna gelê kurd têk bibin lê îro bi milyonan kes têkoşîna Vedat Aydin û têkoşîna azadiya gelê kurd bi rê ve dibe. Vedat Aydin tevî îşkence, binçavkirin, gefan jî gavek jî ji têkoşîna xwe paşve neavêt. Mîrateya têkoşîna Vedat Aydin îro hêz û qewetê dide me. Wê her têkoşîna me ronî bike. Divê dewlet van dosyeyên tarî mane, ronî bike. Ez di şexsê Vedat Aydin de hemû cangoriyên welatê me bibîr tînim." 
 
Piştî axaftinan girseyê dirûşma "Şehîd namirin" berz kirin. Girse bi dû daxuyaniyê re heta ser gora Vedat Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê meşiya û bênavber dirûşmeyên "Vedat Aydin rûmeta me ye” û “Şehîd namirin" berz kirin. 
 
Girse li ser gora Vedat Aydin rêz girt. Parlamenter Ceylan Akça li vir axivî û got: "Em ê şehîdên Kurdistanê ji bîr nekin. Wê têkoşîna wan berdewam bike." 
 
Beşdaran qerenfîl danî ser gora Aydin û bernameya bîranînê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da