Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin

  • rojane
  • 09:02 5 Tîrmeh 2024
  • |
ŞIRNEX - Çêkirina Nexweşxaneya Bajêr a Şirnexê ku dihat gotin wê di meha adarê de bê vekirin hê jî neqediyaye. Serokê Şaxa SES'ê yê Şirnexê Samet Kaya diyar kir ku bi salan e li Şirnexê pirsgirêka nexweşxaneyan nayê çareserkirin welatî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê. 
 
Çêkirina nexweşxaneya herêmê ya 500 nivîn a Şirnexê ku temelê wê di 4'ê çileya 2023'yan de li ser 120 hezar metrekare erd li gundê Merga Şantiyê yê li quntara Çiyayê Cûdî ya Şirnexê hat avêtin, piştî salekê jî bi dawî nebû. Nexweşxaneya bajêr a ku di 10'ê gulana 2022'yan de dan îhaleyê û piştrê hat betalkirin di 28'ê tîrmeha 2022'yan de cardin dan îhaleyê. Îhaleya ku  Giresunlu Alî Acar San. Tic. Ltd. girt, hatibû diyarkirin ku çêkirina nexweşxanê wê di 24'ê adarê de biqede. Lê tevî ku 4 meh jî bi ser dîroka ku hatiyê diyarkirin derbas bûye jî nexweşxanê hê neqediyaye. Ji nexweşxaneya ku trîlyonek û 498 mîlyon lê hatiye xerckirin hê ne diyar e ku dê kengî bi dawî bibe. Nexweşxaneya ku qala wê tê kirin di her pêvajoya hilbijartinê de ji aliyê Serokomarê AKP'yî Tayyip Erdogan û rayedarên AKP'ê ve weke "mizgînî" tê dayîn. Lê belê di nava 28 mehan de heta niha tenê yek qat hatiye çêkirin. Weke hinceta netemamkirina çêkirina nexweşxaneyê jî nebûna amûran nîşan didan. Balkêş e ku di 3'yê tîrmehê de bi sedemeke nediyar di depoya nexweşxaneyê de şewat derket û di vê şewatê de xesar gihîşt gelek amûran. 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) ya Şirnexê Samet Kaya têkildarî neqedandina nexweşxaneya bajêr a Şirnexê û bi vê ve girêdayî pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmê axivî.
 
'ÇÊKIRINA NEXWEŞXANÊ PIRR GIRAN BERDEWAM DIKE'
 
Kaya anî ziman ku di çêkirina înşeata nexweşxaneyê de kêm karker dixebitin û ji ber wê yekê jî çêkirina wê pir hêdî tê çêkirin. Kaya destnîşan kir ku bi vî awayî çêkirina nexweşxanê wê bidome û wiha got: “Ji roja ku dest bi nexweşxaneyê kirine heta niha çêkirina wê pir bi giranî berdewam dike. Wexta ku ji dawîkirina nexweşxaneyê re hatiye diyarkirin jî derbas bû. Lê bi vê rêjeyê, xuya ye ku avakirina wê dê heta demeke dirêj berdewam bike. Di avakirina nexweşxaneyeke wiha mezin de divê zêdetir xebatkar bên xebitandin. Lê dema em lê dinêrin pir hindik karker dixebitin. Ev pirsgirêkeke cidî ye. Pêdiviya welatiyan heye ku nexweşxanê demildest bi dawî bibe û bigijîjin mafê xwe yên tenduristiyê." 
 
Kaya da zanîn ku neqedandina înşaeta nexweşxaneyê ji bo welatiyên Şirnexê dibe sedema pirsgirêkên cidî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nebûna nexweşxaneya bajêr dibe sedem ku welatiyên li Şirnexê biçin bajarên derdorê. Bi temambûna nexweşxaneya nû re dê rêjeya sewqkirina nexweşxaneyan jî kêm bibe. Ji ber ku hejmara bijîşkên pispor ên di beşên cuda de dixebitin zêde bibe, nexweş bêyî ku biçin bajarên cuda dê karibin xwe bigihînin tenduristiyê. Ji bo vê jî divê di demeke herî nêz de avakirina nexweşxaneyê bi dawî bibe û bikeve faliyetê.”
 
'GELEK NEXWEŞXANÊ HÊ DI ÎNŞEATÊ DE NE'
 
Kaya anî ziman ku li navçeyên Şirnexê jî gelek nexweşxae hene ku înşaeta wan hê bi dawî nebûye û ev tişt gotin: “Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê bi hinceta ku ji bo erdhejê ne guncav e, birin dibistaneke kevn. Piştre, pêvajoya îhaleyê ji bo nexweşxaneyeke nû dest pê kir. Çêkirina nexweşxaneya ku îhaleya wê hatiye kirin dê dest pê bike. Divê demildest nexweşxane bê avakirin. Ji ber ku dibistan li gorî şert û mercên tenduristiyê ne guncav e. Çêkirina Nexweşxaneya Dev û Diranan a li Silopiyayê ku bi salan e înşaeta wê berdewam dike jî hê neqediyaye. Ji bo avakirina nexweşxaneya ku hîn temam nebûye gelek şîrket hatin guhertin û ji ber vê jî dema çêkirinê hat dirêjkirin.  Welatiyên li Silopiyayê dijîn, ji ber nebûna nexweşxaneya diranan diçin Cizîr an jî Şirnexê. Ev jî ji bo welatiyan pirsgirêkên mezin derdixîne. Her wiha înşaeta Nexweşxaneya jinan a li Silopiyayê jî bi dawî nebûye. Çêkirina Nexweşxaneya jinan a li Cizîrê jî hê jî bi dawî nebûye. Divê demildest avakirina nexweşxanê bi dawî bibe û welatî bigihên xizmeta tenduristiyê."  
 
PIRSGIRÊKA SEWQKIRINA NEXWEŞXANEYAN
 
Kaya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka sewqkirina nexweşan a ji bo nexweşxaneyê bajarên cuda û got: "Ji ber ku sewqkirina nexweşxaneyê dereng tê kirin mafê tenduristiyê yên welatiyan tê binpêkirin. Welatiyan sewqî bajarên din dikin ji ber vê yekê jî welatiyên ku rewşa wan a aboriyê ne baş e nikarin xwe bigihînin tenduristiyê. Welatiyeke Silopiya heke pêdiviya wê ji çûyina nexweşxaneya jinan hebe bi salan li benda dorê dimînin. Nexweş neçar dimînin biçin nexweşxaneyên Mêrdîn û Amedê. Ev dibe sedem ku tenduristî li ser wan mesrefên zede derxîne. Di vê heyamê de ku welatî bi krîza aborî re rû bi rû ne sewqkirina nexweşan a bajarên derdorê dibe sedema bargiraniya aborî."
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

06/07/2024
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir
14:52 Ji meşê bang kirin: Heta ku statû û zimanê me bê mîsogerkirin wê berxwedan bidome
14:06 Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
13:24 Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da
12:59 Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin
12:58 Xizmeta Şaredariya Sêrtê: 4 cure 100 lîre ye
12:34 Daxwaza ji nû ve darizandinê ya Kavala hate redkirin
12:14 OHD’ê ji bo têcrîd ‘di cih de bê lêkolînkirin’ serî li Baroya Semsûrê da
12:03 Dewleta tirk gelek wesayîtên zirxî şand Herêma Federe ya Kurdistanê
12:01 Roja 6’emîn a meşê: Dê qeyûm têk biçin û têkoşîna azadiyê bi ser bikeve
11:52 Konseya Ewropayê piştî 3 salan dê biryara ‘binpêkirinê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike
11:49 Keleka penaberan noqî avê bû: 89 kes mirin
11:48 Malbatan û wasî ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 DEM Partî dê kampanyaya ‘Nan û Edalet’ bide destpêkirin
10:31 Ekonomîst Onder: Ne pêkane ku bi van polîtîkayan ji krîzê derkevin
10:12 Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin!
10:09 Li heremên dagirkirî di hezîranê de 18 welatî hatin kuştin
09:59 Şirketa Nasiroglû yê AKP’yî cezayê ‘gaza qaçax’ li nivîskar birî
09:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî Çetîn nehat tehliyekirin
09:06 Pirtûkfiroş: Ji ber krîz aborî rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe!
09:04 'Êrişên li dijî penaberan sûcê li dijî mirovahiyê ye'
09:04 Di hilbijartinên Ingilistanê de Partiya Karkeran bi ser ket
09:03 Meşvan di rê de ne: Em ê polîtîkayên tecrîdê û qeyûm têk bibin
09:02 Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin
09:00 Hevalên girtiyê ku jiyana xwe ji dest da: Ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Li Îranê tûra hilbijartinê ya duyemîn dest pê kir
04/07/2024
22:49 Nobeda li Stenbolê didome: Em ê bi ser bikevin
21:43 Ji meşvanên ‘Meşa Rêzgirtina li Vînê' xeleka mirovahiyê
19:12 Tûncel: Em ê wêrekiyê xurt bikin
17:55 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:44 Li Sîlîvriyê 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:43 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Îzmîrê da
16:09 Artêşa tirk gundê Dihokê topbaran kir: Gundiyan banga alîkariyê kirin
15:50 Rapora girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş e: Girtî di tecrîdê de ne
15:38 Almanyayê bangî sefîrê Tirkiyeyê kir
15:35 Meşvanên ‘Rêzgirtina ji îradeyê re’: Bila tayînkirinên qeyûman û tecrîd bên rakirin
15:02 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:00 Bertek nîşanî binçavkirina du parêzan dan
14:45 Doza tezmînatê ya Fîncanciyê hate taloqkirin
14:34 Cezayên li rojnamevanên kurd hatin birîn di rojeva Meclisê de ne
14:26 Li Reqayê êrişa DAIŞ'ê : Şivanek hat kuştin yek jî winda ye
14:14 Cezayê li 8 rojnamegeran hatine birîn dê li 3 bajaran werin protestokirin
13:51 Girtî: Mafê me yê dermankirinê tê astengkirin, em di bin şertên nebaş de ne
12:44 Li ser rêya Amed- Êlihê qeza çêbû: Yek jê zarok 14 kes birîndar bûn
12:10 Rapora şewatê: Di xetên ceyranê de sîgorte tune bû
12:10 Îdianameya der barê kuştina rêveberê DEM Partiyê de hat amadekirin
12:10 ‘Meşa rêzgirtina ji vînê re’ bi sirûdan didome
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Laura Castel: Li Guatemalayê jî rejîmekî wiha ya tecrîdê nehatiye dîtin
10:17 Artêşa tirk sewqiyata tankan a li Herêma Kurdistanê didomîne
10:09 MKG’ê rapora meha hezîranê eşkere kir: 7 rojnameger girtî ne
09:47 Ji avakirina komarê heta niha nîjadperestî qet neguherî
09:44 Hevşaredara Farqînê Bîçîcî: Me li cihên girîng jin anîn rêveberiyê
09:41 Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin
09:39 Welatiyan krîza aborî nirxand: Divê desthilatdarî biguhere
09:02 Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê
09:02 Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan
09:01 Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
03/07/2024
22:58 Nobeta li dijî desteserkirina vînê di roja 26’emîn de ye
21:49 Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû: Colemêrg ya me ye
21:13 RTUK'ê lîsansa Radyoya Açikê betal kir
20:27 Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 42'yemîn de ye: Em ê li qadan bin
16:39 DEM Partiyê bi bihayê kirêyan TUÎK derewand
16:37 Guzel ê 31 sal in dihat ragirtin bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
16:37 Li Îzmîrê şewat li daristanê ket
16:29 Li Wanê daxuyaniya têkildarî ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’
16:10 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 8 jê hatin berdan
16:09 Kûrtûlmûş ji bo destûra bingehîn a nû bi Hevserokên Giştî yên DBP’ê re hevdîtin kir
15:50 MKG: Em ê li dijî van biryarên bêhiqûqî bêndeng nemînin
15:23 Rojnamevanan bertek nîşanî ceza dan: Desthilat darazê weke çûvî bi kar tîne
14:40 Çalakiya Edaleta Bacê: Dê kengî dest jê berdin?
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin