Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in

  • rojane
  • 09:37 1 Tîrmeh 2024
  • |

AMED - Bekir Kaydu ku piştî 15 salan hate berdan, wiha got: “Heta tecrîd ranebe dê çalakî bi dawî nebin. Her çend rê û rêbaz biguherin jî berxwedana ji bo şikandina tecrîdê dê bidome.” 

 
Bekir Kaydu (33) di sala 2010’an de li Amedê bi îdiayên “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê xebat meşandiye”, “Zirar daye malê cemaweriyê” û “Propagandaya rêxistinê” di 18 saliya xwe de hate girtin. Kaydu, di vê pêvajoyê de li gorî rêzê li girtîgehên Amed, Edîrne, Bandirma û Mereşê ma. Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hate kirin û di 22’yê hezîranê de hate berdan. Kaydu, binpêkirinên li girtîgehan û berxwedana girtiyan vegot. 
 
Kaydu, anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 2015’an ve bi awayekî berfireh li tevahiya girtîgehan belav bûye. Kaydu, wiha got: “Tecrîd li Îmraliyê dan destpêkirin û di demekî kin de li girtîgehan xistin meriyetê. Bi taybet jî di nava 6-7 salên dawî de hate belavkirin. Di van şert û mercan de derfetên girtiyan pir bisînor in. Tişta ku niha wan li ser pêyan digire, mirûz, motîvasyon û têgehiştina wan e.” 
 
‘PÊVAJOYA TEDAWIYÊ BI MEHAN DIDOME’ 
 
Bi domdarî Kaydu diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê şert û mercên li girtîgehan hêj girantir bûne û rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xerabtir bûye. Kaydu, da zanîn ku pirsgirêka tenduristiyê mezintirîn pirsgirêka li girtîgehan e û wiha pê de çû: “Li girtîgeha ez lê dimam girtiyê bi navê Servet Kaya hebû ku nexweşiyên wî yên weke dil, şekir û tansiyonê hebûn. Tedawiya gelek hevalên me tê astengkirin lê rewşa vî hevalî giran e û divê di zûtirin demê de were tedawîkirin û emeliyat bibe.” 
 
Kaydu, destnîşan kir ku li girtîgehan tedawî di dema xwe de nayên kirin û ev agahî parve kir: “Li girtîgehê ez du caran emeliyat bûm. Ji bo emeliyata gurçikan ez bi mehan hatim sekinandin. Heke nexweşiyeke te hebe yan jî tu bixwazî dermanan bidî nivîsandin, ev pêvajo pir dirêj diajot. Heke nexweşiyeke te ya lezgîn hebe, yek du deqeyan bi te re eleqedar dibin û derfetê nadin tu derdê xwe jî vebêjî.” 
 
HEKE BIJÎŞK TUNE BE GARDIYAN MUAYENE DIKIN 
 
Di berdewamê de Kaydu diyar kir ku ji ber van binpêkirina girtiyên nexweş bi pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê re rû bi rû dimînin. Kaydu, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema bijîşk tune bin, gardiyan li nexweşan dinêrin. Ji girtiyan re dibêjin ‘tiştekî te tune ye’ û dîsa dişînin qawîşê. Girtiyên divê tavilê lê were nihêrtin, sê çar mehan tên sekinandin. Dema ew pêvajo diqede û diçin cem bijîşk, dîsa rojê didin û paşve dişînin. Ev pêvajo heta salekê diajo. Hatin û çûna nexweşxaneyan a derveyî vê pêvajoyê jî bi tena serê xwe pirsgirêkeke cuda ye. Ji ber ku dema girtiyan dibin, destkelemçekirî dibin. Ji bilî kelemçeyê, bi miamileyeke dermirovî me dibin nexweşxaneyê. Dibêjin ‘serê xwe raneke, bikeve rewşa amadehiyê, serê xwe bitewîne, li pişt xwe vegere’ û hwd. Gelek girtiyên nexweş hene ku naxwazin ji ber vê miamileyê biçin nexweşxaneyê.” 
 
‘MAFÊ ME YÊ 10 SAETAN DAXISTIN 3 SAETAN’ 
 
Kaydu, da zanîn ku li girtîgehan bi zanebûn pêwendiyên wan ên bi girtiyan re tên astengkirin. Kaydu, got ku dewlet bi qanûnên xwe nake û wiha derbirî: “Tevî gelek pirsgirêkan, her wiha mafê axaftinê yê telefonê jî tê astengkirin. Di şert û mercên asayî de hefteyê 10 saet mafê girtiyan ê telefonê heye. Ev maf mehê daxistine 3 saet û nîvan. Di mufredatên heyî de tiştekî wiha tune ye. Ew bi xwe li gorî mufredata xwe tevnagerin. Em jê re dibêjin lê pê nakin. Bi zanebûn nahêlin em derkevin aktîvîteyan. Li gorî girtîgehên din li vir tecrîdeke girantir heye. Lewma jî sihbet, pêwendîdanîn, aktîvîte û hwd. tên asteengkirin.” 
 
‘XWE DIXIN ŞÛNA DADGEHAN’
 
Di berdewamê de Kaydu daxuyand ku Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê xwe xistiye şûna dadgehan û wiha got: “Mîna dadgehan tevdigere. Girtiyan jinûve didarizînin. Bi qanûnên derxistin re nahêlin tu werî berdan. Ji bo girtî dev ji têkoşîna rêxistinkirî berdin tevdigerin. Tehliyeyên girtiyan bi keyfî tên astengkirin. Hema hema li hemû girtîgehan ev polîtîkaye di dewrê de ye.”
 
‘HETA TECRÎD TÊ ŞIKANDIN DÊ BERXWEDAN BIDOME’ 
 
Kaydu, anî ziman ku girtî ji bo şikandina tecrîdê bi hemû bîr û baweriya xwe çalakiya xwe didomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Heta encamek tê bidestxistin jî dê bidomînin. Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di vê çarçoveyê de biryar hate dayîn ku dernekevin hevdîtinên ser telefonê û yên rû bi rû. Tekane tişta ji destê girtiyan tê ev e. Bicihanîna daxwazên wan, mijareke jiyanî ye. Girtî ji bo rakirina tecrîdê bûne yek û berxwedana xwe didomînin. Girîng e ku her kes xwedî li çalakiya wan derkeve. Em di wê baweriyê de ne ku dê berxwedan tecrîdê ji holê rake. Heta tecrîd tê rakirin jî dê girtiyên siyasî dev ji çalakiya xwe bernedin. Heta tecrîd ranebe dê çalakî bi dawî nebin. Dibe ku rê û rêbaz biguherin lê dê berxwedan bidome. Tevî hemû zehmetiyan jî girtî biisrar in ku tecrîdê têk bibin.” 
 
MA / Şîlan Çîl
 

Sernavên din

03/07/2024
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e