Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû

  • rojane
  • 09:25 29 Hezîran 2024
  • |
RIHA - Mehmet Ocalan, di 74'emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd de bibîr xist ku heman ceza li kekê wî jî hatiye birîn û got: "Ev, peyamek bû. Peyama 'Me ev tişt anîn serê mezinên we, em ê bînin serê we jî.' Biryar, siyasî bû." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî ku bi komployeke navneteweî di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin, di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê xistin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê. Paşê di 28'ê Nîsana 1999'an de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya 2'yan pêvajoya darizandinê dest pê kir. Danişîna biryarê di 29'ê Hezîranê de hat lidarxistin û cezayê darvekirinê li Ocalan hat birîn. Biryara darvekirinê, di salvegera darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî de hat dayîn. 
 
Abdullah Ocalan ji roja ku radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hat kirin. Ji wê rojê heya niha tu agahî jê nayê girtin. 
 
PÊVAJOYA DOZÊ
 
Mehmet Ocalan, pêvajoya dozê û biryara ku di salvegera darvekirina Şêx Seîd de hatiye dayin nirxand. Ocalan darizandinê wekî titşekî "di ser re" nirxand û zextên di dema darizandinê de bibîr xistin. Ocalan got: "Buriya hiqûqê li Stenbolê bû. Em jî di navbera Stenbol, Bûrsa û Îmraliyê de diçûn û dihatin. Dadgeh dest pê kirin. Di ser re bûna jî didomiyan. Gelek parêzer hebûn, lê dîsa jî pir destûra parastinan nedihat dayin. Carekê em ji Girava Îmraliyê hatin Bûrsayê. Mirov jî li cem me bûn. Em li Bûrsayê çûn otêlekê. Me hîs kir ku komployek çêkirine. Ji nişka ve mirov ji cihekî derketin. Haya polîsên dewletê yên li wir jî jê hebû. Ji nişka ve qelebalixiyek çêbû. Qelebalixiyeke ku dixwest otêlê bişewitîne. Wê şevê me lêxist em çûn Gemlîkê. Paşê di dema darizandinê de em li Gemlîkê di avahiyeke aîdî Midûriyeta Karên Avê de man."
 
'PEYAM DAN KURDAN'
 
Ocalan, behsa hevdîtina ewil a piştî biryarê kir. Ocalan anî ziman ku kekê wî gotiye: "Ev ne biryareke pir girîng e. Jixwe ez li bendê bûm, lê bawer nakim ku darvekirinê pêk bînin." 
 
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku di salvegera darvekirina Şêx Seîd de biryareke bi vî rengî "peyamek e ji bo kurdan" û got: "Dewlet li wir, peyama 'Me, ev tişt anîn serê mezinên we, em ê bînin serê we jî' dan. Jixw ebiryar ji berê de hazir bû û diyar bû wê çi bikin. Di darizandinên siyasî de ji bo kurdan hiqûq tune ye. Biryareke siyasî tê dayîn. Ev biryara siyasî jî di 29'ê Hezîranê de hat dayîn. Biryara dadger hat eşkerekirin." 
 
'LI ÎMRALIYÊ ÇI DIQEWIME?'
 
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku divê rayedar eşkere bikin ku li Îmraliyê çi diqewime û got: "Bila rastiyê bibêjin. Li wir çi diqewime, bila ji me re bibêjin. Ji sala 2015'an ve polîtîkayeke ji tecrîdê wêdetir tê meşandin. Li ser tunekirina wan pergalek tê avakirin. Banga me ji bo rewşenbîr, demokrat û kurdan e; li dijî vê tecrîdê rabin. Ji lew re li dijî me pergaleke ku dibêje 'ez ê te tune bikim' heye. Lewma divê em li dijî vê hemû rê û rêbazên demokratîk biceribînin."
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/06/2024
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye