Di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan hatin kirin

  • rojane
  • 12:43 26 Hezîran 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya Roja Piştevaniya bi Mexdûrên Îşkenceyê re de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hate gotin ku di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan ji bo rêxistinên mafên mirovan hatine kirin.

Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), baro, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), odeyên bijîşkan û komeleyên jinan di çarçoveya “Roja Piştevaniya bi Mexdûrên Îşkenceyê re” de li gelek bajaran çalakî li dar xistin. 
 
AMED
 
Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) yên Amedê, Baroya Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Bijîşkan a Amedê û Komeleya Jinan a Rosayê di çarçoveya “Roja Piştevaniya bi Mexdûrên Îşkenceyê re” de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Dinyayeke bêîşkence pêkan e” hate hilgirtin. 
 
Nûnerê Şaxa TÎHV’a Amedê Mûrat Aba li ser navê kesên metna hevpar îmzekirin daxuyanî xwend. Aba, da zanîn ku “Peymana li Dijî Îşkence û Muamele Yan jî Cezayên Zalimane, Dermirovî û Rûmetşikandinê” ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 26’ê hezîrana 1987’an de ketiye meriyetê û îro jî di sala 1997’an de ji hêla NY’ê ve weke “Roja Piştevaniya bi Mexdûrên Îşkenceyê re” hatiye ragihandin. Bi domdarî da zanîn ku Tirkiyeyê jî ev peyman mohr kiriye û ku di peymanê de îşkence û hemû cureyên muameleya xerab hatine qedexekirin. 
 
‘ÎŞKENCE PIRSGIRÊKEKE MAFÊN MIROVAN E’ 
 
Aba, diyar kir ku tevî Tirkiyeyê peyman di sala 1988’an de qebûl kiriye jî, ji destpêka komarê heta niha li Tirkiyeyê îşkence û miameleya xerab bi awayekî sîstematîk hatiye kirin. Aba, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zexta aborî, civakî û siyasî ya niha li Tirkiyeyê tê kirin, di roja me de her qad veguherandiye qadên îşkenceyê. Tevî qedexeyan jî li Tirkiyeyê îşkence, yek ji pirsgirêkên sereke yên binpêkirina mafên mirovan e.” 
 
‘ÎKTÎDAR ÎŞKENCEYÊ TEŞWÎQ DIKE’ 
 
Bi domdarî Aba hinek cureyên îşkenceyên psîkolojîk û fîzîkî yên li Tirkiyeyê tên kirin vegot û da zanîn ku îktîdara siyasî ya li Tirkiyeyê îşkenceyê jinedîtî ve tê û îşkenceyê teşwîq dike. Di berdewama axaftina xwe de Aba êrişên li dijî protestoyên li dijî qeyûman, Dayikên Şemiyê û hwd. bi bîr xist. Aba, da zanîn ku di çalakiyên herî demokratîk de jî çalakvan tên binçavkirin, girtin, derbkirin û rastî muameleyeke xerab tên. 
 
‘ÎZOLASYONA LI ÎMRALIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Aba, bi domdarî bal kişand ser îşkence û muameleya xerab a li girtîgehan û wiha got: “Di demên dawî de bi taybet jî piştî girtîgehên bi tîpên Y û S’yê, şert û mercên îzolasyonê jî girantir bûne. Bi taybet jî şêweyê îzolasyonê yê taybet a li Girtîgeha Girava Îmraliyê nayê qebûlkirin. Îktîdar, mekanîzmayên navneteweyî, rexne û hişyariyên wan paşguh dike û di vê mijarê de tu gavan naavêje. Pêşîlêgirtina îşkenceyê, berpirsyartiya dewletê ye. Divê dewlet îşkenceyê weke rêbaza zextê, bêzarkirin û cezakirinê bi kar neyîne.”
 
DAXWAZ 
 
Aba, ji bo pêşîlêgirtina îşkenceyê jî ev daxwaz rêz kir: 
 
“* Sedema sereke ya asta îşkenceyê ya li Tirkiyeyê, çanda necezakirinê ye. Divê tavilê dawî li hemû cureyên polîtîkayên necezakirinê bên anîn. 
 
* Divê tevahiya rayedarên dewletê dev ji gotinên xwe yên pesnê îşkence û îşkencekar didin berdin û teşwîq nekin. Divê di çarçoveya hişyariyên mekanîzmayên navneteweyî de, bi awayekî eşkere û li ber çavên raya giştî ya cemaweriyê sepanên îşkenceyê red bikin û şermezar bikin. 
 
* Hewceya di şert û mercên binçavkirinê de temînatên usûlê bi cih bînin. Divê dema binçavkirinê bê kurtkirin. 
 
* Divê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) were rakirin Mekanîzmaya Pêşîlêgirtina Neteweyî (UOM) ya nû ku bi temamî li gorî OPCAT û Prensîbên Parîsê yên NY’ê tevdigera ava bike. 
 
* Divê belgekirin û raporkirina îşkenceyê bi temamî li gorî rêgezên “Protokola Stenbolê” be. 
 
* Hewceye îdiayên têkildarî îşkenceyê tavilê li gorî Protokola Stenbolê, bi awayekî bêalî û ji hêla şandeyên serbixwe ve bên lêpirsîn. Her wiha divê pêvajoyên darizandinê jî li gorî hiqûqa navneteweyî bê meşandin. 
 
* Divê destûr bê dayîn ku rêxistinên mafên mirovan, tenduristî û hiqûqî yên serbixwe bi rehetî li girtîgehan venêrînê bikin. 
 
* Hewceya raporên CPT’yê bi temamî bên eşkerekirin û bi temamiya pêşniyarên wan bê kirin. 
 
* Divê tevahiya sereratkirinên ku rayeya dadgehê daye Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehan tavilê bên betalkirin.”
 
ÊLIH 
 
Bi heman boneyê li Şaxa ÎHD’a Êlihê jî daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji hêla Rêveberê Şaxê Sînan Îslam Gegîn ve hate xwendin. Gegîn, anî ziman ku îşkence roj bi roj zêdetir dibe. Gegîn, axaftina xwe wiha domand: “Hêzên ewlekariyê derdikevin derveyî rayeya xwe, derhiqûqî tevdigerin û bi polîtîkaya necezakirinê ya îktîdarê tên parastin.” 
 
Gegîn, îşkenceya di bin çavan de jî vegot û bal kişand ser tundiya di dema çalakiyên protestokirina qeyûman de. 
 
ENQERE
 
TÎHV, ÎHD û TTB’ê jî rapora hevpar a 2023’yan li Navenda Giştî ya ÎHD’ê eşkere kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban got ku îşkence û muameleya xerab a di bin kontrola dewletê de hatiye kirin di sala 2023’yan de zêde bûye. Kuçukbalaban, da zanîn ku îsal 781 kesan ji ber îşkence û muameleya xerab serlêdan kirine. Bi domdarî hat gotin ku van bûyerên îşkenceyê 386 jê li midûriyetên emniyetan, 55 jê li qereqolên polîsan û 68 jî li cem yekîneyên cendirmeyan hatine kirin. Kuçukbalaban, her wiha got 311 kes jî di dema binçavkirinê de rastî muameleya xerab hatine. 
 
Bi domdarî Balaban anî ziman ku îsal 6 kes di dema binçavkirinê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û daneyên TÎHV’ê parve kir. Kuçukbalaban, da zanîn ku di nava heman salê de 63 jê zarok, bi giştî 3 hezar û 595 kes rastî îşkenceyê hatine, 45 kes ji ber vê birîndar bûne. Bi domdarî Kuçukbalaban got ku di 5 mehên sala 2024’an de herî kêm 77 jê zarok bi giştî hezar û 592 kes rastî îşkenceyê û muameleya xerab hatine. Kuçukbalaban, daxuyand ku di nava salê de herî kêm 6 kes ji hêla polîsan an jî komên nayên zanîn ve hatine revandin an jî hewldana revandina wan çêbûye. Kuçukbalaban, diyar kir ku di nava îsal de jî kesek hatiye revandin û zexta sîxûrtiyê li 134 kesan hatiye kirin. 
 
Kuçukbalaban, da zanîn ku ji sala 2016’an heta 2023’an 5 hezar û 553 kesan serîn li TÎHV’ê daye û ji van 2 hezar û 729 kes rastî îşkenceyê hatine. 
 
LI GELEK BAJARAN ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN
 
Di heman demê de li bajarên Mêrsîn, Edene, Dîlok û Stenbolê jî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de metna hevpar hate xwendin û daxwaza pêşîlêgirtina îşkenceyê hate kirin.
 

Sernavên din

28/06/2024
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
10:52 Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
10:24 Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin
10:21 Li ber DEDAŞ’ê daxuyanî: Divê hesab ji berpirsiyaran bê xwestin
10:08 SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin
Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin
10:07 Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir
09:46 Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya
09:24 Bi 'kuştinê' gef li gundiyên Herêma Mawayê tê xwarin
09:23 Ozel: Dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin
09:05 Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 214’an de berdewam dike
09:02 Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe
09:01 Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:09 Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn
26/06/2024
23:09 Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir
22:06 5 hezar û 890 name ji CPT’yê re hatin şandin
22:03 Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name
21:59 Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş
18:57 Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê
18:54 Di Doza Komkujiya Garê de biryar nehat dayîn
18:31 Li Cizîrê ji ber trafo şewat çêbû
16:58 Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye
16:54 OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû
16:42 Di navbera Kercews û Mîdyadê şewat derket
16:28 ‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!
16:15 Ji bo qanûna qeyûm were betalkirin pêşniyazqanûn pêşkeşkirin
15:52 Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû
15:21 Li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘rojên gel’ dest pê dike
15:08 Şêniyê gund AKP’î û walî derewand: Gotinên min li gorî xwe wergerandine
15:06 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Balûken birîn
14:52 Di daristana li Çermûgê de şewat derket
14:36 Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin
14:20 Li ser giliyê polîsê doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin
14:14 Doza Komkujiya Garê: Hevkara komkujiyê AKP ye
14:09 Şewatekî din a ji xetên ceyranê derketiye ji hêla kamerayan ve hate qeydkirin
13:25 Bû 4 roj ji Afşîn a 15 salî agahî nayên girtin
13:24 Artêşa tirk û komên paramîlîter li Efrînê 6 kes revandin
13:24 Di 12’ê Îlonê de îşkence dît: Îro jî tiştek neguheriye
12:43 Di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan hatin kirin
12:32 Di doza Komkujiya Garê de roja biryarê: Parêzeran cibeyên xwe derxistin
12:28 Dayika jina hate qetilkirin: Tevî giliyan hate berdan
12:07 NATO’yê sekreterê xwe yê nû diyar kir
12:02 Şaredariyê îdiayên Ensarîoglû derewand
11:56 Dr. Ekîncî: Heke beşên şewitînê hebûna ewqas kes nedimirin
11:41 Ji bo mitînga li dijî qeyûm dê beşdarvan ji 39 navçeyan bi wesayîtan bên veguhestin
11:29 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:28 Di doza GOÇÎZDER’ê de cara duyemîn rapora MASAK’ê hat xwestin
11:04 Turkoglû: Dixwazin ji bo kujerên jinan efûyê derxînin
10:55 Di hevdîtina xizmên girtiyan û Wezîrê Edalatê de çi hate axaftin?
10:54 Mirina biguman bi gotina ‘psîkolojiya wî xerab e’ veşartin
10:39 Li Sêrtê Dîlan S. ya 27 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
10:33 Ahmet Turk: Em li sê wezaretan geriyan gotin ‘helîkoptera me ya bi şev dibîne nîne’