Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome

  • rojane
  • 13:39 10 Hezîran 2024
  • |

ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku heta biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê tê betalkirin dê dev ji têkoşîna xwe bernedin. 

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Koçyîgît da zanîn ku dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê û di 14’ê hezîranê de jî li Mêrsînê mitîngan li dar bixin. Koçyîgît, wiha domand: “Heta ku biryara tayînkirina qeyûm tê betalkirin û hevala me Viyan Tekçe ku endamên meclisa şaredariyê hilbijartiye weke weke serokwekîla şaredariyê dest bi peywira xwe dike dê têkoşîna me bidome.” 
 
'YENÎ ŞAFAK DI NAVENDA OPERASYONÊ DE CIH DIGIRE’ 
 
Koçyîgît, diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê hewl dide meseleya qeyûm mezintir bike û nûçeya rojnameya Yenî Şafakê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedef digirt jî weke “rapora MÎT’ê” nirxand. Koçyîgît, wiha dom kir: “Dema em li nûçeyên rojnameya alîgirê ên duh dinêrin; dibînin bê dema muslix tê girtin çawa dest bi îftîrayan dikin û bi manîpulasyonan hewl didin bingehê ji qeyûm re amade bikin. Nûçeya Yenî Şafakê ne nûçe ye, rapora MÎT’ê ye. Yek bi yek li dijî her yek van îdiayên bêbingeh, hevalên me dê gilî bikin.” 
 
DERHEQÊ ŞAREDARIYA TETWANÊ DE LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN 
 
Koçyîgît, bi bîr xist ku derheqê Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol de bi hinceta wêneyê serokê giştî yê AKP’ê tayyîp erdogan aniye xwarê lêpirsîn hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Gelo daxistina wêneyê reqîbê xwe yê siyasî di qanûnên qesrê de sûc e? Ji ber ku di çi qanûnan de daxistina wêneyê erdogan sûc nîne. Bi tena serê xwe ev mînak baş nîşan dide bê ka dosyayên ji bo tayînkirina qeyûm tên amadekirin komployeke çawa ne. Ji bo îfadeyê bang li hevşaredarê me Mumîn Erol kirine. Anku ji ber sûcekî neyî lêpirsîn dane destpêkirin û îfadeyê digirin. Van hişê xwe avêtine.” 
 
'SEDEMA KRÎZA ÇANDINIYÊ PIRSGIRÊKA KURD E’ 
 
Bi domdarî Koçyîgît bi lêv kir ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd, zom û çêrgeh hatine qedexekirin û ev rewş bandoreke neyînî li cotkaran dike. Koçyîgît, wiha pê de çû: “Derdên cotkaran ne bi xema AKP’ê ne. Deynên cotkarên Tirkiyeyê nêzî 700 milyar lîreyan bûye. Hejmara cotkaran daketiye 2 milyon û 177 hezar kesan.”
 
'MODÊLA PERWERDEYÊ YA SEDSALA TIRKIYEYÊ’ 
 
Di berdewamê de Koçyîgît Modêla Perwerdeyê ya Sedsala Tirkiyeyê rexne kir û got ku îktîdara AKP-MHP’ê hewl dide nifşekî îtaet dike bigehîne. Koçyîgît got ku weke DEM Partiyê ew vê mufredatê red dikin. Koçyîgît, bi domdarî bal kişand ser mamosteyên nehatine tayînkirin û got ku bi milyonan mamoste bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Koçyîgît, têkildarî zimanê dayikê û dersa mecbûrî ya olî jî wiha got: “Ev sed sal in pişaftinê dikin û di serî de kurd, gelek neteweyên li vî welatî dijîn nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Her wiha dersa olî li elewiyan tê ferzkirin. Me tevî raya giştî ya demokratîk û rêxistinên pewerdeyê Platforma Na ji Mufredatê re ava kir. Em ê di 11’ê hezîranê de boykoteke mezin a dibistanan li dar bixin. Em bang li hemû xwendekaran dikin ku tev li boykotê bibin.” 
 
'JINAN TENÊ WEKE DAYIK DIBÎNIN’ 
 
Koçyîgît, bal kişand ser îstatîstîkên welidînê û wiha got: “Hejmara welidînê kêm dibe. AKP û MHP vê yekê weke gefekî li ser hebûnê dibînin. Ji bo welidîna zarokan serdemeke nû dan destpêkirin. Netewe dewlet û pergala kapîtalîst rola dayiktiyê dide dayikê. Armanc jî zêdekirina hejmara zarokan e. Wan jî ji bo bikaranîna wan zarokan a di şer de dixwaze. Bi vê sedemê mudaxileyî bedena jinan dikin. Armanca AKP-MHP’ê jî ev e. Lê em li vir dîsa dibêjin, dê têkoşîna me ya azadiya jinê bidome.” 
 
JI BO DANIŞÎNA DOZA TAHIR ELÇÎ BANG KIR
 
Koçyîgît ji bo danişîna doza Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku dê di 12’ê hezîranê de li Edliyeya Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê li hemû kesên xwedî wijdan, li gel hiqûqê û raya giştî ya demokratîk kir. 
 
 
 
 

Sernavên din

11/06/2024
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin