Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin

  • rojane
  • 09:01 10 Hezîran 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Jinên ku li Cizîr, Hezex û Silopiyayê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di nobetê de ne diyar kirin ku ew ê îradeya xwe teslîmî qeyûman nekin û gotin: “Di navbera desteserkirina îradeyê û kuştinê de tu ferq nîne. Em îradeya xwe teslîmî wan nakin." 
 
Piştî ku qeyûm tayînî ser Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) hat kirin, li ser banga DEM Partiyê gel li ber avahiyên şaredariyên li bakurê Kurdistanê dest bi nobetê kirin. Yek ji herêma ku gel xwedî li şaredariyên xwe derdikeve jî herêma Botanê ye. Li ber 5 şaredariyên herêma Botanê gel di çalakiyê de ye. Her roj saet li 17.00’an çalakiya nobedê dest pê dike û nemaze jin, dayik û ciwan berê xwe didin ber şaredariyan û heta seat 24:00'an xwedî li îradeya xwe derdikevin. Jinên ku li Cizîr, Hezex û Silopiyayê li ber deriyên şaredariyan di nobetê de ne axivîn. 
 
'EM BIMIRIN JÎ EM Ê ÎRADEYA XWE RADESTÎ WAN NEKIN'
 
Li Cizîrê Zeynep Kuçuk a ku 6 roj in li ber avahiya Şaredariya Cizîrê di çalakiyê de ye û bi tililiyên xwe nobetê bi coş dike, diyar kir ku mirin jî tê de hebe ew ê îradeya xwe radestî qeyûman nekin û wiha got: “Ev 5 roj in em li ber avahiya şaredariya we di nobetê de ne. Ne 5 roj pêwîst bike em ê 100 rojan bisekinin. Em qeyûm naxwazin. Em çiqasî îradeya xwe diyar bikin jî ew her carê îradeya me xesp dikin. Ji ber wê weke gelê kurd em qebûl nakin ku îradeya me desteser bikin. Divê ku gelê kurd hemû bi hevre çawa ku di 31'ê adarê de xwedî li îradeya xwe derket divê ku îro jî bi heman ruhî xwedî li îradeya xwe û şaredariyên xwe derbikevin."
 
'SERKEFTIN DÊ YA ME BE'
 
Bi domdarî Kuçuk, bêdengiya li hemberî tayînkirina qeyûm weke "mirina" pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di navbera îrade xespkirin  û kuştinê de tu ferq nîne. Ji ber wê bi taybetî em bang li ciwanan dikin ku xwedî li îradeya xwe derbikevin. Ez ji wan rayedarên dewletê yê li ser kursiyan dipirsim, hûn me çi dihesibînin? Hûn difikirin ku heke hûn îradeya me xesp bikin em ê li malên xwe birûnin û xwe bêdeng bikin? Bila tu kes jibîr neke heke ku vê carê qeyûm biavêjin li ser şaredariyên me ev mirina gelê kurd e. Tu kurd be jixwe di çavê dewletê de tu terorîstî. Çi îradeya me ji me stand û çi em kuştin heman tişt e. Me qeyûm ne hilbijartiye, me îradeya xwe hilbijartiye. Ev şaredarî me bi keda xwe qezenc kiriye. Di van 5 salan de ez yek carê nehatime şaredariyê. Lê belê ji ber ku niha îradeya min e ez li vir im. Şûna ku dema ez hatim şaredariyê di lêgerînê de derbas bibim ez weke şeniyeke vê herêmê bi serbest bikevim şaredariya xwe. Ji ber wê em qeyûm naxwazin. Qeyûm ji me re xizmet bike jî em naxwazin. Kuştin jî hebe, girtin jî hebe em ê xwedî li îradeya xwe derbikevin. Serkeftin dê ya me be." 
 
'EV ŞAREDARÎ NE YÊN QEYÛMAN E, YÊN GEL IN'
 
Li Hezexê jî dayika Hayat Uca di nobetê de pêşengiyê dike û her roj tevî temenê xwe yê 65 salî jî berê xwe dide ber Şaredariya Hezexê û heta seatên derengiya şevê li ber avahiya şaredariyê nobetê digire. Uca bi lêv kir ku ew li dijî neheqiyê di nobetê de ye û got: “Qeyûm avêtin ser şaredariya me ya Colemêrgê. Em ji ber wê ev çend roj in li ber avahiya şaredariya xwe ya Hezexê di nobetê de ne. Em dixwazin hemû gelê me bên piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Bila bes şaredariya me û îradeya me bikeve destê dijmin de. Îro em bindest in. Em doza heqê xwe û nasnameya xwe dikin. Ev şaredariye ne yê qeyûmanin yê gel in. Em xwedî li îradeya xwe, doza xwe û keda xwe dikin. Me ti neheqî li kesekî nekeriye, yê ku neheqiyê li me dikin ew in. Ji ber wê em niha li dijî vê neheqiyê li ser piyanin û di çalakiyê de ne." 
 
'QEYÛM NEHEQÎ YE, ZILM E'
 
Li navçeya Silopiyayê jî Necibe Temel daxwaz kir ku her kes li dora şaredariyên xwe bibe xelek û ev bang kir: “Ji bo ku piştgiriyê bidin gelê Colemêrgê û xwedî derketina îrade xwe em jî li ber deriyê şaredariya xwe ya Silopiyayê de di nobetê de ne. Em piştgiriyê didin îradeya xwe. Em qeyûman naxwazin, çimkî qeyûm neheqiye û zilm e. Me îradeya xwe diyar kiriye. Piştî hilbijartinê pirsgirêkan derdixin û gefên tayinkirina qeyûman dixwin. Bila gelê kurd vê zilmê qebûl neke û herkesek hişyar bin û piştgiriyê bidin îradeya xwe. Banga min ji jinan re ew e ku hemû bên ber deriyên şaredariyên xwe rûnin û vê neheqiyê qebûl nekin." 
 
MA / Zeynep Durgut 

Sernavên din

11/06/2024
15:31 Sonuk: Qeyûm xizmeta gel nekiriye, ji bo saziyên dewletê xebitî ye
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne