Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin

  • rojane
  • 12:09 7 Hezîran 2024
  • |
COLEMÊRG -  Encumenên Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê qeyûmê hatiye tayînkirin red kirin û bi yek dengî Hevşaredar Viyan Tekçe wek serokwekîla şaredariyê bijartin. 
 
Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî di 3’yê Hezîranê de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê hat kirin. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş ji wezîfeyê hat dûrxistin û ji doza 10 sal in berdewam dike 19 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û ew şandin girtîgehê. Dorpêça polîsan li ser şaredariyê didome. Encumenên Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê jî li avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê li hev civiyan. Encumenên ku rêveberiya qeyûm red kirin, daxuyaniyek weşandin û serokwekîltiya şaredariyê bijartin. 
 
Encumenan bi yek dengî Hevşaredar Viya Tekçe wek serokwekîla şaredariyê bijart. 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak ê ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar e, daxuyanî xwend û diyar kir ku gelê Colemêrgê li dijî her cure hîle û zordestiyê bi awayek eşkere helwesta xwe nîşan daye û xelkê bajêr her dem xwedî li îradeya xwe derketiye. 
 
‘BIRYAR BI SEDEMÊN SIYASÎ HAT GIRTIN’ 
 
Parlak bi berfirehî li ser tayînkirina qeyûm sekinî û got: “Biryara tayînkirina qeyûm û girtina hevşaredarê me pirr bi awayek eşkere bi sedemên siyasî hatiye kirin. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan dibêje, ‘ne qanûn, hiqûqê tişta pêwîst kir’. Lê em jî dibêjin hiqûq li Colemêrgê ne di dewrê de ye. Rêya hiqûqê bi Colemêrgê nakeve. Hiqûq ji bo kurdan nayê sepandin.” 
 
‘ENCUMEN, QEYÛM NAXWAZIN’ 
 
Parlak destnîşan kir ku encumenên şaredariya wan ku bi îradeya gel hatine bijartin qeyûm qebûl nakin û got: “Em tenê cihekî û biryarekê esas digirin, ew jî gelê me ye. Berpirsiyariya me ye ku em li wekaleta gelê xwe xwedî derkevin. Em bi berpirsiyarî û hişmendî îro bi encumenên xwe re civiyan û ji bo em îradeya gelê Colemêrgê biparêzin, hin biryar girtin. Li gorî pîvanên hiqûqê divê ku encumenên me serokwekîlek bijarta. Ji ber vê yekê piştî hevşaredarê me Mehmet Siddik Akiş ji wezîfeyê hat dûrxistin û girtin, me wek encumenên şaredariyê di encama dengdanê de hevşaredara me Viyan Tekçe wek serokwekîla şaredariyê bijart.” 
 
Parlak anî ziman ku ew ê li ber xwe bidin û xwedî li îradeya gel derkevin û ew ê her daîm xwedî li îradeya xwe derkevin heta ku têkoşîna wan digihîje serkeftinê. 
 
‘EM Ê DI XIZMETA GELÊ XWE DE BIN’ 
 
Viyan Tekçe a wek serokwekîl hatiye bijartin jî axivî û destnîşan kir kuew ê heta 5 salan li cem gelê xwe bin û ji bo gelê xwe xizmetê bikin. Tekçe destnîşan kir ku qoltixê şaredariyê ku hatiye destesrkirin li wan ne helale û ew ê tu demê dest ji têkoşîn û keda xwe gelê xwe bernedin û her tim bi gelê xwe re di nava berxwedanê de bin. 
 
 

Sernavên din

08/06/2024
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê