Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin

  • rojane
  • 10:47 7 Hezîran 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Îdianameya ku derbarê Hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan ên di 9’ê cotmeha 2023’yan de li Îzmîrê hatibûn girtin bihinceta “bêpeywîriyê” ji aliyê 13’emîn û 2’yemîn Dadgehên Cezayên Giran ve nehate qebûlkirin. Li ser vê yekê dosya çûn Dadgeha Îstînafê. Îstînaf dê biryarê bide ku kîjan dadgeh dê li dosyayê binêre.”
 
Îdianameya ku derbarê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan ên di 9’ê cotmeha 2023’yan de li Îzmîrê piştî hatibûn binçavkirin, hatibûn girtin bihinceta “bêpeywîriyê” ji aliyê 13’emîn û 2’yemîn Dadgehên Cezayên Giran ên Îzmîrê ve nehate qebûlkirin. Li ser vê yekê îdianame çû Dadgeha Herêmê ya Îzmîrê. Li vir di encama nirxandina were kirin de, dê diyar bibe ku kîjan dadgeh dê lê binêre. 
 
Di îdianameya serê meha Gulanê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hate meşandin de hevşaredar bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” hatin sûcdarkirin. Şandeya 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku îdianame ewilî jê re hate şandin, di 2’yê gulanê de diyar kir ku dosya di çarçoveya “fînansekirina rêxistinê” de ye biryara “bêpeywîriyê” hate dayîn. Ligel biryarê îdianame vê carê ji 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ve hate şandin. Lê şandeya dadgehê di 28’ê gulanê de diyar kir ku têkildarî sûcdariya “fînansekirina rêxistinê” delîlên têrker nînin û têkildarî dosyayê de biryara “bêpeywîriyê” da. 
 
ÎDIANAMEYA HATE AMADEKIRIN
 
Ji ber îdianame nehate qebûlkirin hêj danişîna hevserokan nehatiye lidarxistin. Hevserok bi tevlibûna daxuyaniyên partiya xwe, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER), Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad - TJA) û Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Gelan tên sûcdarkirin. Di îdianameya ku xebat û kampanyayên partî dimeşîne jî di nav de cih digirin, civînên gel jî weke sûc hatin nîşandan. Her wiha civînên çapemeniyê yê li avahiya partiyê hatine kirin û peydakirina cih a ji bo saziyên jinan sûc hate hesibandin. Di îdianameyê de her wiha cih dan beyanên şahida vekirî “Bûsa Aslan” û şahidê veşartî “Dokûz” ên derbarê hevserokan de îfade dane jî. 
 
Yek ji parêzerên dozê Îmdat Ataş têkildarî geşedanên derbarê îdianameyê de axivî. 
 
DOSYA DI NAVBERA DADGEHAN DE MA
 
Ataş, diyar kir ku ji aliyê Wezareta Edaletê û Komîsyona Edaletê ve di navbera dadgehan de karbeşî hatiye kirin û da zanîn ku di vê çarçoveyê de 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Giran a Îzmîrê bi sûcên di çarçoveya “fînansekirina terorê” de hatiye peywîrdarkirin. Ataş, anî ziman ku dadgeh her wiha li sûcên “endamtiya rêxistinê” jî dinêre û got: “13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ji dozên têkildarî “Qanûna Têkoşîna bi Terorê re” peywîrdar e. Ewilî doz birin 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê. Lê dozgerê dadgehê û şande ji bilî sûcê ‘endamtiyê’ têkildarî ‘fînansekirina terorê’ nirxandinek kir û diyar kir ku dosya derveyî qada wan a peywîrê ye û îdianame şand 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê. Wan jî piştî dosya lêkolîn kir, bi hinceta têkildarî sûcê ‘fînansekirina terorê’ de delîlên têrker nînin biryara ‘bêpeywîriyê’ da. Li aliyê din her du dadgehan jî biryara berdewamkirina girtinê dan. Bi awayê hiqûqî dema her du dadgehan biryara ‘bêpeywîriyê’ da Dadgeha Îstînafê dibe xwedî rayeya peywîrdariyê. Ji ber vê yekê ew dê biryarê bidin. Ji ber Dadgeha Îstînafê têkildarî berdanên xwedî rayeya nirxandinê ye em ê îtîrazî girtinê bikin.”
 
‘DELÎLEKE KU BIBE SEDEMA GIRTINÊ NÎNE’ 
 
Ataş, diyar kir ku li Tirkiyeyê pêvajoyên darazê bi pirsgirêk pêş ve diçin û destnîşan kir ku darizandin veguherîne armancên siyasî. Ataş, bal kişand ku girtin jî bi armanca cezakirinê tên bikaranîn û wiha got: “Ev kes li sêyemîn bajarê mezin ê Tirkiyeyê hevserokên sêyemîn partiya mezin a Tirkiyeyê bûn. Ji ber vê yekê têkoşîneke siyasî didan. Ji bo astengkirina vê yekê girtin çêbûn. Heke hinceteke ku bibe sedemê girtinê nebû. Dema em li îdianameyê dinêrin sûcekî ku hewce bike bên cezakirin jî nîne. Bi temamî îdiayên têkildarî aktîvîteyên demokratîk û xebatên partiyê hene. Çalakiyên ji mafên wan ên makeqanûnî pêk dihatin bûn mijara sûc. Dîsa kesên ku şahida vekirî Bûse Aslan a beriya niha derbarê wan de îfade dane û beraet kirine hene. Lê hevserok hêj jî girtî ne.”
 
Ataş, diyar kir ku îdianame di warê delîl û bingehî de qels e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dizanin ku qet nebe dê di danişîna ewil de bên berdan. Hevserokê HDP’a Bûcayê Nîhat Turk ê bi heman îdiayan dihate sûcdarkirin duh di danişîna ewil de hate berdan. Dosyaya têkildarî wî veqetandibûn. Îhtîmaleke mezin hevserok jî dê di danişîna ewil de bên berdan lê dixwazin pêvajoyê dirêj bikin. Em dizanin ku dê di encama darizandinê de beraet bikin.”
 
MA / Tolga Guney
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

08/06/2024
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê