Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext

  • rojane
  • 10:54 6 Hezîran 2024
  • |
COLEMÊRG - Hevserokên Giştî yên DEM Partî û DBP’ê li Colemêrgê bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan û gotin ku dê berxwedana wan a bi gel re bidome û destnîşan kirin ku gel daxwaza hilbijartina pêşwext dike. 
 
Berxwedana li Colemêrgê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyê didome. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bi rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî yên bajar re civiyan. Civîn, li avahiya Platforma Şaxan a KESK’ê hate lidarxistin û têkildarî xespa qeyûm û pêvajoya pêş de nîqaş hatin kirin. 
 
‘QEYÛM DARBE YE’
 
Di serî de Hatîmogûllari axivî û wiha got: “Qeyûmê hatiye tayînkirin, darbeyeke li dijî demokrasî û gelê kurd e. Erdogan radibe vê diparêze. Yên ku welêt weke kurd-tirk dabeş kirine û welatî mîna çeteyan birêve dibe, ew in. Yên hiqûqê nas nakin ew in. Erdogan û şirîkê wî yê biçûk welat ber bi karesatê ve dibe. Dîmenên leşkeran ên li pêşiya walîtiyê, dîmenê darbeyê ye. Eşkere ye ku dê tayînkirina qeyûman li bajarê din ên Kurdistanê jî bidomînin. Em li vir wan hişyar dikin; dê kesek êdî destûrê nede rejîma qeyûm. Li Tirkiye û Ewropayê her kes ji rejîma qeyûm re dibêje na. Ya ku tê kirin darbe ye.” 
 
‘EV ÎKTÎDAR REWA NÎNE’
 
Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mîna doza kompasê ya Kobanê, biryara tayînkirina qeyûm jî li qesrê hate dayîn. Ev doze tevek jî dozên siyasî ne û heta biryar neyê dayîn divê hevşaredar ji peywirê neyê girtin. Piştî biryara teqez divê meclis bi xwe hevşaredarê xwe hilbijêre. Lê bi tayînkirina qeyûm re em veguherandin Serdema Navîn. Ji ber ku tenê di qraltî, padîşahtî û rejîmên faşîst de li şûna kesên hatine hilbijartin kes tên tayînkirin. Em ê tevî hemû derdoran têkoşîna li dijî rejîma qeyûm bidomînin. Divê dengên li Tirkiyeyê hêj zêdetir bibin û dem dema sekinîna li dijî rejîma qeyûm e. Ev îktîdar rewa nîne û ji hêz ketiye.” 
 
‘ME GELEK CARAN GOT KU KURDAN NAS NAKIN’ 
 
Bakirhan jî di axaftina xwe de wiha got: “Me bi dehan caran got ku kurdan nas nakin û gelek caran îradeya wan xesp kirin. Me di 31’ê Adarê de dît ku ev bi kêr nayê. Xelkên Kurdistan û Tirkiyeyê qerta zer nîşanî van xespkarên îradeyê, îktîdara nelirêtî, bêusûlî û zilmê da. Lê xuyaye ku qerta sor dixwazin. Ji bo ev pergala zilmê bi dawî bibe em ê li gel kedkar û hêzên demokrasiyê têkoşîneke mezintir bimeşînin. Colemêrg cihekî girîng û stratejîk e. Serkeftina we ya di her hilbijartinê de di dilê wan de kul e. Lê bila ev birîn kûrtir bibe û Xwedê hesabê ji van kesên vê zilmê dike bipirse. Berxwedana 40 salî ya xelkê Colemêrgê wan aciz dike. Colemêrg li ser sînorê Iraq û Îranê ye û ev yek çavbirçîtiya wan zêdetir dike. Bi karûbarên krîmînal re mijûl in. Bi çete û mafyayan re tevdigerin. Bi diziya li vir re dixwazin xwe li ser lingan bigirin. Wezîrê karên sûcan ji bo wan karan Colemêrgê girîng dibîne. Ji ber gelek sedeman çav berdane vir û qeyûm tayîn kirin. Em dipirsin, baş e gelê kurd çi bike? Dibêjin ‘doza hevşaredar hebû.’ Gelo ma kesekê we doz lê venekirî ma ye? Tenê bi derewa dozê hewl didin raya giştî ya Tirkiyeyê bixapînin.” 
 
‘HIQÛQA KURDAN A LI VÎ WELATÎ ÇI YE?’ 
 
Di berdewamê de Bakirhan got ku îktîdar ne tenê dijminê siyaseta kurd, her wiha dijminê kurdan e jî û wiha pê de çû: “Dijminê ziman, çand û rêveberiyên herêmî yên kurdan e. Di çavên wan de kurd dijmin in û tevek sûcdar in. Her kurdekî xwedî li rûmet û nasnameya xwe derdikeve ji bo wan gefek e. Ji bo tayînkirina qeyûman li hincetan digerin. Şaredarê Kepezê hate girtin lê çima qeyûm tayîn nekirin lê meclisa şaredariyê serokê nû hilbijart? Lê dema mijar dibe kurd, hiqûqeke cuda dikeve meriyetê. Tu çi zilm û hiqûqê li dijî kurdan bixî meriyetê jî kurd serê xwe li ber te natewînin. Kurd ji ber cînayetên kiryarnediyar û girtîgehan dev ji doza xwe ya rewa bernade. Em ji Erdogan dipirsin; hiqûqa kurdan a li Tirkiyeyê çi ye? Êdî qebûl bikin ku hiqûqa mêtingeriyê ye. Bibêjin ku hiqûqa kurdan tune ye. 
 
EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN
 
Gelê kurd dê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê li dijî vê zîhniyeta faşîst a li dijî gelê kurd hiqûqa mêtingeriyê xistiye meriyetê li ber xwe bidin, xwedî li partiya xwe û îradeya xwe derkevin. Me Seyîd Riza û Şêx Seîdan serî tewand ku em îro li hemberî qeyûman serî bitewînin. Em bi berxwedana birûmeta a gelê xwe re ne. Dê berxwedana me ya bi xelkê Colemêrgê re bidome. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê îradeya we biparêzin.” 
 
‘GEL DAXWAZA HILBIJARTINA PÊŞWEXT DIKE’ 
 
Hatîmogûllari piştre bersiva pirsên têkildarî banga hilbijartina pêşwext û sine-î mîllet da û wiha got: “Jixwe me berê xwe daye gel. Me tu caran parlamento weke qada têkoşînê nedît. Em her tim di nava gel de ne. Lewma jî ev mijar di rojeva me de tune ye. Em li her qadê bi gelê xwe re têdikoşin û parlamento jî yek ji wan qadan e. Ji bo eleqeya wê ya bi hilbijartinê re jî wiha bibêjim; xwevekişandina me ya meclisê bi tena serê xwe têr nake. Helbet daxwaza gelên Tirkiyeyê ya di vê mijarê de zêde dibe. Gelek sedemên vê hene. Di rewşekî qeyûm tên tayînkirin û mafê bijartin û hilbijartinê ji holê hatiye rakirin de mafê daxwaza hilbijartina pêşwext a partiyên siyasî û gel heye.” 
 
Hevdîtin piştre jî ji çapemeniyê re girtî dom kir. 
 

Sernavên din

08/06/2024
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan
15:07 Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm