Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin

  • rojane
  • 13:37 3 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - DFG’ê rapora xwe ya meha gulanê eşkere kir. DFG’ê da zanîn ku 42 rojnameger girtî ne û bi xala “Sîxûrtiya bandorkirinê” ya paketa darazê ya 9’emîn re hewl tê dayîn ku rojnamegerî were dorpêçkirin. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Meha Gulana 2024’an eşkere kir. Di raporê de ji binçavkirinan heta muameleya xerab, gelek binpêkirin hatin rêzkirin. Her wiha hat gotin ku 42 rojnameger girtî ne. 
 
‘XALA SÎXÛRTIYA BANDORKIRINÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Rapora DFG’ê wiha ye: “Zext û binpêkirinên li dijî rojnamevanan didomin. Desthilat bi vê yekê re jî namîne û armanc dike ku paketa darazê ya 9’emîn a xala bi navê ‘sîxûrtiya bandorkirinê’ bike qanûn. Her rojnamevanê ku agahiyên ku di serî de desthilatê, kesên xwedî hêz aciz bike ji civakê re ragihînin dê di çarçoveya vê xalê de an bên darizandin an jî bên girtin. Helbet ev xal dê bandorê tenê li rojnamevanan neke, herkesên ku fikra xwe an jî agahiyekê parve bike dê di çarçoveya vê xalê de bikare were darizandin. Ligel vê qanûnê li welatekî ku azadiya raman û çapemeniyê û demokrasî lê nîne di serî de rojnamevan dê hemû mûxalîf bên bêdengkirin. Em weke Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê qanûneke wiha qebûl nakin. Em daxwaz dikin ku ev pêşnûme qanûn bi paş ve were kişandin. 
 
DI 1’Ê GULANÊ DE ROJNAMEGER HATIN DERBKIRIN
 
Binpêkirinên li dijî rojnamevanan û azadiya îfadeyê û çapemeniyê ji roja ewil a mehê ve dest pê kirin. Hempîşeyên me yên karker û kedkarên ku xwestin ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran biçin Taksîma Stenbolê şopandin jî rastî êrişa polîsan hatin.  Xebatkarên çapemeniyê yên karker û kedkarên ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan dişopandin jî hatin derbkirin û bi kelemçekirinê hatin binçavkirin. Li Saraçhaneya ku yek ji wan deveran a polîsan êrişî karker û kedkaran kir, bi fermana amirê polîsan a ‘Çapemeniyê bimalin’ li dijî rojnamevanan tundî pêk hat. Di vê êrişê de hempîşeyên me birîndar bûn û xebatên wan hatin astengkirin. 
 
ROJNAMEGER HATIN BINÇAVKIRIN, GIRTIN Û BIRÎNDARKIRIN
 
Di êrişa polîsan de nûçegihana Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal bi awayekî bi paş ve hate kelemçekirin û binçavkirin. Ji rojnamevanan Fatoş Erdogan û Ûmût Taştan dema şopandina nûçeyê de di encama mudaxileya polîsan de birîndar bûn. Rojnamevan Ûmût Taştan ji lingê xwe birîndar bû û fîşeka plastîk li Fatoş Erdoganê ket. Piştî 1’ê gulanê li dijî çalakiyên Taksîmê bi 3 pêlan operasyon hate lidarxistin û polîsan bi ser gelek mal û kargehan de girtin. 
 
Yek ji navnîşana ku polîsan bi ser de girtin jî bû buroya Sendîka.Orgê. Di serdegirtina ku bêyî kes were agahdarkirin hate kirin de li ofîsa xebatê ya Sendîka.Orgê bi awayekî bêhiqûqî lêgerîn hate kirin. Di operasyona 3’yemîn a li dijî kesên tev li çalakiyên Taksîmê bûn hate kirin de jî piştî nûçegihanê Gazete Patîkayê Alî Kadîr Guler hate binçavkirin, hate girtin û şandin girtîgehê. Guler, piştî îtîrazên hatin kirin dû re hate berdan. 
 
Desthilatê êrişên xwe yên li dijî rojnamevanan bi 1’ê gulanê bisînor negirt. Di 6’ê gulanê de li Amedê rojnamevan Nûrcan Yalçin û Derya Ûs bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Yalçin û Ûs piştî îfadeyên wan ên dozgeriya li Edliyeya Amedê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlh a Nobedar ve di 7’ê gulanê de bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
POLÎSAN BI MERTALÊN XWE ROJNAMEGER ASTENG KIRIN
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Di demekî wiha de li dijî rakirina tecrîdê li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’ hatin destpêkirin. Li dijî van çalakiyan êrişa polîsan pêk hat û polîsan rojnamevanên dîmen û wêne dikişandin astengkirin. Heman astengkirin di çalakiyên ku piştî biryarên Doza Kobanê yên hatin aşkerekirin dest pê kirin jî pêk hat. Li Amedê di meşa ji Koşûyolû heta Qada Îstasyonê hate kirin de rojnamevan bi mertalan hatin dorpêçkirin û nehiştin ku rojnamevan karê xwe bikin. Dîsa rojnamevanên ku çalakî dişopandin bi gotina midûrê polîsan a ‘Heke hûn ji çalakgeran dûr nekevin dê derbarê we de kirarî bên destpêkirin’ gef li wan hate xwarin. 
 
GEF LI ROJNAMEGERAN HATIN XWARIN
 
Yek ji kesên ku gef li rojnamevanan xwar jî Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bû. Bahçelî yê rojnamevan û qenalên televizyonê yên mûxalîf hedef girt wiha got; ‘Em dixwazin di serî de televizyonên Halk, Sozcu û Nowê her kesê ku sûcdariyên neheq dike li dadgehan bê guhdarkirin.’
 
Di 23’yê nîsanê de rojekê piştî Roja Rojnamevanên Kurd di operasyona navenda wê Stenbolê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat ên hatin girtin, piştî 24 rojan di 21’ê gulanê de hatin berdan. Zextên li dijî hempîşeyên me li girtîgehê jî berdewam kirin. Rojnamevan Dal di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hat û di dema girtina xwe de bi newergirtina qawişê hate tecrîdkirin. Li Mehmet Aslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Sîncanê dihate ragirtin jî hejmartina li ser piyan hate ferzkirin. 
 
ROJNAMEGER HEDEF HATIN GIRTIN
 
Me meheke ku hempîşeyên me bi awayekî aşkere hatin hedef girtin li pey xwe hişt. Gelek hempîşeyên me bi lêpirsînên nû hatine destpêkirin di bin zexta darazê ya desthilatê de dimînin. Di meha gulanê de 4 rojnamevan hatin girtin û hejmara rojnamevanên girtî bû 42. Di 7 bûyerên ku me di rapora xwe de berfirehiya wan da de şopandina rojnamevanan a nûçeyan hatiye astengkirin û gef li wan hatiye xwarin. Di van astengkirinan de 4 rojnamevan rastî mûameleyeke nebaş hatin. Di meha gulanê de derbarê 10 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin û lêpirsînên derbarê 11 rojnamevanan hatine destpêkirin jî veguherîn dozê. 
 
REWŞA ROJNAMEGER SILÊMAN EHMED
 
Ji rojnamevan Silêman Ehmed ê li Herêma Kurdistana Federe ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin piştî 211 rojan agahî jê hate wergirtin. Parêzerê Ehmed Beşdar Hesen piştî 211 rojan bi Ehmed re hevdîtin kir û ev peyam bi rayagiştî re parve kir; ‘Rewşa wî baş bû, dixwaze ku zexta rayagiştî were domandin.’ Her çiqas agahî wergirtina ji Silêman Ehmed bibe cihê keyfxweşiyê jî ev yek tê re nake û em dixwazin hempîşeyê me demildest were berdan. 
 
Yek ji navnîşaneke din a zexta li dijî rojnamevanên kurd jî bû Holanda. Serdar Karakoç ê roja rojnameya Ozgur Ulkeyê hate bombekirin li avahiya rojnameyê bû û niha li sirgunê rojnamevaniyê dike, di çarçoveya fermana Almanyayê de hate binçavkirin û dema binçavkirina wî 20 rojan hate dirêjkirin. Em vê êrîşa ku berdewama nêrîna serdestan a li dijî rojnamevanên kurd e şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku hempîşeyê me Serdar Karakoç demildest were berdan. 
 
DANEYÊN BINPÊKIRINAN
 
Daneyên îstatîstîkî yên binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran ên di meha gulanê de wiha ne; 
 
1 - Binpêkirinên li dijî mafê jiyanê û ewlehiya rojnamegeran 
 
* Rojnamevanên rastî êrişê hatin: 2
 
* Rojnamevanên bi ser malên wan de hatin girtin: 4 
 
* Rojnamevanên hatin binçavkirin: 4
 
* Rojnamevanên hatin girtin: 4 
 
* Rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin: 4 
 
* Rojnamevanên gef li wan hate xwarin: 3 
 
* Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin: 7 bûyer
 
* Li girtîgehan binpêkirinên li dijî rojnamevanan: 4
 
2- Binpêkirinên azadiya raman û îfadeyê yên li dijî rojnamegeran 
 
* Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin: 10 
 
* Rojnamevanên derbarê wan de doz hatine vekirin: 11
 
* Rojnamevanên hatine cezakirin: 10
 
* Cezayê Hefsê: 23 sal û 2 meh û 17 roj
 
* Cezayê Pereyî: 200 hezar lîre 
 
* Rojnamevanên darizandina wan berdewam dike
 
* Hejmara Dosyayan:  43
 
* Hejmara Kesan: 83
 
* Hejmara rojnamevanên girtî (ji 3’yê hezîrana 2024’an ve) 42 
 
3- Binpêkirinên li dijî mafên civakî û aboriyê yên rojnamegeran 
 
* Rojnamevanên ji kar hatin derxistin: 1 
 
4- Sansûr û astengkirinên li dijî saziyên çapemenî û medyayê 
 
* Cezayên RTUK’ê birîn
 
* Hejmara Weşanê: 2
 
* Cezayê pereyî: Du cezayên cuda yên ji sedî 2 
 
* Qedexeya Weşanê: 10 
 
5- Astengkirinên xwegihandina li dijî qenalên dijîtal û înternetê 
 
* Malperên înternetê yên hatin girtin: 307
 
* Nûçeyên xwe gihandina wan hatin astengkirin: 450 
 
* Medyaya dîjîtal ên naveroka wan hatine astengkirin: 143”

Sernavên din

05/06/2024
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan
15:07 Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm
14:51 Bi sedan leşker û polîs li Edliyeya Colemêrgê ne!
14:30 Dikandarên Colemêrgê derabe girtin
14:21 Li Wan û Konyayê nerazîbûn: Hevşaredar Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e
14:12 Li Colemêrgê piştî biryara ceza protestoyan dest pê kir: Qesrê li dijî gel şer îlan kir!
14:05 Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê
13:49 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Siddik Akiş hat birîn
13:32 Di doza îşkenceya li Licê de li her polîsekî 8 sal ceza hat birîn
13:17 Serkeftina Curnê Reş diyarî berxwedana Colemêrgê kirin
13:11 Nivîskar û ramangerên îslamî ji bo Huda Kaya kampanya îmzeyan dan destpêkirin
12:17 Li ser daxwaza welatiyan ji şaredariyê otobusa bêpere
11:52 Vaye îfadeyên 'Oyun Bozan' ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:15 Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e
11:08 Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Ez serbilind im, ez ê her têbikoşim
10:54 Di edliyeya dorpêçkirî de danişîna Akiş dest pê kir
10:53 Bakirhan û Zana diçin Colemêrgê
10:40 9 sal in Komkujiya 5’ê Hezîranê nehatiye ronîkirin
10:04 Girtî li dijî girtîgeha ku parêzer çar sal in nikarin bikevinê di çalakiyê de ne
09:51 Li Mêrdînê 10 ciwan hatin berdan
09:51 Hilbijartina Hîlwanê: Şitlê 45 sal berê dîsa ji nû ve şîn bû
09:29 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 192'yan de didome
09:27 Piroglû: Divê têkoşîna civakî bê bilindkirin
Çakmak: Divê CHP bêdeng nemîne
09:25 Ji Amedê berteka qeyûm: Em ê dakevin kuçeyan û xwedî li mafê xwe derkevin
09:13 Ozturk Turkdogan: Asayîbûn divê ji Îmraliyê dest pê bike
09:02 Li dijî asîmilasyonê zarokên xwe dişînin Ma Musicê
09:01 Restorasyon heye lê tedbîr tune ye: Birca Belek hildiweşe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:43 Ciwanên Geverê li dijî qeyûm xwepêşandan li dar xistin
04/06/2024
20:02 Şandeya CHP'ê li Colemêrgê ye: Tayinkirina qeyûm antîdemokratîk e
19:26 Li şaredariyên Kurdistanê gel di nobedê de ne
17:26 Protestoyên li dijî xespa vîna gel didomin
17:09 Bayindir: Dê saya berxwedana gelê kurd têk biçin
Hatîmogûllari: Navê vê faşîzm e, darbe ye
16:55 Li Meclisê dê li dijî qeyûm çalakî bê lidarxistin
16:16 Ozel: Qeyûm bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê ye
16:00 AYM’ê rayeya Erdogan a tayînkirina rektoran a bi rêya KHK’ê betal kir
15:51 Li Licikê cenazeyê karkerekî din hate dîtin
15:04 Çolterên Elbakê hate bombebarankirin
15:02 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Biryareke derhiqûqî ye
14:57 Ji Waniyan berteka qeyûm: Zilm e, xesp e
14:39 Li Colemêrgê berxwedana li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
14:35 ‘Divê mafên zarokan bên mîsogerkirin’
14:21 Mutalaaya weke hinceta tayînkirina qeyûm hatiye nîşandan: Protestoyên têkildarî êrişa li dijî Ahmet Turk sûc in!
14:11 Li Kurdistanê qeyûm li Tirkiyeyê ji peywîrê girtin
13:33 Parêzerek din jî ji doza îtîrafkar Akbiyik hat beraetkirin
13:28 Li Zongûldakê li madenê hezaz çêbû: Karkerek asê ma
12:55 Ji Raportorê Tirkiyeyê yê PE’yê berteka li dijî qeyûm: Tunehesibandina vîna gel e
12:49 Piştî 30 salan hate berdan: Silavên berxwedêrên girtîgehê hene
12:44 Bakirhan: Biryara tayînkirina qeyûm li Kizilcahamamê hate girtin
12:36 Rêxistinên civaka sivîl tayînkirina qeyûm şermezar kirin: Ji xeletiya xwe vegerin
12:18 Hevşaredara Colemêrgê: Roj roja rabûna li ber qeyûman e
12:17 Qeyûmê Colemêrgê ji bo namzetê AKP’ê 29 milyon lîre xerc kiriye, 315 milyon jî deyn hiştiye
11:42 Yekitiya Weşangerên Kurd: Divê dewlet demildest vê biryara şaş bi paş ve vekişîne
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:09 5 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:56 Li Kayseriyê balafira perwerdeyê ket
10:42 Hevserokê TEV-DEM’ê Hiso: Divê gelê me di 11’ê hezîranê de biçe ser sindoqê
10:41 Ciwanan qeyûm şermezar kirin
10:40 Hevşaredar Akiş bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî: Ez berxwedêran silav dikim
10:18 Îmzevanên Banga Aştiyê: Divê CHP û hêzên demokrasiyê helwestekî zelal raber bikin
10:17 Di nameya xwe de vegot ku çima di çalakiya ‘azadiyê’ de ye
10:16 Li dijî qeyûm nobeda bênavber: Wê berxwedana me qeyûm têk bibe
09:44 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
09:40 Cenazeyê zaroka dihat îdiakirin ketiye Çemê Dîcleyê hate dîtin
09:32 TBB: Divê wezaret dest ji biryara xwe berde û hevşaredar vegere ser wezîfeya xwe
09:22 Turkoğlu: Pêvajoyeke ku statuya civakî ya jinan paş ve dibe hat destpêkirin
09:09 Li Almanyayê çêbû û mezin bû, ji bo xurtkirina kurdiya xwe hat Amedê
09:06 Parêzer Avçîl: Divê baro li dijî tecrîdê serlêdanê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Jinên siyasetmedar ên Botanê: Ji xeynî berxwedanê tu çare nîne
09:00 ROJEVA 4’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:31 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin: Malbatek hate derbkirin
07:59 Li Colemêrgê li dijî desteserkirina şaredariyê heta şeveqê nobet hate girtin
07:51 Li Koln û Winterthûrê xespkirina vîna gel hat protestokirin
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan