Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan

  • rojane
  • 15:04 1 Hezîran 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbol, Enqereyê û Îzmîrê di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de hat xwestin girtiyên nexweş Abdulhalîm Kaya, Mehmet Emîn Çam û Abdulkadîr Kuday demildest bên berdan. 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 636’an de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdulhalîm (81) ê li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Qûbîna Êlihê tê ragirtin û ji sedî 93’ê astengdar e. Pankarta “Bila girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Abdulhalîm Kaya bê berdan” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. 
 
Rêveberê ÎHD’a Stenbolê Ferît Barût daxuyanî xwend.
 
Barut diyar kir ku girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Abdulalim Kaya yê 81 salî ku li Girtîgeha Tîpa T ya Qûbîna Êlihê girtî yeji sedî 93 astengdar e û got ku Kaya bi nexweşiyên dil, prostat, gurçik û demansê re rû bir û maye û ji ber vê yekê nikare bi tena serê xwe bijî. Barut bal kişand ser wê yekê ku Kaya ji ber cezayê lê hatibû birîn hatiye girtin û lê hê Kaya ku ji ber emeliyata xwe tedawî didît hatiye girtin. Barût wiha got: “Abdulhalîm Kaya ku hê birînên wî baş nebûbûn tê girtin û di encama israran de piştî 60 rojan tê berdan. Lê rojên pir dijwar derbas dike. Di 4’ê çileya 2021’an de bi taloqkirina cezayê wî yê ji bo 6 mehan tê berdan. Di rapora Lijneya Tenduristiyê ya ku ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê ve 12’ê cotmeha 2022’yan hatiye amadekirin û ji bo dewamkirina tedawiya xwe serî lê daye. Lê tevî ku hat gotin ku nexweşiyên wî jixwe xeteriya jiyana wî ye û piştî 2 salan divê muayeneya kontrolê bê kirin da ku were tespîtkirin ka ev rewş baş bûye yan na, her çend di rewşa tenduristiya wî de başbûnek çênebe jî dîsa hat girtin. Di 31'ê Adara 2023'yan de tê girtin û dişînin Girtîgeha Tîpa T a Qûbîna Êlihê.” 
 
Barût anî ziman ku lawê Abdulhalîm Kaya serî li komîsyona wan daye û gotiye ji ber nexweşîna demansê bi bavê wî re belav dibe ew nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne. Barût got tevî sewqî Saziya Tiba Edlî hatiye kirin jî lê di 11’ê adarê de rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ didinê. Barût destnîşan kir ku lawê Abdulhalîm Kaya gotiye ku cezayê bavê wî di sibata 2026’an de temam dibe lê bavê wî heta wê çaxê nikare li ber xwe bide. 
 
Barût anî ziman ku ji ber Kaya li girtîgehê nikare bi awayek birêkûpêk were tedawîkirin şertên girtîgehê ji bo jiyan û tenduristiya wî rîsk in û xwest rayedar ji bo berdana Kaya bikevin tevgerê. 
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 508'emîn de li ber avahiya ÎHD'a Enqereyê daxuyanî da. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan. Hevserokê ÎHD'a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Qûbîna Êlihê tê ragirtin. Yazmaci anî ziman ku Mehmet Emîn Çam roja 24'ê gulanê krîza dil derbas kiriye û piştî hatiye anjiyokirin bêyî rewşa wî baş bibe dîsa dibin girtîgehê. Yazmaci xwest girtiyê nexweş Emîn Çam hem nexweş e û hem jî temenê wî mezin e û got lewma divê bê berdan. 
 
ÎZMÎR
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 291'emîn de li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê daxuyanî da. ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday (52) ê li Girtîgeha Metrîsa Stenbolê tê ragirtin. Hevserokê ÎHD'a Îzmîrê Alî Aydin daxuyanî da û xwest girtiyê nexweş Kuday ê ku her roja diçe rewşa wî xedartir dibe bê berdan. Alî Aydin diyar kir ku Kuday bi tena serê xwe nikare li girtîgehê bimîne û lazim e ew êdî li cem malbata xwe jiyana xwe bidomîne û bê tedawîkirin. Aydin xwest hemû girtiyên nexweş ên din jî bên berdan. 
 
 

Sernavên din

03/06/2024
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de
10:12 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 188'emîn de didome
10:11 MED-DER li ser medya dijîtal hîndekariya kurdî berfireh dike
09:30 Li Rihayê 3 zilaman derstdirêjî li zarokekê kirin
09:29 DEM Partî dixwaze li Hîlwanê bi fereqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Tirkiye êrişî Til Hemîsê kir: 4 kes jiyana xwe ji dest dan 11 kes birîndar bûn
09:23 Qeyûm ji bo Baskên Jinan a AKP'ê 6 hezar çîkolata û kolonya kiriye
09:19 Malbatên girtiyan 4 hefte ye di çalakiyê de ne: Heya encam bê girtin wê bidome
09:11 Ji dar û berên Çiyayê Cûdî berhemên hunerî çêdike
09:04 Ji ARSÎSA'yê biryara avakirina şaxeke din
09:03 AYM’ê derbarê Levent ê hatibû qetilkirin de biryara binpêkirinê da
09:02 Îlhan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîne
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2024'AN
31/05/2024
19:11 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin ez herim malê
18:01 Ji bo zaroka ku di çem de wer bû lêgerîn hat destpêkirin
16:47 Fîncanci bertek nîşanî girtîgehên ‘tîpa bîrê’ da
16:22 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:19 DEM Partiyê li Periyê xebatên hilbijartinê domandin
16:00 Dayika Ethem Sarisuluk: Kujerê ewil Tayyîp e
15:47 Li Stenbolê bi bombeya dest êrişî otelekê hate kirin
15:26 Qeyûmê Bajarê Nû di 4’ê nîsanê de hemû qeydên kamerayan jê birine
15:10 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
14:43 Mutalaya doza Hrant Dînk: Ji 10 bersûcan re cezayên giran hat xwestin
13:52 Cezayê hefsê dan rojnameger Gayip
13:36 DEDAŞ’ê trafoya cotkaran rakir: 5 kes hatin binçavkirin