Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike

  • rojane
  • 10:56 1 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PYD'ê Salih Muslim êrişên Tirkiyeyê weke hewldana sabotekirina hilbijartinan pênase kir û got: "Dewleta tirk li dijî hilbijartinan gelekî bêtehemil e. Lê belê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê teqez van hilbijartinan li dar bixe.’’
 
Piştî ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li wê li herêmê hilbijartinên xwecihî pêk werin, gef û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê zêdetir bûn û bênavber didomin. Di encama êrişên li ser herêmê ya 31’ê gulanê de 4 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest dan û 11 sivîl jî birîndar bûn ku di nava wan de jin û zarok jî hene.
 
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên beriya hilbijartina xwecihî ku li ser herêmê berdewam dikin, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.
 
‘HILBIJARTIN WÊ BI AWAYEKÎ ZELAL WERIN KIRIN’
 
Salih Muslim têkildarî hilbijartinên xwecihî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: "Hilbijartin wê bi armanca zêdetirkirina xebatên ji gelê herêmê re werin kirin. Heya niha hin kêmasî hebûn. Wê bibe hilbijartineke demokratîk a ku gelên li herêmê beşdarî bibin. Tu eleqeya hilbijartinên ku wê werin kirin, bi tu kesî re tune ye û ne rast e bi awayekî din werin nirxandin. Li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cara ewil hilbijartineke bi vî rengî wê were kirin. Ji ber vê yekê jî hin acizî çêdibin. Hilbijartin wê bi awayekî demokratîk û zelal werin kirin. Her wiha pîvanên Peymana Civakî ya hatî derxistin, tên sepandin. Ji ber vê yekê mafê tu kesî tune ye ku têkildarî hilbijartinan tiştekî bibêje. Gelê me wê bi dilxweşî biçe ser sindoqan."
 
‘WÊ LI GORÎ ŞERTÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ HILBIJARTIN WERIN LIDARXISTIN’
 
Salih Muslim bal kişand ser daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYA’yê û axaftina xwe wiha domand: "Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî biryara NY’yê ya 2254’an derfeteke bi vî rengî ava nebûye. Bi biryara 2254’an a NY’yê dixwazin balê bikişînin ser çareseriya siyasî. Wan çima daxuyaniyeke bi vî rengî da? Ji ber ku mijara hilbijartinên berbehs di rojeva dewleta tirk de ye û ji ber ku ew bûyerê bi rengekî din dinirxînin, daxuyaniyeke bi vî rengî hate dayîn. Dewleta tirk bi rojan e dibêje ku DYE li pişt hilbijartinan e. Dibe ku piştî bertekên dewleta Tirk daxuyaniyeke bi vî rengî hatibe dayîn. Gotineke dîplomatîk e û armanc jî sornekirina Tirkiyeyê ye. Wê li gorî şertên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartin werin lidarxistin. Wê bêyî piştevanî û şêwirmendiya hin kesan werin lidarxistin." 
 
‘ASTA BÊTEHEMILIYA DEWLETA TIRK ZÊDE BÛ’
 
Salih Muslim bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên piştî daxuyaniya Amerîkayê û wiha got: "Dewleta tirk ji destpêkê ve li dijî van hilbijartinan e. Dewleta tirk li dijî îradeya gel û demokrasiyê ye. Dema ku li herêmê pêngaveke têkildarî demokrasiyê tê avêtin, dewleta Tirk li dijî wê pêngavê derdikeve. Bi min tu eleqeya êrişên dewleta tirk bi daxuyaniya Amerîkayê re tune ye. Ev êriş bi salan e hene. Bi taybetî jî piştî Peymana Civakî asta bêtehemiliyê dewleta tirk zêde bû." 
 
‘GELÊ ME WÊ BI ÎRADEYA XWE NÛNERÊN XWE HILBIJÊRE’
 
Salih Muslim êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê wek sabotekirina hilbijartinan, çavtirsandina gel û astengkirina çûna ser sindoqan nirxand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewleta tirk ji bo ku hilbijartin neyên kirin wê her tiştî bike. Li dijî hilbijartinan li gel dewleta tirk bêtehemiliyeke mezin heye. Lê belê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê teqez van hilbijartinan li dar bixe. Wê gelê me jî biçe ser sindoqan û wê bi îradeya xwe nûnerên xwe hilbijêre."

Sernavên din

03/06/2024
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de
10:12 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 188'emîn de didome
10:11 MED-DER li ser medya dijîtal hîndekariya kurdî berfireh dike
09:30 Li Rihayê 3 zilaman derstdirêjî li zarokekê kirin
09:29 DEM Partî dixwaze li Hîlwanê bi fereqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Tirkiye êrişî Til Hemîsê kir: 4 kes jiyana xwe ji dest dan 11 kes birîndar bûn
09:23 Qeyûm ji bo Baskên Jinan a AKP'ê 6 hezar çîkolata û kolonya kiriye
09:19 Malbatên girtiyan 4 hefte ye di çalakiyê de ne: Heya encam bê girtin wê bidome
09:11 Ji dar û berên Çiyayê Cûdî berhemên hunerî çêdike
09:04 Ji ARSÎSA'yê biryara avakirina şaxeke din
09:03 AYM’ê derbarê Levent ê hatibû qetilkirin de biryara binpêkirinê da
09:02 Îlhan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîne
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2024'AN
31/05/2024
19:11 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin ez herim malê
18:01 Ji bo zaroka ku di çem de wer bû lêgerîn hat destpêkirin
16:47 Fîncanci bertek nîşanî girtîgehên ‘tîpa bîrê’ da
16:22 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:19 DEM Partiyê li Periyê xebatên hilbijartinê domandin
16:00 Dayika Ethem Sarisuluk: Kujerê ewil Tayyîp e
15:47 Li Stenbolê bi bombeya dest êrişî otelekê hate kirin
15:26 Qeyûmê Bajarê Nû di 4’ê nîsanê de hemû qeydên kamerayan jê birine
15:10 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
14:43 Mutalaya doza Hrant Dînk: Ji 10 bersûcan re cezayên giran hat xwestin
13:52 Cezayê hefsê dan rojnameger Gayip
13:36 DEDAŞ’ê trafoya cotkaran rakir: 5 kes hatin binçavkirin