Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!

  • rojane
  • 10:36 30 Gulan 2024
  • |
img
 
MÊRDÎN - Parêzer Alî Çîçek, anî ziman ku têkildarî mirina Mûrat Çîçek ê 25 rojan piştî hewldana întîharê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê jiyana xwe ji dest da, kirariyek jî nehatiye kirin û got: “Bi temamî li benda mirina muwekîl sekinîne.”
 
Nexweşê bi navê Mûrat Çîçek ku li servîsa Psîkîyatrî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê ya Mêrdînê dihate tedawîkirin, piştî ku di 1’ê gulanê de hesinên li ber paceya odeya xwe ya li qata 3’yêmîn şikandibûn û xwe avêtibû xwarê û bi giranî birîndar bûbû. Çîçek ê sewqî Enqereyê hate kirin, di 28’ê gulanê de li nexweşxaneya lê dihate tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Mêrdînê di rapora ku amadekiribû de bal kişandibû ku di mirina Çîçek de “xemsarî” hene. 
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Kamûran Tanhan û Berîtan Guneş Altin mijar birin Meclisê. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê hate destpêkirin de derket holê ku di pêvajoya 25 rojan de yek kirarî nehatiye kirin. Her wiha derket holê ku tespîtên têkildarî kêmasiyên rêveberiyên nexweşxaneyê û tespîtkirina berpirsyaran nehatine kirin. Dozger piştî mirina Çîçek îfadeya malbata wî wergirt. 
 
‘POLÎSAN BI HINCETA DÊ KAR DIRÊJ BE QEYDA ÎNTÎHARÊ NEGIRTIN’                              
 
Parêzerê malbata Çîçek, Alî Çîçek ê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî, qewimîne bûyerê vegot û bi bîr xist ku Çîçek ê jiyana xwe ji dest da beriya niha jî tedawî dîtî ye. Prz. Çîçek, diyar kir ku di 28’ê nîsanê de qeyda kameraya odeya Çîçek lê dihate ragirtin temaşe kirine û wiha domand: “Roja bûyerê cilên xwe li xwe dike, pişt re çanteyê xwe amade dike û hesinên baceyê yên bafone dişikîne û xwe diavêje.” Parêzer Çîçek da zanîn ku di bûyerê de gelek xemsarî hene û anî ziman ku beriya ku nexweşî bînin nexweşxaneyê hewl daye întîhar bike lê polîsê nexweşxaneyê bûyer weke hewldana întîharê qeyd nekiriye. 
 
 
Prz. Çîçek, diyar kir ku polîsê nexweşxaneyê bi gotina ‘dê kar dirêj bibe’ qeyd nekiriye û bi lêv kir ku îhmala ewil ji vir dest pê kiriye. Parêzer Çîçek, bi lêv kir ku servîsa psîkîyatriyê ya li qata 3’yemîn jî îhmaleke din e û ev tişt got: “Hûn li tu dera Tirkiyeyê nikarin bibînin ku servîsa psîkiyatriyê li qata 3’yemîn e. Ji ber ku ev nexweş dikarin hewl bidin birevin an jî zirarê bidin kesekî din. Gelo çima servîsa psîkiyatrî li qada 3’yemîn e.”
 
‘PIŞTÎ MIRINÊ JI BO ÎFADEYÊ GAZÎ ME KIRIN’ 
 
Prz. Çîçek, da zanîn ku şûna pace bi hesin were girtin bi bafoneyî hatiye girtin û ew jî hatiye vîdekirin û diyar kir ku ji bo ode kêlî bi kêlî were temaşekirin kamera hene. Prz. Çîçek bi lêv kir ku tevî her tişt di qeyda kamerayan de tê dîtin jî mudaxile nehatiye kirin û got: “Kesên îhmala wan hene; rêveberiya nexweşxaneyê, serbijîjk, midûrê nexweşxaneyê û mutehid in. Ev berpirsyarên sereke ne. Û operatorê kamerayê.” Prz. Çîçek, da zanîn ku tevî berpirsyar diyar in jî dozgeriyê ji roja ewil ve tu kirarî nekirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îfadeya bavê Mûrat Çîçek ê jiyana xwe ji dest da 28’ê gulanê hate wergirtin. Me ji wir zanî ku heta wê rojê tiştek nehatiye kirin. Bi temamî li benda mirina muwekîlê min sekinîne. Li ser agahiyên ku me ji edliyeyê jî wergirtine hêj lêpirsînek nehatiye destpêkirin. Piştî ku mirin pêk hat em gazî îfadeyê kirin. Heke muwekîlê min nemiribûya belkû ji bo îfadeyê gazî me jî nedikirin. Da vê bûyerê bi vî awayî veşêrin.”
 
BANGA LI WEZARETA TENDURISTIYÊ Û EDALETÊ KIR
 
Parêzer Çîçek, diyar kir ku tevî di heman servîsê de beriya niha jî bûyereke heman qewimî ye, bergirî nehatine wergirtin û vekolîn nehatiye kirin û bal kişand ku divê derbarê kesên têkildar de kirarî bên destpêkirin û cezayên pêwîst bên kirin. Prz. Çîçek bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir ku vekolînên hewce bên destpêkirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

31/05/2024
13:36 DEDAŞ’ê trafoya cotkaran rakir: 5 kes hatin binçavkirin
12:42 Girtiya tecrîda li Îmraliyê protesto dikir bi darê zorê anîn odeya SEGBÎS’ê
12:15 57 karker ji xwarinê jehrî bûn
12:13 Danişîna doza ‘heqareta li serokkomar’ a Demîrtaş hate taloqkirin
11:56 Keştiya ku penaberan vediguhêst qeza kir: 2 kes mir in, 4 kes winda ne
11:48 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yek ji dayikên Plaza de Mayoyê Nora Morales de Cortiñas jiyana xwe ji dest da
11:39 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:37 ‘Ji bo azadiya girtiyên dozên Kobanê û Geziyê divê em bi hev re têbikoşin’
10:52 ‘Mufredata nû ya perwerdeyê îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê’
10:50 Têkoşîna xizmên xwe yên di 'cinayetên kiryarên nediyar de' hatin qetilkirin didomîne
10:10 Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
10:09 Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye
09:48 Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes
09:42 Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin
09:36 Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
09:31 Rakirina genim dest pê pir, Cotkar dixwazin bihayê erzantirîn were diyarkirin
09:22 ‘Em ji bo azadiya Ocalan rabin’
09:12 Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne
09:01 Qeyûma Cizîrê ji bo ‘pakbûnê’ 4 milyon lîre daye Dosso Dossî
09:01 Înce: Tecrîd û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN
07:52 Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir
30/05/2024
20:14 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 117'an de ye
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin
16:41 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin