DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve

  • rojane
  • 09:00 30 Gulan 2024
  • |
img

RIHA -  DEM Partî li Hîlwanê ji bo hilbijartina xwecihî ya dê roja yekşemê bê dûbarekirin, zend û bendên xwe bada ye. Wê roja hilbijartinê 843 kes ji bo DEM Partiyê li dibistanan û qadê bixebitin. 

Li navçeya Hîlwanê ya Rihayê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de DEM Partî bi ser ket. Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partî 6 hezar û 960 ray girtin û AKP jî bi 6 hezar û 439 rayan bû partiya duyemîn. Êvara 31’ê Adarê sindoqên hejmara wan 1119 û 1120 ên li Navenda Ciwanan bûn, ji aliyê biraziyê namzetê AKP’ê Mustafa Bayik û grûbek 50 kesî ve hatin şewitandin. Piştî hilbijartinê bi çend rojan dîmenên şewitandina rayan jî derketin holê. Endam û rêveberên AKP’ê ku ray şewitandin, îtîrazî encamên hilbijartinê kirin û xwestin hilbijartin bê nûkirin. Desteya Hilbijartinê ya Hîlwanê, xwesteka AKP’ê anî cih û biryar da ku hilbijartin bê nûkirin. 
 
Parêzer Serdar Tum
 
XEBATÊN EWLEHIYA SINDOQAN 
 
Ji ber biryara nûkirina hilbijartinê, dê xelkê Hîlwanê roja 2’yê hezîranê dîsa biçe ser sindoqê. Ji bo ku kirinên şeva hilbijartina 31’ê Adarê neqewimin, dê DEM Partî ewlehiya sindoqan bike û li ser ewlehiya sindoqan xebatan dike. DEM Partiyê ji bo 124 sindoqên hilbijartinê 124 wezîfedarên sindoqan amade kir. Her wiha ji bo ewlehiya hilbijartinê dê 400 muşahît û 124 kesên erka wan îtîrazê heye wezîfedar kir. Roja hilbijartinê 2’ê hezîranê herî kêm dê 15 parlamenterên DEM’ê jî li navçeyê bin. Li gel vê yekê jî dê 180 parêzer ew roj ji bo ewlehiya sindoqan bi DEM Partiyê re bixebitin. Ji bo kesên hatine wezîfedarkirin perwerdehiya têkildarî ewlehiya sindoqan jî didome. 
 
'DIVÊ RÊZ JI ÎRADEYA GEL RE BÊ GIRTIN’ 
 
Endamê Komîsyona Ewlehiya Hilbijartinê ya DEM Partiyê parêzer Serdar Tum behsa xebatên ewlehiya sindoqan kir û tiştên şeva 31’ê Adarê qewimîn bi bîr xist û got: “Wê şeve rê li ber talûkeyek mezin vebû. Namzetê AKP’ê fam kir ku wê têk biçe, êrişî sindoqan kirin û ewlehiya sindoqan xistin talûkeyê. Wisa kirin ku rê li ber nûkirina hilbijartinê vebe. Biryara hat dayîn jî ne hiqûqî ye.” 
 
Tum destnîşan kir ku wê roja 2’ê hezîranê herî kêm 843 wezîfedar li qadê ango li dibistanan bixebitin û wiha domand: “Tenê ne em, divê gelê Hîlwanê hemû ji bo parastina sindoqan wezîfedar be. Qanûn dibêje her kesê ku raya xwe avêt dikare encaman bişopîne û beşdarî jimartinê bibe. Her kes dikare sindoqa xwe biparêze û xwedî li vîna xwe derkeve.” 
 
‘WERIN RAYÊN XWE BIDIN’ 
 
Tum banga tevlibûna hilbijartinê li gelê Hîlwanê kir û wiha got: “Pêwîste gel kî bijêre divê rêz jê re bê girtin. Lewma her kesê ku mafên mirovan diparêze di 2’yê hezîranê de wek çavdêr li Hîlwanê amade be. Ji bo xwedîderketina li îradeya gel di serî de em li benda baroyan û komele û her kesî ne bên Hîlwanê.”
 
Tum xwest hilbijêr ên li derveyî navçeyê ne jî bên Hîlwanê rayên xwe bidin û wiha got: “Em gazî her kesên ne li Hîlwanê ne dikin; werin rayên xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin. Em bi hêvîdar in ku tişta roja 31’ê Adarê qewimî vê carê neqewime.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

31/05/2024
13:36 DEDAŞ’ê trafoya cotkaran rakir: 5 kes hatin binçavkirin
12:42 Girtiya tecrîda li Îmraliyê protesto dikir bi darê zorê anîn odeya SEGBÎS’ê
12:15 57 karker ji xwarinê jehrî bûn
12:13 Danişîna doza ‘heqareta li serokkomar’ a Demîrtaş hate taloqkirin
11:56 Keştiya ku penaberan vediguhêst qeza kir: 2 kes mir in, 4 kes winda ne
11:48 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yek ji dayikên Plaza de Mayoyê Nora Morales de Cortiñas jiyana xwe ji dest da
11:39 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:37 ‘Ji bo azadiya girtiyên dozên Kobanê û Geziyê divê em bi hev re têbikoşin’
10:52 ‘Mufredata nû ya perwerdeyê îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê’
10:50 Têkoşîna xizmên xwe yên di 'cinayetên kiryarên nediyar de' hatin qetilkirin didomîne
10:10 Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
10:09 Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye
09:48 Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes
09:42 Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin
09:36 Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
09:31 Rakirina genim dest pê pir, Cotkar dixwazin bihayê erzantirîn were diyarkirin
09:22 ‘Em ji bo azadiya Ocalan rabin’
09:12 Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne
09:01 Qeyûma Cizîrê ji bo ‘pakbûnê’ 4 milyon lîre daye Dosso Dossî
09:01 Înce: Tecrîd û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN
07:52 Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir
30/05/2024
20:14 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 117'an de ye
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin
16:41 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin