Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide

  • rojane
  • 10:24 29 Gulan 2024
  • |
ENQERE - Ji imzekarên nameya bi daxwaziya şandina heyeta bo Îmraliyê dan CPT’iyê parêzer Melanie Gingell got: “Pêwîste CPT hinek din jî wêrek tevbigere û der barê rewşa heyî de agahî bide me.” 
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, bi awayekî bêhiqûqî dewam dike. Dewletê polîtîkaya tecrîdê şidand û li dijî vê israra dewletê, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hate destpêkirin. Çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên Ewropayê bi beşdariya komên cuda bi taybetî akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û parêzeran dewam dike. 
 
Yek ji xebatên girîng jî nameya ku ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) a bi pêşengiya Înîsiyatîfa Aştiya Kurdistanê re hat şandin û berpirsyariyên CPT bi bîr xist. Parêzera li Buroya Dîplomasî ya Meclisa Gelê Kurd a Brîtanyayê Melanie Gingell ku yek ji îmzeyên nameyê ye, behsa nameya hevpar a ji CPT’ê re şandine û tecrîda li ser Abdullah Ocalan kir.
 
‘BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ ÎLHAMÊ DIDE’ 
 
Gingell anî ziman ku li tu deverê rewşek mîna ya Abdullah Ocalan nîne û got: “Li tu derê Ewropayê sîstemeke bi vî rengî nîne.” Gingell bi bîr xist ku tecrîd ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke îşkenceyê tê pênasekirin û wiha got: “Ji ber vê yekê ev rewşeke gelekî giran e. Em dizanin ku komîteya CPT di meha sibata îsal de çû Îmraliyê. Li gorî wan ragihandiye ev mijar anîne rojevê. Lê mixabin di vî warî de nekarîn agahiyên zelal bidin me. Ev rewş ne tenê ji bo Abdullah Ocalan bi xwe îşkence ye, ji bo gelê kurd jî îşkence ye. Çimkî gelê kurd Ocalan wek rêber û lîderê çavkaniya îlhama xwe dibîne. Der barê rewşê de agahî nadin gelê kurd. Ji ber ku em nikarin ji hundirê Îmraliyê agahiyê bigirin jî ne mimkûn e ku hemû rastî bê zanîn jî, lê hîna cezayên disîplînê tên birîn, ev yek jî nîşan dide ku li girtîgehê têkoşînek berdewam e. Ev îlhamê dide me. Nekarîn ruh û berxwedana Ocalan têk bibin.” 
 
Prz. Melanie Gingell
 
 
‘DIVÊ CPT WÊREK BE’ 
 
Gingell da zanîn ku lêkolîna CPT’yê ya li ser şert û mercên girtîgehan ancax bi lihevkirina bi welatan re dikare pêk were û wiha got: “Tişta mixabiniyê ew e ku CPT nikare agahiyê bide kesekî wekî Abdullah Ocalan ku di rewşeke awarte de tê ragirtin û dijî. Prensîbeke hiqûqî ya giştî heye ku pêşniyar dike ku qanûn ji bo pêk were divê xuya bibe, ev jî nakokiya qanûnên giştî yên CPT derdixe holê. Neweşandina rapora wan nîşan dide ku tiştekî ku Tirkiye vedişêre heye. Heke ne wisa bûya dê rapor zelal û eşkere bin. Eşkere ye ku li girtîgehên Tirkiyeyê muameleya bi girtiyên siyasî re pirsgirêkên cidî hene. Di vê çarçoveyê de divê CPT gavekê pêşdetir biçe û agahiyên bingehîn bide me, pêwîste CPT wêrek tevbigere. Helbet di van agahiyên bingehîn de rewşa tenduristiyê û her ku diçe xerabtir a girtîgehan jî heye. Lê di vir de jî kêmasiyek derdikeve holê, di rewşeke wiha de dibe ku Tirkiye bibêje, ‘Heke hûn raporeke neyînî bidin, em ê nehêlin hûn li girtîgehan kontrol bikin’. Ji ber vê yekê divê CPT hinekî wêrek be û der barê rewşa heyî ya Ocalan de me agahdar bike.”
 
BIRYARA DOZA KOBANÊ 
 
Gingell nerazîbûn nîşanî biryara Doza Kobanê jî da û got: “Cezakirina siyasetmedarên kurd ango cezayên bi vî awayî hemû standên navneteweyî yên adilbûnê û edaletî binpê dike. Bivê nevê lazim e hikûmeta Tirkiyeyê dest ji vê helwesta xwe berde. Bi vê helwestê ne mimkûn e ku çareseriya siyasî pêk were. Bi vî awayî siyaset jî bi rê ve naçe.” 
 
AŞTIYA BO KURDISTANÊ 
 
Gingell bal kişand ser girîngiya pêkanîna aştiya li Kurdistanê û got: “Divê her kes û ji her netewên cuda ji bo aştiya li Kurdistanê û azadiya Ocalan tiştek bike. Pêwîste aştî li Kurdistanê pêk were.” 
 
‘WÊREKIYA WE SILAV DIKIM’ 
 
Gingell destnîşan kir ku gelê kurd ku li Tirkiyeyê li dijî tecrîdê têdikoşe pir wêrek e û got: “Ez wêrekî û berxwedana gelê kurd pîroz û silav dikim.” 
 
MA / Hîvda Çelebî
 

Sernavên din

31/05/2024
13:36 DEDAŞ’ê trafoya cotkaran rakir: 5 kes hatin binçavkirin
12:42 Girtiya tecrîda li Îmraliyê protesto dikir bi darê zorê anîn odeya SEGBÎS’ê
12:15 57 karker ji xwarinê jehrî bûn
12:13 Danişîna doza ‘heqareta li serokkomar’ a Demîrtaş hate taloqkirin
11:56 Keştiya ku penaberan vediguhêst qeza kir: 2 kes mir in, 4 kes winda ne
11:48 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yek ji dayikên Plaza de Mayoyê Nora Morales de Cortiñas jiyana xwe ji dest da
11:39 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:37 ‘Ji bo azadiya girtiyên dozên Kobanê û Geziyê divê em bi hev re têbikoşin’
10:52 ‘Mufredata nû ya perwerdeyê îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê’
10:50 Têkoşîna xizmên xwe yên di 'cinayetên kiryarên nediyar de' hatin qetilkirin didomîne
10:10 Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
10:09 Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye
09:48 Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes
09:42 Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin
09:36 Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
09:31 Rakirina genim dest pê pir, Cotkar dixwazin bihayê erzantirîn were diyarkirin
09:22 ‘Em ji bo azadiya Ocalan rabin’
09:12 Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne
09:01 Qeyûma Cizîrê ji bo ‘pakbûnê’ 4 milyon lîre daye Dosso Dossî
09:01 Înce: Tecrîd û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN
07:52 Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir
30/05/2024
20:14 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 117'an de ye
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin
16:41 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin