Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye

  • rojane
  • 09:30 23 Gulan 2024
  • |
img
STENBOL - Koordînatorê Şopandinê yê ECPMF’ê Gurkan Ozturan diyar kir ku Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de serdema herî nebaş dijî û wiha got: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku astengiyên li pêşiya azadiya çapemeniyê rake.” 
 
Ji sala 2002’yan roja AKP’ê bûyî îktîdar heta niha herî kêm 894 rojnameger hatin girtin. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an jî zextên li ser rojnamegerên kurd û muxalîf zêde bûn. Di 2016’an de 145 rojnameger hatin girtin, di sala 2017’an de ev hejmar derket 206’an. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya 2023’yan, 42 rojnameger girtî ne û gelek jî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên darizandin. Koordînatorê Şopandina Navenda Azadiya Çapemenî û Medyayê (ECPMF) Gurkan Ozturan têkildarî zextên li ser rojnamegeran axivî. 
 
'PÊDIVÎ BI SERERASTKIRINEKE HIQÛQÎ HEYE’ 
 
Ozturan, diyar kir ku Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de serdema xwe ya herî nebaş dijî û wiha got: “Gelemperiya medyaya li ser yek nêrînê ye. Ev jî bandoreke neyînî li ser piranîparêziya di qada medyayê de û xwendin-nivîsandina civakê dike. Li cîhanê welatê herî zêde rojnameger lê tên girtin Tirkiye ye. Dema em li îfadeyên nediyar, nehevgirtina sepanan û hwd. dinêrin, dibînin ku sererastkirina qanûnî bipirsgirêk e. Dadgehên herêmî, biryarên AYM’ê nas nakin. Tevî xalên qanûnên ên hatine betalkirin jî bi heman madeyê lêpirsîn tê vekirin. Pêdivî bi sererastkirineke hiqûqî ya lezgîn heye.” 
 
'MEDYAYA KURD HEDEF TÊ GIRTIN’
 
 Koordînatorê Şopandinê yê ECPMF’ê Gurkan Ozturan
 
Di berdewamê de Ozturan anî ziman ku çapemeniya kurd her tim hedef tê girtin û wiha pê de çû: “Piştî pêvajoya kin a aştiyê (2013-2015) çapemeniya kurd dîsa bû hedef. Sepanên heyî yên li Tirkiyeyê li pêşiya mafên agahîgirtinê û azadiya çapemenî û xweîfadekirinê astengiyên mezin e. Rojnameger weke aktoreke derî qanûn-siyasî tên dîtin û tên tawanbarkirin. Zext, derbê li pêvajoyên demokratîkbûnê dixin. Azadiya çapemeniyê eleqeyeke xwe ya nêz bi aramiya civakê, pêşketina aborî û hwd. heye. Divê her welatî bi vê mijarê re eleqedar be.”
 
Ozturan, bal kişand ser daneyên Nexşeya Azadiya Medyayê û ev nirxandin kir: “Di sala 2022’yan de 118 xebatkarên kurd rastî binpêkirinan hatin. Gelemperiya wan jî êrişên hiqûqî ne. Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat mînakên vê yên herî nêz in. Em di her danezana xwe de dibêjin ku rojnamegerek divê ji ber xebatên rojnamegeriyê neyê girtin. Me weke 27 saziyên azadiya çapemeniyê di vê mijarê de bang li Tirkiyeyê kiribû. Berpirsyartiyeke mezin a xebatkarên medyayê jî heye. Divê her tiştê bi serê rojnameger û xebatkarên medyayê tên ji saziyên têkildar re ragihînin. Rêxistinên pîşeyî jî dê van daneyan kom bikin û pêşengtiya nîqaşa civakî bikin. Em amade ne ku raporên xwe pêşkeşî aliyên siyasî yên dixwazin qanûnan derxînin bikin. Em careke din bang li Tirkiyeyê dikin ku astengiyên li pêşiya azadiya medyayê û xweîfadekirinê rake.” 
 
MA / Ferdî Bayram
 

Sernavên din

23/05/2024
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin
14:44 Doza rojnameger Ertaş hate taloqkirin
14:23 Kedkarên tenduristiyê: Yên îsrafê dikin em nînin
13:49 Artêşa tirk di du rojan de 35 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
13:28 Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat
10:05 Parlamenterên DEM Partiyê meşiyan ber Wezareta Dadê: Tecrîdê rakin
10:00 Serlêdana ji bo berdana Veysî Aktaş hat redkirin
09:36 Kekê Hantaşê ku polîsan qetil kiribû: Divê canê kurdan ewqas bêqîmet nebe
09:33 Malbatên girtiyên çalakiya ‘azadiyê’ didomînin: Em li pey daxwazên wan in
09:20 Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne
09:18 Lêkolînera Zimanan Eraûskîn: Divê ji xeynî fermîbûnê tu rêyên din neyên qebûlkirin
09:17 OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclisê û wezaretê bide
09:16 Bijîşk Yavîç: Em ji rewşa girtiyan bi fikar in
09:01 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan di roja 178'an de didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 211 roj in agahî nayên girtin
09:00 Kanên xizê Çemê Dîcleyê talan û wêran dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN
08:44 Erdogan erka ‘ragihandina şer û seferberiyê’ jî xist bin kontrola xwe
21/05/2024
23:19 Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
20:17 Li Mêrdînê li dijî biryara Kobanê bertek
20:10 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 108’an didome
18:30 Ji bo 3 rojnamegerî biryara tahliyeyê
17:05 Hempîşeyên wê xwestin parêzer Çîftçî were berdan
16:50 Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin
16:26 Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaz hatin redkirin
15:51 Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan
15:50 Li Curnê Reş banga beşdariya şahiya sibê hat kirin
15:05 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê kir
14:59 Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye
14:41 Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt
14:12 Nûnerên saziyan û xelkê serdana her sê siyasetmedaran kir
14:11 Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn