‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’

  • rojane
  • 09:45 20 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Îbrahîm diyar kir ku DAIŞ pirsgirêkeke navneteweyî ye û welatên ku wergirtina hemwelatiyên xwe qebûl dikin tenê zarokan dixwazin. 
 
Endamê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm got ku divê penaberên li Kampa Holê li welatên wan bên vegerandin û divê berpirsyartiya wê bi temamî li ser milê Rêveberiya Xweser neyê hiştin. Îbrahîm, têkildarî mijarê bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û got ku Rêeberiya Xweser di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de berpirsyartiya xwe bi cih tîne û divê hêzên navneteweyî jî berpirsyartiyên xwe bi cih bîne. 
 
‘FIKIR Û MEJIYÊ DAIŞ’Ê DIDOME’ 
 
Bi domdarî Îbrahîm ev tişt anî ziman: “Ji bo dawî li gefa terora DAIŞ'ê ya li ser tevahiya cîhanê bê anîn, mirovên vê herêmê têkoşîneke mezin meşandin. Herî dawî sala 2019'an ji aliyê cografîk ve DAIŞ li herêmê hate têkbirin. Lê belê hem rêxistinî hem jî ji aliyê fikir û mejî ve hebûna DAIŞ'ê dewam dike.” Îbrahîm ragihand ku ji ber vê yekê ji sala 2019'an û vir ve li hemberî bermahî û şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê, li hemberî hewldanên belavkirina mejiyê DAIŞ'ê li nava civakê têdikoşe.
 
‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BERPIRSYARIYA XWE BI CIH BÎNE’ 
 
Di berdewamê de Îbrahîm bal kişand ser hebûna bi hezaran malbatên DAIŞ'î yên li kampên Hol û Rojê, her wiha bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê yên li girtîgehan û wiha pê de çû: “Em dizanin ku ev çeteyên li girtîgehan e çeteyên herî radîkal û metirsîdar ên DAIŞ'ê ne. Her wiha kampa Holê jî mîna bombeyekê di destê me de ye. Yên li vê kampê ne rêxistinî û karên xwe yên rojane dewam dikin. Niha Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe hewl dide hem li ser kampê hem jî bi temamî serwer be, di mijara misogerkirina ewlekariyê de hem ji bo kampê hem jî ji bo pêwîstiyên giştî zor û zehmetiyan dikişîne. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser dibêje ev berpirsyarî ne tenê ya Rêveberiya Xweser e, civaka navneteweyî jî xwedî berpirsyarî ye û divê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Her wiha di asta yekemîn de berpirsyarî dikeve ser milê civaka navneteweyî. Rêveberiya Xweser a dikeve ser milê xwe bi cih anî û hîn jî dike. Ji ber vê yekê weke Rêveberiya Xweser em timî dubare dikin. Divê pirsgirêka DAIŞ'ê weke pirsgirêkeke terorê ya navneteweyî bê nirxandin."
 
‘HEJMARA ZAROKAN A LI KAMPAN PIR ZÊDE YE’
 
Xalid Îbrahîm anî ziman ku hin welat dixwazin welatiyên xwe bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo vê jî Rêveberiya Xweser a ku ji dest tê dike, alîkariyê dide. Lê belê hinek zor û zehmetiyên vê yekê jî ji bo me hene. Aliyên vê yên ewlekariyê hene, aliyê wê yê nasnameyê heye. Weke ku tê zanîn li kampên Hol û Rojê mirovên ji 50 welatan hene. Mijara tespîtkirina nasnameya wan heye, hejmara zarokan gelekî zêde ye, gelek nasnameyên van zarokan hene. 
 
DIVÊ KOALÎSYON JI BO VÊ PIRSGIRÊKÊ KOM BIBE
 
Pirsgirêka me ya tespîtkirina bi belgeyan heye û pirsgirêka ewlekariyê heye. Ev hemû ji bo me pirsgirêk e. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina çareseriyeke giştî di nava hewldanan de ye. Birina wan a li malê tenê têrê nake. Çawa ku ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê koalîsyoneke navneteweyî hate avakirin, divê bi heman rengî ji bo vê pirsgirêkê jî koalîsyoneke navneteweyî kom bibe. Tenê bi vî rengî pirsgirêka bermahiyên DAIŞ'ê dikare bê çareserkirin. Ne tenê ev, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Mirovên li vê derê mafê mirovên ji dest dane, berdêlên ku dane dixwazin. Bi hezaran mirov bi destê DAIŞ'ê hatin qetilkirin, zêdeyî 12 hezar şehîd li vê xakê hatin dayin. 25 hezar gazî hene. Bi hezaran zarok bêxwedî, bê dê û bê bav man. Ev hemû li pêşiya Rêveberiya Xweser pirsgirêk in ku divê bêne çareserkirin. Lewma vegera van mirovan li welatê xwe wê hemû pirsgirêkan çareser neke. 
 
EM DIXWAZIN DADGEHEK BÊ AVAKIRIN
 
Rêveberiya Xweser beriya her tiştî dixwaze dadgehek bê avakirin û ev mirov li wê dadgehê bêne darizandin. Ji xwe nedarizandina wan nabe. Eger ev mirov wê neyên darizandin, eger li gel ewqas sûcên ku hatine kirin DAIŞ wê neyê darizandin, hingî mirov nikare qala bidawîkirina DAIŞ'ê bikin. Ji ber vê jî divê ev mirov li dadgeheke adîl a di asta navneteweyî de bêne darizandin. Heta ku li mafên mirovên ku di êrîşên DAIŞ'ê de zerar dîtine, berdêl dane û windahî dane neyê pirsîn, ev pirsgirêk wê hîn mezin bibe û krîz her roj hîn bêhtir giran bibe.”
 
‘GEL DIXWAZE DAIŞ’Î BÊN DARIZANDIN’
 
Îbrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Di şerê dijî DAIŞ'ê de hin malbatan zarokên xwe ji dest dan, di navbera hin malbatan de dijminatiyê rû da. Ji ber vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê sûriyeyê, bi taybetî jî malbatên di vî şerî de zarokên xwe ji dest dan, têkildarî malbatên ku radestî welatên biyanî têne kirin û malbatên vedigerin nerazîbûnê hêdî hêdî nîşan didin. Ji ber ku gelek malbat dibêjin, 'Em qebûl nakin ku xwîna zarokên me bi vî rengî li erdê bimîne'. Dixwazin ku yên têne radestkirin an jî vegerandin bêne dadgehkirin. Ji ber vê jî Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya vê pirsgirêkê ya bi civaka navneteweyî re di nava lêgerînê de ye."
 

Sernavên din

20/05/2024
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket