AMED - Endama Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê Ûmût Şener destnîşan kir ku texrîbata ekolojîk ne tenê pirsgirêka mirovên li herêmê dijîn e û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.
Yekitiya Ekolojiyê di 11’ê gulanê de bi rojeva texrîbata ekolojiyê konferansek li dar xist. Yekitiya Ekolojiyê ya ku 86 rêxistinên ekolojiyê di bin sîwana wê de ne, ser texrîbatên desthilatê yên ekolojîk û xeta têkoşîna dema nîqaş dan meşandin. Di konferansê de ser talana ekolojiyê ya li Tirkiyeyê di bin navê talana şîrketan, li Kurdistanê jî di bin navê “ewlehiyê” tên kirin hate sekinîn. Endama Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê Ûmût Şener têkildarî texrîbata ekolojiyê û şêwazên têkoşînê axivî.
BANDORA ŞERÊ TAYBET A SER EKOLOJIYÊ
Şener destnîşan kir ku komar bi ser feraseta îmha, înkar û asîmîlasyona kurdan hatiye avakirin û diyar kir ku ev feraseta “tunehesibandinê”, xwe di qada ekolojiyê de jî dide der. Şener anî ziman ku guherîna avhewayê bi xwe re hilweşîna ekolojiyê tîne û vê serdemê jî wek “serdema karesatan” pênase kir. Şener bi bîr xist ku li Kurdistanê di nava 20 salên dawî de texrîbatekî mezin hatiye kirin û da zanîn ku ev texrîbat bi xwe re dawîbûna cudahiyan zindiyan jî anîye.
Endama Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê Ûmût Şener
TUNEBÛNA CÛREYÊN DAR Û NEBATAN
Şener bi ser erdîgariya dewlemend a Kurdistanê sekînî û wiha got: “Li Kurdistanê cûreyên zindiyan pir in û divê ev yek bi tena serê xwe were destgirtin. Tunebûna cureyên ajal, dar û nebatan, ji ber van êrişên ekolojiyê çêdibin.
Şener bi bîr xist ku Bendavên Ceyranê (HES) û kanên madenan zirarê didin xwezayê û ev tişt gotin: “Dewlet van sepanan an bi navê ‘terorê’ anî jî bi navê ‘ewlehiyê’ dide meşandin.”
Di dirêjiya axaftina xwe de Şener da zanîn ku texrîbata ekolojiyê ji pirsgirêkên civakê re wek çareseriyên “asta rehetiyê bilind dibe, xizanî kêm dibe” tên pêşkeşkirin û axaftina xwe wiha domand: “Li aliyê din em dizanin ku tu bendav ji bo pêşketinê nayên çêkirin. Heke wisa bana diviya ev yek ji bo tevahiya Tirkiyeyê û bi reforma axê û çandiyê pêk bihata. Lê belê me di avakirina komarê heya îro tiştekî wiha nedît.”
‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QADÊN EWLEHIYÊ ŞERT E’
Şener bilêv kir ku divê “herêmên taybet ên ewlehiyê” yên li Kurdistanê bi awayekî giştî wek pirsgirêk werin dîtin û got li qadên zad, cotkarî û sewalkarî tên kirin, çavkaniyên ku Tirkiyeyê têr dikin tune dibin. Şener îlankirina “Herêma taybet a ewlehiyê” wek tecrîdkirina gel nirxand û wiha pê de çû: “Divê li dijî ev derdorên tên avakirin, têkoşîn were meşandin. Heke herêmek piştî êrişekî wek “herêma ewlehiya teybet” were îlankirin, divê dû qatî wê ked were dayîn û hestiyarî were nîşandan.”
‘ÊM NEÇAR IN KU XETEKÎ TEKOŞÎNÊ PÊŞ BIXIN’
Şener di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku texrîbata ekolojîk a li Kurdistanê ne tenê pirsgirêka Kurdistanê ye û wiha derbirî: “Nêzîkatiya wekhev dîtinê ya êrişên li Akbelen û Cûdî pir hêja bû. Divê ev yekitî were mezinkirin û pêşxistin. Em dibêjin ku ev hemû pirsgirên ji heman sedemê pêk tên û bingeha xwe ji kapîtalîzmê digirin. Divê em vê yekê bizanibin û xeta têkoşînê bi ser vê yekê pêş bixin.
MA / Mujdat Can