Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin

  • rojane
  • 16:42 13 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ku di pêşengtiya malbatên girtiyan de tê lidarxistin bal hat kişandin ser tecrîdê û wiha hate gotin: “Heta ku Ocalan azad nebe em jî azad nînin. Em ê ji têkoşîna xwe teqez bi paş ve gavê neavêjin.”
 
 
Di pêşengtiya malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî her hefte li ber girtîgehan çalakiyên “Deng bidin azadiyê” tên lidarxistin. Di çarçoveya van çalakiyan de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. 
 
ÎZMÎR 
 
Di pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE- TUHAYDER) û malbatên girtiyan de di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Buca Kiriklarê çalakî hat lidaxistin. Di daxuyaniya gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq hiqûq edalet” , “Bila zindan hilweşin ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kûrûş diyar kir ku pêdiviya welat bi normalbûnekê heye û anî ziman ku ji bo vê yekê jî divê pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin. 
 
Kûrûş, bi lêv kir ku pirsgirêk bi aştiyeke mayînde dikarin bên çareserkirin û wiha got: “ Rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û tevlibûna wî ya li pêvajoya siyasî, wê bibe gaveke gelekî xurt ku asayîbûna vî welatî misoger bike. Em bang li her kesî dikin ku di mijara tecrîdê de hê bi hestiyar bin.”
 
Yek ji malbata girtiyan Sûltan Yagmekan a pişt re axivî jî bal kişand ser çalakiya li girtîgehan berdewam dike û wiha got: “Heta ku ew azad nebin em jî ne azad in. Em tecrîdê qebûl nakin û em ê tu car ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Li Edeneyê di pêşengtiya malbatên girtiyan de bi tevlibûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” li ber Kampusa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê daxuyanî hate dayîn. 
 
Beriya çalakiyê polîsan hemû rêyên ku diçin girtîgehê ji trafîkê re girtin û xwestin ji girseyê re bibin asteng. Li ser vê yekê girseyê ji girtîgehê re 100 mîtro mayî ji wesayîtên xwe peyabûn û çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Welatiyên ku pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin, pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” vekirin. Girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Deng bide azadiyê” , “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. 
 
 
Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Yaşar Demîr, bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan pirsgirêkên siyasal, civakî û aboriyê kûrtir dikin û got: “Em ê li her qadê bînin ziman ku tecrîda li ser birêz Ocalan sûcekî mezin ê mirovahiyê ye. Ji bo ku rêya muzakereyê were vekirin divê daxwazên girtiyên siyasî bên qebûlkirin. Em bang li muxalefet, saziyên sivîl ên civakî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû derdorên demokratîk dikin ku têkildarî tecrîd û daxwazên girtiyan bibin deng û tevkariyê li berxwedan û têkoşîna wan bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî. 
 
AMED
 
Malbatên girtiyan bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” çalakiya “Deng bide azadiyê” dabûn destpêkirin. Di hefteya duyemîn a çalakiyê de li pêşiya Kampusa Girtîgeha Amedê hatin gel hev. Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek xizmên girtiyan jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Deng bide azadiyê” hate hilgirtin. 
 
Malbatên girtiyan tevî baranê bi tilîlî û berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq, hiqûq, edalet” û “Li hundir û li derve tecrîdê parçe bike” tecrîd şermezar kirin.
 
 
Polîsên ku destûr nedan daxuyaniya malbatên girtiyan, girse dorpêç kirin. Girseyê polîs bi çepik û dirûşmeyan şermezar kirin. Malbatên girtiyan ên ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin bi gotinên “Hûn li vir me li hundir zarokên me tecrîd dikin” bertek nîşanî polîsan dan. 
 
ÊLIH 
 
Malbatên girtiyan, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê bi daxwaza “Deng bide azadiyê” daxuyaniyê bidin. TUHAY-DER, Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên navend û navçeyan ên Êlih û Sêrtê, rêxistinên navçeyan, endamên Meclisa Şaredariyê, Dayikên Aştiyê, rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hate vekirin. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. 
 
 
Polîsên ku ji girtîgehê re 300 mîtro mayî rê girtin, destûr nedan ku girse biçe pêşiya girtîgehê. Malbatên girtiyan û partiyiyan ji polîsên ku gotin Walîtiya Êlihê bi hinceta “ewlehiyê” çalakiya qedexe kirî re bi gotina “Pirsgirêka ewlehiyê ya 300 mîtroyan wêdetir nîne, çawa li ber girtîgehê dibe?” bertek nîşan dan. Girseyê bi lêdana fîtikê, tilîlî û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşanî biryara qedexeyê dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk bertek nîşanî qedexeyê da û da zanîn ku dê giliyê kesên bikaranîna wan a mafê demokratîk asteng dikin bikin. Tekîk, destnîşan kir ku dê li her qadê bibin dengê girtiyan û destnîşan kir ku dê her hefte çalakiyên xwe bi girseyî bidomînin. 
 
Girseya pişt re dest bi çalakiya rûniştinê kir her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin û stranên kurdî gotin. Çalakî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

Sernavên din

15/05/2024
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn