Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin

  • rojane
  • 14:32 11 Gulan 2024
  • |

STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo Halîl Alpsoy û Kasim Alpsoy ên di sala 1994’an de hatibûn binçavkirin edalet xwestin. Hevjîna Kasim Alpsoy, Leyla Alpsoy anî ziman ku gora hevjînê wê nîne û got: “Heta ku ez sax bim ez ê hesaba vê yekê bipirsim.”

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin cara 998’emîn li Qada Galatasarayê hatin bahev. Di çalakiya ku parazvanên mafên mirovan piştgirî daye de Dayikên/Mirovên Şemiyê yên wêneyên windakiriyan hilgirtin û qurnefîl di destê wan de bûn di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta pismamê hev Halîl Alpsoy û Kasim Alpsoy ê di sala 1994’an de li bajarên cuda ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û pişt re tu agahî ji wan nehate wergirtin pirsîn. 
 
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Sebla Arcan daxuyaniya vê hefteyê xwend. 
 
Arcanê beriya daxuyaniyê, Roja Dayikan bi bîr anî û diyar kir ku divê Dayikên Şemiyê tu carî neyên jibîrkirin. Arcan axaftina xwe wiha domand: “Dayikên ku jiyana xwe ji bo xwe bigihînin gorên zarokên xwe derbas kirin, wekî ku dê bên, cilên wan ûtî kirî dihêlin, wekî ku dê li ser nivînên xwe razên paqij dihêlin, divê ew dayik neyên jibîrkirin. Dayikên ku mîna 50 sal, 40 sal berê, 30 sal berê dengê zarokên xwe yên bi mifteyên xwe vekirina derî û gotina 'dayê, ez li vir im' bibihîzin, bi bîr bînin. Bila sibê bibe roja dawî ya bêhestiyariya li hember Dayikên Şemiyê.”
 
Arcanê dû re wiha bal kişand ser çîroka windayan: “Halîl Alpsoy ê 37 salî li navçeya Kanarya Stenbolê dema ku ji ziyareta xizmên xwe vedigeriyan li gel hevjîna xwe û pitika xwe ya 40 rojî bi wesayîta Torosa Spî li ber deriyê mala xwe şeva 12'yê gulana 1994'an de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî 18 rojan ji binçavkirina Halîl, cenazeyê wî li herêma daristanî ya Kirikkaleyê ya 530 km dûrî Stenbolê ye hat dîtin. Tiştekî ku wî bide naskirin tune bû. Hejmara telefona mala Halîl ku di dema binçavkirinê de bi awayekî nepenî li ser astarê çakêtê xwe nivîsîbû. Ji ber îşkenceyê cenazeyê wî nedihat nasîn û birayên wî ji birîna destê wî teşhiskirin.”
 
Arcanê diyar kir ku hefteyek piştî Halîl Alpsoy hat binçavkirin, di 18’ê gulana 1994’an de li Edeneyê bi ser mala pismamê wî Kasim Alpsoy de girt û Kasim Alpsoy jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Arcanê, anî ziman ku piştî Kasim êvara hat binçavkirin nasnameya Kasim hat desteserkirin û wiha dewam kir: “Piştî ku Kasim hat berdan polîsan got sibe were nasnameya xwe bistîne. Dema vegeriya malê, ji îşkenceyê bêzar bûbû. Roja din ji bo nasnameya xwe bigire bi xizmekî xwe re çû Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Seyhanê. Xizmê wî tevahiya rojê li ber derî sekinî, lê Kasım Alpsoy dîsa nekarî ji avahiya ku ket hundir derkeve. Li gel hemû hewldanên malbatê jî, rayedarên dewletê 30 sal in lêkolîn û lêpirsînên ku çarenûsa wan aşkere bike, berpirsyaran aşkere bike û ceza bike, nekiriye.”
 
Arcanê, da zanîn ku îro careke din bang li rayedarên edlî dikin ku der barê windakirina Halîl û Kasim Alpsoy ên li girtîgehê de lêpirsîneke adil, bêalî û bi bandor bidin destpêkirin û wiha bi lêv kir: “Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Halîl û Kasim Alpsoy ji bo hemû windahiyên xwe edalet bipirsin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
 
‘HETA KU EZ SAX BIM EZ Ê HESABA VÊ BIPIRSIM’ 
 
Hevjîna Kasim Alpsoy, Leyla Alpsoy a piştî daxuyaniyê mafê axaftinê wergirt, destnîşan kir ku hêj goreke hevjînê wê jî nîne û wiha got: “Heke sûcekî hevjînê min hebûya bila hatibûya darizandin. Pênc zarokên min hene, hêj dibirsin ku bavê me li ku ye? Ez nizanim ez ê çi bersivê bidim wan. Gora hevjînê min nîne. Goreke wî ya ku em di cejnan de kulîlkekê deynin ser nîne. Sûcê me çi bû? Heta ku ez sax bim ez ê hesaba vê yekê bipirsim. Ez bimirim jî zarokên min hene. Çima îro ev hesin danîn vir. Bila van hesinan ji vir rakin ku em li vê qadê rûnin.”
 
Piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.
 

Sernavên din

12/05/2024
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin
16:10 Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin
16:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîdê bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin
15:38 Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn
15:34 Parêzeran li bûlwara qeza lê çêbûyî bang kirin
15:04 Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan
13:56 ÎSÎG: Di meha nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:40 Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
13:24 Îdianameya 9 rojnamevanan pêşkeşî dadgehê hate kirin
13:21 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû
13:17 Celal Başlangiç hate definkirin
12:36 Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin
12:27 Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin
12:09 Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin
12:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ekolojîst ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Amedê dicivin
11:45 Di 13 pirsan de Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar
11:24 Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar
11:05 Dogan: Dê biryara Doza Kompasê ya Kobanê girîng be
10:44 Ji bo girtina Turk ê bi milyonan lîre ji şaredariyan qezenc kirî gilî hat kirin
10:23 Wekîlên li Licikê lêkolîn kirin: Sedî bi sed paşguhkirin heye
10:09 Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin
09:31 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
09:16 Ji bo kurdan nas bikin hatin Amedê
09:14 ‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'
09:10 Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 199 roj in tu agahî nayên girtin
09:02 Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev'
09:01 Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike
09:00 ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN
09/05/2024
19:38 Sara Kaya hat tahliyekirin
18:43 Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin
16:47 Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye
16:16 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
15:38 Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin