OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir

img
ÎZMÎR - OHD’ê têkildarî binpêkirinên li 17 girtîgehên herêma Egeyê raporek amade kir û da zanîn ku binpêkirinên keyfî, îşkence, miameleya xerab û tecrîda l li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên di sala 2023’yan de li girtîgehên Herêma Egeyê hatine kirin eşkere kir. Daxuyanî li avahiya şaxê hate dayîn. Di raporê de binpêkirinên li 17 girtîgehên li Îzmîr, Denîzlî, Mugla û Balikesîrê hatine kirin cih girtin. Rapor, di encama hevdîtinên bi girtiyên siyasî re de hatiye amadekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ozcan Sarioglû û endamên komeleyê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Eylem Zengîn rapor xwend û got ku tevî helwdanên wan jî ji bo girtiyên nexweş gav nehatine avêtin. Zengîn, wiha dom kir: “Hate tespîtkirin ku girtî ji ber şert û mercên girtîgehan nexweş bûne û teşhîs û tedawiya wan jî ji hêla rêveberiyên girtîgehan ve tên astengkirin. Dema girtî diçin nexweşxaneyan jî bijîşk wan paşguh dikin. Di heman demê de tedawiya destkelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin.” 
 
BINPÊKIRINA MAFÊ HEVDÎTINÊ
 
Di berdewamê de Zengîn anî ziman ku binpêkirinên li dijî girtiyan hem ji hêla wesfê ve hem jî ji hêla hejmarê ve zêde dibin û wiha pê de çû: “Îşkence û miameleya xerab jî binpêkirinên herî zêde tên kirinin. Ji ber ku girtî li deverên dûr tên sewqkirin, malbat neçar dimînin ku ji bo hevdîtinê bi rêyeke dirêj bên. Lewma jî divê mafên telefon û axaftina bi dîmen a girtiyan hebe û bikare bi kesên di lîsteya ziyaretê de cih digirin re li ser telefonê û bidîmen biaxivin. Mijara din jî; dema hevdîtina rû bi rû ya girtiyan kin e. Malbatên gelek girtiyan li bajarên dûr in û naxwazin ji bo demekî wiha kin malbatên wan bên serdanê. Mafê hevdîtina bidîmen a ji bo girtiyên edlî, divê ji bo girtiyên siyasî jî hebe. Divê ev sepanên cihêkar tavilê bên bidawîkirin.” 
 
'ÎDAREYÊ XWE XISTIYE ŞÛNA DARAZÊ’
 
Zengîn, bi lêv kir ku rojname, kovar û pirtûk bi awayekî keyfî tên qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji pirsgirêkên hevpar jî ew e ku aqûbeta daxwaznameyên girtiyan nayê zanîn. Rêveberiyên girtîgehan ji ber ‘Rêziknameya Têkildarî Çavdêrî, Navendên Dabeşkirinê û Nirxandina Hikûmxwaran’ xwe dixin şûna darazê. Ev yek jî dike ku rêveberiyên girtîgehê rayeyeke bêsînor bi kar bînin û biryarên keyfî bidin. Di nava çendek mehên dawî de gelek girtiyên dema wan a tehliyeyê hatiye, ji ber biryarên keyfî yên ‘nebeşhalî’ nayên berdan. Eşkereye ku rêveberiyên girtîgehê bi rêziknameya nû re rayeyên xwe xerab bi kar tînin. Mînaka vê ya herî dawî jî li dijî Veysî Aktaş kete meriyetê ku 30 sal in girtî ye, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û diviyabû di 28’ê nîsana 2024’an de bihata berdan lê bi awayekî keyfî hate taloqkirin. Bi awayekî keyfî tehliyeya Veysî Aktaş hatiye taloqkirin, ev agahî bi devkî ji parêzerên Aktaş re hatiye ragihandin û mafê îtîrazê jî binpê kirine.” 
 
BAL KIŞANDIN SER TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Zengîn, da zanîn ku ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha li dijî girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tecrîdeke giran di meriyetê de ye û wiha bi dawî kir: “Divê şandeyên ‘serbixwe’ yên navneteweyî li gorî hukmên mewzûatên herêmî û navneteweyî bikarin li Girtîgeha Îmraliyê venêrînê bikin û ji bo vê mekanîzmaya pêwîst bê avakirin. Divê destûr bê dayîn ku lijneyên tenduristiyê yên serbixwe bikevin girtîgehan û lêkolînê bikin. Ji bo saziyên pîşeyî û rêxistinên mafên mirovan bikarin li girtîgehan çavdêriyê bikin, sererastkirinên qanûnî bên kirin û destûrê bidin ku lêkolîna li girtîgehan bê kirin. Di çarçoveya temamiya van nirxandinan de; divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin, miameleyeke hêjayî rûmeta mirovan bê kirin, miameleyên dikevin çarçoveya îşkence, nêzikatiya xerab û binpêkirina rûmeta mirovan de divê bên qedexekirin û ji bo vê jî em bang li Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir, Saziya Venêrîna Cemaweriyê, Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê û tevahiya sazî û dezgehên têkildar peywira xwe bi cih bînin.” 

Sernavên din

06/05/2024
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin