Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye

  • rojane
  • 09:00 29 Nîsan 2024
  • |
AMED - Endamê OHD’ê Parêzer Yûsûf Çakas ku têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî, diyar kir ku di asta navneteweyî de bêdengiyek heye û wiha got: “Hemû pêkanînên tên meşandin tecrîd û qutkirina têkiliya bi cîhana derve re ne.”
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind Îmraliyê tên ragirtin, di bin tecrîdeke giran de ne û 38 meh in agahî ji wan nayê girtin. Li dijî vê yekê gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî di nava liv û tevgerekê de ne û li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî berdewam dikin. Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Yûsûf Çakas, diyar kir ku tecrîda li Girava Îmraliyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û destnîşan kir ku ji ber dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, tecrîdê paşguh dikin.
 
‘CEZAYÊ DÎSIPLÎNÊ JÎ LI BER HEVDÎTINA PARÊZER ASTENGÎ NÎNE’
 
Çakas, diyar kir ku girtiyên siyasî jî dixwazin ji Îmraliyê agahî bigirin û da zanîn ku negirtina agahiyan ya ji Îmraliyê pênaseya tecrîdê ye. Çakas, bi lêv kir ku di rêziknameya înfazê de nanivîse ku 'ji bilî Ocalan hemû girtî dikarin bi telefonê biaxivin. Çakas, axaftina xwe wiha domand: “An jî ji bo hevdîtina bi parêzer re prosedureke wisa nîne. Cezayê dîsiplînê hebe jî ev nikare ji hevdîtina parêzer re bibe asteng. Hemû pêkanînên tên meşandin tecrîd û qutkirina têkiliya bi cîhana derve re ye.”
 
BELAVBÛNA TECRÎDÊ
 
Çakas, bal kişand ser pîvana siyasî ya tecrîdê û anî ziman ku bandoreke zêde ya tecrîda mutleq heye. Çakas, bi bîr xist ku bi hezaran girtî û mehkûmên ku ji malbatên xwe dûr ketine di nava tecrîdê de ne û ev tişt got: “Muayenekirina girtiyê nexweş ê 81 salî ya bi kelemçe îro nîşaneya tecrîdê ye. Hûn nikarin bi rêya tecrîdê fikrên kesekî asteng bikin.”
 
‘DI HIQÛQA TIRKIYEYÊ DE JÎ TECRÎD NÎNE’
 
Çakas, destnîşan kir ku divê daxuyaniya CPT’yê ya “Em bifikar in” rast bê xwendin û da zanîn ku di asta navneteweyî de bêdengiyek heye. Çakas, anî ziman ku di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de jî tecrîd tune ye û wiha berdewam kir: “Tecrîd, di hiqûqa navneteweyî de jî nîne, lê di navbera dewletên Ewropa û Tirkiyeyê de weke qozekê her tim li ser masê ye. Divê saziyên navneteweyî gavên baş biavêjin.”
 
‘HÊVIYA MIN JI MAKEQANÛNA NÛ NÎNE’
 
Çakas, biryara "mafê hêviyê" ya DMME'yê ya ji bo Abdullah Ocalan bi bîr xist û diyar kir ku ji ber ev biryar nehate pêkanîn îro jî tecrîd tê nîqaşkirin. Çakas, bal kişand ser nîqaşên li ser Destûra Bingehîn a nû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mirov li ser pirsigêkên welêt destûra bingehîn amade dikin. Di destûra bingehîn nû ya ji aliyê hikûmeteke ku dibêje ‘pirsgirêka kurd nîne’ bê çêkirin, dê pirsgirêka kurd çareser nebe. Ji vê destûra bingehîn di mijara tecrîdê an jî pirsgirêkên din ên li Rojhilata Navîn çareserî xwestin, fikreke ne tendurist e. Destûreke bingehîn ku kurd li ber çavan neyê girtin û çareseriya pirsgirêka kurd tê de nebe, dê bi kêrî kesî neyê. Hêviya min ji destûra bingehîn a ji aliyê hikûmeteke ku tecrîdê, pirsgirêka kurd û rewşa heyî ya civakî-aborî weke pirsgirêk nabîne, tune ye.”
 
 

Sernavên din

01/05/2024
13:05 Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
12:32 Li Saraçhaneyê berxwedana 1’ê Gulanê
11:58 Tirkiyeyê 2 kolber qetil kir, PDK nahêle malbat cenazeyan bigirin
11:30 Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê
11:26 CPJ’ê ji bo rojnameger Ahmet serî li NY’ê da
10:57 Berxwedana 1’ê Gulanê li kolanan dest pê kir
10:52 Li Alaşehîrê jinek hate qetilkirin
10:09 Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn
09:49 Unsal: Hem qedera AKP hem jî ya CHP’ê girêdayî pirsgirêka kurd e
09:48 Karker li Saraçhaneyê kom dibin
09:26 Ji ber bihabûnê fiyetê şitilên daran jî zêde bûye!
09:11 Xwişka Aktaş ku berdana wî hat taloqkirin: Hêviya dayika min dizîn
09:08 Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!
09:04 Rojnameger Silêman Ehmed ê PDK’ê revandî li ku ye?
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 157’an de didome
09:00 Ji bo kurê xwe bang li parlamenter û parazvanên mafan kir
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2024’AN
08:44 Komîteyên Ciwanan li Taksîmê ne
08:38 Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê
30/04/2024
19:25 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji Wezareta Dadê pirsî: Eşkere bikin herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin
18:59 Li Şirnexê wesayita leşkeran qelibî:Leşkerek mir
18:39 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 89’emîn de ye
16:53 Di şerê Xezayê de heye niha 34 hezar û 535 kes mirin
16:37 Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
16:03 Li 3 bajaran bangawaziyên 1'ê Gulanê: Sibê roja mezinkirina rêxistinbûnê ye
16:01 Rojnameger Alayumat sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
15:50 Ji wezaretê bersiva Îmraliya ku ev 38 meh in agahî jê nayên girtin: Tecrîd tune ye!
15:20 Ewil dosyeya Bîlgîn a TJA’yî xera kirin, piştre ceza danê
14:37 Orhan Can piştî 30 salan hate berdan
14:24 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
14:23 Ji ber qutkirina ceyranê ya DEDAŞ’ê, şitil ziwa bûn
13:56 Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin
13:54 Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan