Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye

  • rojane
  • 09:22 23 Nîsan 2024
  • |
AMED - Parêzerê astengdarê derûnî Ûgûr Gezer ê ku piştî hedefgirtinê hat girtin Şemdîn Şahîn, diyar kir ku ehliyeta sûc a Gezer tune ye û xwest demildest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê û bê berdan. 
 
Ûgûr Gezer ê ku ji sedî 50 astengdarê zihnî ye, ji aliyê çapemeniya desthilatê ve hedef hat nîşandan ku li Şaredariya Sûrê heqaret li Mûstafa Kemal û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan kiriye. Piştî vê Gezer di 18'ê Nîsanêd e hat binçavkirin û paşê bi îdiaya "heqaret li Ataturk û Serokkomar kiriye" hat girtin. 
 
Parêzerê Gezer, Şemdîn Şahîn, xala 32'yan a Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) bibîr xist ku li kesên astengdarên zihnî ceza nayê birîn. 
 
RAPORA WÎ HEYE
 
Şahîn anî ziman ku muwekîlê wî Gezer piştî dîmenên li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin wekî rêveberê DEM Partiyê hedef hatiye girtin û got: "Li ser vê yekê muwekîlê min hat binçavkirin. Lê belê, di temasa ewil d ejî tê dîtin ku muwekîlê min astengdar e. Lê dîsa jî ew binçav kirin. Malbatê raproa wî da polîsan. Çendî me rapor pêşkêş kir jî nêzî 24 saetan di binçavan de ma." 
 
Şahîn destnîşan kir ku midûriyeta polîsan û dozgerî jî hay ji vê yekê hene, lê xwe li nedîtinê danîne û demildest biryara girtinê ya muwekîlê wî dane. 
 
BIRYARÊ NE JI DADGEHÊ JI WEZARETÊ HÎN BÛ
 
Şahîn da zanîn ku di demênd awî de Dadgehên Ceza ya Sulhê bûne meqamê erêkirinê û wiha got: “Tevî hemû îtîrazên me jî, tevî dîmen û raporên hatine pêşkêşkirin jî, Dadgeha Ceza ya Sulhê biryara girtinê da." Şahîn anî ziman ku biryara girtinê berî teblîxî wan bê kirin, ew bi tiwîta Wezareta Dadê hîn bûne ku muwekîlê wî hatiye girtin." 
 
BIRYAREKE SIYASÎ
 
Şahîn diyar kir ku ev biryar ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û got ku nîşaneya vê jî ew e ku muwekîlê wî wekî rêveberê DEM Partiyê hatiye lansekirin. Şahîn bal kişand ser lînçkirina muwekîlê xwe û hedefnîşandana wî ya ji aliyê wezaretan ve û bêalîbûna dadgehan û got ku ev jî nîşan didin ku ev biryar bi saîqên siyasî hatiye dayîn. 
 
Her wiha Şahîn da zanîn ku muwekîlê wî di sala 2016'an de jî hatiye girtin û got ku 2 salan di girtîgehê de maye, lê belê wê demê bi biryara lijneya Nexweşxaneya Zanîngeha Înoniyê hatiye berdan û paşê beraet kiriye. 
 
HEDEF DEM PARTÎ YE
 
Şahîn bilêv kir ku ew ê li dijî binçavkirinê îtîraz bikin û got ku li gorî biryara bê dayîn wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Şahîn anî ziman ku di vir de hedefa sereke DEM Parti ye û got: "Piştî ku raporên me û malbatê radestî dadgehê hatin kirin, dewamkirina vê yekê ne nîşaneya rewşeke baş e." 
 
Şahîn diyar kir ku ehliyeta sûc a Gezer tune ye û xwest demildest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê û muwekîlê wî bê berdan. 
 
MA / Mujdat Can 
 
 

Sernavên din

23/04/2024
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin