Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike

  • rojane
  • 09:01 6 Nîsan 2024
  • |
WAN- Gelê Wanê ku 2 rojan li kolanan bi berxwedaneke mezin vîna xwe parast, diyar kir ku êdî tu kes wê newêribe mudaxileyî vîna wan bike.
 
Gelê Wanê ku li dijî xepkirina vînê du rojan bênavber li ber xwe da, coşa serketina xwe pîroz dike. Gelê ku bi berxwedanê mafên xwe û hiqûqa xwe parast, peyama "Kes nikare vîna me ji holê rake, ger careke din hewldaneke wiha bê kirin em ê xwe û bajêr tev de bişewitînin."
 
Şukru Akdogan bal kişand ser berxwedana wan a li dijî xespkirina vînê û wiha got: “Em çûn ser sindoqan û dengên xwe da û di encamê de Wan Abdullah Zeydan wekî hevşaredar hılbijart. Erdogan dibêje li welat demokrasî heye. Ger demokrasî hebe, wê demê hûn çima vê zilmê li me dikin? Ev gel bi îradeya xwe çû ser sindoqan û dengê xwe da. Bajarê me 8 sal in ji aliyê qeyüm ve tê birêvebirin û heta îro tiştek bi bajêr nehatiye kirin. Em li vî bajarî dijîn û ev der axa me ye. Serkeftina me ya di hilbijartinê de ew pir aciz kir, ji ber wê jî dîsa li pey rantê û nelirêtiyê ne. Lê em ê destûrê nedin vê. Ger careke din tiştekî wiha bibe em ê agir bi xwe û bajarê xwe tev de xin. Me kê wekî vîna xwe nîşan dabe, wê ew me bi rê ve bibin."
 
‘GER ME LI BER XWE NEDANA WÊ HEMÛ ŞAREDARIYAN BI DEST BIXISTANA'
 
Îlhan Dîkîcî anî ziman ku destûr nedane xespkirina vînê û got: “Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de DEM Partiyê her 14 şaredarî bi dest xist. Helbet vê serketinê desthilatê pir xemgîn kir. Di şexsê Abdullah Zeydan de hewl hat dayîn ku komployek were amadekirin. Lê gelê Wanê bersiva pêwîst da vê komploya amadekirî. Gelê Wanê gelekî bi rûmet e. Bi helwesta birûmet a ku nîşan da bû bersiv ji hemû cîhanê re. Heger me ev berxwedan nîşan nedana wê ji Wanê heta hemû bajarên din komployeke bi vî rengî pêk bihata. Lê me ev yek asteng kir, lewma me tevahiya Tirkiyeyê rizgar kir. Divê ew baş zanibin ku tu kes nikare mudaxileyî vîna me bike."
 
‘WÊ BERSIVA ME TUNDTIR BE'
 
Huseyîn Akdag anî ziman ku ger tiştekî wiha careke din were ceribandin wê bersiva wan pir cuda be û wiha got: “Me hemû şaredariyên xwe ji qeyûmên talanker girtin. Desthilatê ji ber ku nikaribû vê têkçûnê hezm bike, xwest careke din vîna gel desteser bike. Lê li hemberî van planan berxwedana gel bi ser ket, ger bihata jî wê berxwedana gel dîsa bi ser biketa. Ez gelê Wanê pîroz dikim ji ber ji 14 şaredariyên bajêr 14 şaredarî bi dest xistin. Li bajarê ku bi salan e ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin, tiştek tune. Tiştek nekirin. Desthilat êdî li ber çavên gel qediyaye û haya wan jê heye. Kes nikare vîna me ji holê rake. Heke ew bixwazin careke din biceribînin, wê bersiva ku ew ê wergirin tundtir be." 
 
‘EM RÊ NADIN'
 
Cîhangîr Kiziltaş anî ziman ku li şaredariya ku bi salan e ji aliyê qeyûm ve tê meşandin de zilm li wan hatiye kirin û got: “Ez hemû kesên ku piştgirî dan berxwedanê pîroz dikim. Gel vîna xwe ji xespkeran girt. Îsraîl çi ji Xezeyê dike, ev desthilat jî heman zilmê li gelê kurd dike. Me mafê xwe bi kar anî û şaredariya xwe hilbijart. Lê qebûl nakin. Divê ew zanibin ku em ê tu carî rê nedin wan."
 
‘XWESTIN VÎNA ME TUNE BIKIN'
 
Mûstafa Adiyaman ev tişt gotin: “Şaredariyên ku bi salan ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin hene. Ji xeynî zilm û zordariya li ser gelê Wanê heta niha tiştek nekiriye. Hewl dan vîna me paşguh bikin. Em çûn ser sindoqan û me dengê xwe dan-. Di encamê de me şaredarên xwe hilbijartin. Tu kes nikare vîna me ji holê rake."
 
 

Sernavên din

09/04/2024
13:05 Li Êlihê şer derket: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
12:56 Li Samsun û Stenbolê du jin rastî êrişê hatin
11:37 Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya aştî û azadiyê
11:35 Dewleta tirk bazirganiya bi Îsraîlê re bisînor kir!
11:34 Navên cerdevanên ku dê tev li operasyona derveyî sînor bibin derket holê
11:33 DMME’yê ji bo serlêdana Kavala biryar da ku zû lêkolîn bike
11:25 Li sûk û bazaran rûyê tu kesî nakene
11:15 Karker dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
10:12 Tirkiyeyê ev 7 meh in ava Hesekê qut kiriye
09:27 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Divê em encamên hilbijartinê veguherînin biserketineke polîtîk a rêxistinî
09:04 Qeyûma Cizîrê di 2 rojan de bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 582 TL'yî eşyayên şaredariyê hîbe kir
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:02 168 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Kesê ku dest avêtibû zarokekê bû keya!
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2024'AN
08/04/2024
21:56 Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 72'yan de ye
20:29 Wê di Cejna Remezanê de li Wan û Mêrdînê otobus bêheq xizmetê bikin
19:18 Nobeda Edaletê didome: Em ê paş de gav neavêjin
18:04 Rapora Girtîgeha Kavakliyê: Dema îşkence dikin dirûşma ‘welat parçe nabe’ berz dikin
17:00 Di protestoyên Wanê de 30 kes hatin girtin
16:47 Li bajarokê şerê hilbijartinê lê derketiye, qedexeya derketina derve!
16:06 Ji bo Abdullah Ocalan şitlên daran hatin danîn
15:23 MKG: Zextên ser rojnamegeran di meha adarê de jî dom kirin
14:27 Qeyûm tayînî Şaredariya Pinarbaşiyê ya CHP’ê hate kirin
14:23 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em ji bo xizmeta gel hatin
14:05 Ji bo azadiya Ocalan 3 milyon û 699 hezer kes îmze hatin komkirin
13:28 Li Dîlovasiyê li du fîrmayên derdorê qirêj dikin ceza hate birîn
13:08 Dozger ji bo çalakger bide girtin îtîrazê li gorî demê kir
12:17 Almanya bi hinceta ‘bûye şirîka qirkirina li Filistînê’ tê darizandin
11:10 Bûcak û Dogan bi gel re ketin şaredariyê
11:04 Ji navenda gastronomiyê ya girtî re bi bihayê 2 milyon û 248 hezar lîreyan goşt hate kirîn
09:04 Berxwedana girtiyan di roja 134’an de bênavber didome
09:04 PDK’ê Silêman Ehmed revand: Ev 167 roj agahî jê nayên girtin
09:03 Li ber CPT’yê dê bi 3 hezar kesan çalakî bê destpêkirin
09:02 Jinên girtî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Li Şaredariya Xelfetiyê li ber çûyînê dizî hate kirin
07/04/2024
23:03 Hevşaredarên Qaxizmanê di fitarê de bi gel re hatin bahev
21:56 Qulûbeyên polîsan ên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin rakirin
20:21 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 71’emîn de ye
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin